Dêrsim, Mûnzûr, Dara Berûyê û Mahîr
Deng û rengê Mahîr, şêweya berxwedan û têkoşîna wî û rêbaza rêhevaltiya wî di her dareke berûyê de, li ber ava Mûnzûrê, li kolanên çarşiya Dêrsimê û di çavên pezkoviyan de, li nav wan dar û deviyên Dêrsimê de mirov dibîne û hîs dike

Ew çend rojbûn ku min pirtûka bi navê ‘Çîroka Dilê Min’ (Kalbimin Hikayesî) dixwend ku her gotineke wê ji aliyê rêhevalên Atakan Mahîr ve li ser têkoşîn û berxwedana wî hatî nivîsîn û gelek caran diyalogên di navbera Mahîr û rêhevalên wî de pêk tê. Pirtûk bi tevlibûna Mahîr, di sala 1992yan de, a nav refên azadiyê dest pê dike. Hem di her gotineke xwişka wî hem jî di her bîranîneke rêhevalên wî de mirov dike nake ji Mahîr têr nabe.
Pirtûka ku ji 327 rûpelî pêk tê û dawiya wê bi helbesta A. Mahîr a pirtûkê navê xwe jê girtî, ji ber hê zêdetir bibe, min her roj tenê 2 an jî 3 bîranînên jê dixwendin. Hema bêje nêzî du mehan min her roj ji wê pirtûkê bîranîneke Mahîr dixwend û wek her roj pê re biaxvim, min hîs dikir.
Çîroka Dilê Min bi beşa yekemîn bi helbestan dest pê dike ku hin ji wan ên Mahîr in, hin ji wan jî yên rêhevalên wî ne ku bi hev re di nav refên gerîla de cih girtine. Beşa duyemîn bi nivîs û bîranînên xwişka wî Hatîce Çoban didome; em pêvajoya biryara tevlêbûna Mahîr ya nav refên azadiyê û her wiha îradeya wî ya saxlem û biryara wî ya çûyîna çiyê dibînin ku bi mehan haziriyên xwe dike. Jixwe ew biryara wî ya ku di tevahiya jiyana wî ya di nav gerîlayan de dê her kêlî, gav, çalakî, têkoşîn, zor û zahmetî û şer de xwe nîşan bide.
Atakan Mahîr piştî ku di tebaxa sala 1993yan de ji Dêrsimê tev li nav refên azadiyê dibe û berxwedana xwe ya ji 25 salan zêdetir exlebê wê li nav dar û devî, çiya û newal û li ber keviya ava Mûnzûrê, li nav darên berûyê û li gundên Dêrsimê derbas dike. Dem bi dem her çiqas ku ji bo perwerdeyê berê wî bikeve Akademiya Mahsûm Korkmaz û demekê li qada Rêbertiyê bimîne jî, dawiya dawî berê wî diket ser cih û warê Dêrsimê. Bêguman di wan demên li qada Rêbertiyê gelek tiştan li xwe zêde dike û piştre di her perwerdeyekê de bi rêhevalên xwe yên li Dêrsimê re parve dike.
Gelek caran ji bo gelek pakrewanên di rêya azadiyê de canê xwe feda kirî navê ‘derwêş’ tê bikaranîn. Bi ya min derwêştî jî bi hin aliyan li hember vê îrade, têkoşîn û liv û berxwedana gerîlayan kêm dimîne. Lê belê Mahîr jî wek bi hezaran rêhevalên xwe yek ji derwêşê ji bo rêya heqîqeta gelê kurd li ber xwe da û di tûrê wî de tenê daxwaz û îradeya ji bo têkoşîna azadiyê hebû.
Dêrsim bi hatina Mahîr a di sala 1993an de, êdî bi Mahîr re dibe yek; Dêrsim, Atakan Mahîr e, Mahîr Dêrsim e. Belkî rojekê navê Dêrsimê biguhere bibe Mahîr, an jî li ser tabelaya Dêrsimê ‘cih û warê mahîran’ êdî binivîsin. Deng û rengê Mahîr, şêweya berxwedan û têkoşîna wî û rêbaza rêhevaltiya wî di her dareke berûyê de, li ber ava Mûnzûrê, li kolanên çarşiya Dêrsimê û di çavên pezkoviyan de li nav wan dar û deviyên Dêrsimê de mirov dibîne û hîs dike.
Herî dawiyê du hefte berê piştî ku min pirtûka Çîroka Dilê Min qedand hêdî hêdî ew daxwaz û hîsa ku ‘divê serekî herim Dêrsimê û serdana cih û warê Mahîr bikim’ bi min re ava bû. Jixwe di heman dîroka ku min dixwest herim Dêrsimê, di heman demê de festîvala Mûnzûrê ya ku 24 sal in pêk dihat, dê bihatana lidarxistin. Ketim ser rê û her ku erebeya me digihîşt nêzî Dêrsimê ez kelecanî dibûm.
Bi zeraqên tavê yên berevarkî re em ketin nav bajêr û deng û hemû gotinên Mahîr ên wek “Ka mirov dikare vê erdnîgariyê li pişt xwe bihêle û here? Dara berûyê wê her sal bêyî me kulîlkan vede. Niha tu dikarî dev jê berdî herî? Me li vir bi salan dîrokeke hevpar jiyaye, li xwarê Mûnzûr diherike. Ger tu wê hîs bikî tu yê nikaribî bihêlî û herî. Lê tişta em dikin çi ye?...” di nîvê qoqîlika guhên min de bûn. Hê ku ev dengê Mahîr di guhên min de bû, em di ser pira bi navê Sari Saltikê re derbas bûn. Li milê dilê min ên din axîneke ji bo Gulistanê (Dokû) kişand. Gelek tişt hatin li ber dil û devê min sekinîn û lê hin çimayên di serê me gelekan ên wek ‘li cih û warê ku Mahîran li ber xwe daye û şêweyeke berxwedanê avakiriye de çima me nikarîbû Gulistanan biparêzin?’ Lê piştre bersiveke wisa jixweber, ‘dewlet bi salan e ku bi şêweyên polîtîkayên taybet ên wek Sabîha Gokçen û qirkirina Dêrsimê û hwd her tim xwestiye xet û têkoşîna gelê kurd bifetisîne’ hat ser zimanê min.
Di wan çend rojan de ku em li Dêrsimê man, min zêdetir berê xwe da ber ava Mûnzûrê, dem bi dem li kêleka peykerê Seyîd Riza me li çiyayên Dêrsimê temaşe kir. Yek ji cihên ku herî zêde Mahîr û rêhevalên wî di bîra me de çikand jî, ava Pîlvengê bû ku ji navbera sê latên bilind diherike. Bi gotina dêrsimî û hin hevalên me yên şagirtên li zanîngeha Mûnzûrê xwendî, ji bo ava Pîlvengê ‘cih û warê serşoya hevalan’ bi nav dikirin. Jixwe dema me berê xwe da wê avê û em ketin navbera wan giran, me dît ku li ser wan ferşan navên gelek PKKiyan hebûn.
Van rojan ku hemû îxtimalên aştî û pêvajoya ji bo azadiyeke mayînde tê axaftin, bi Atakan û bi hezaran cangoriyên ku li wan çiyayan li ber xwe dan, di dil û hişê me de ne û li ber ava Pîlvengê li bin darê li ser kevirekî rûniştî, min li navên li ser keviran mêze dikir. Ew rêwîtiyê Atakan Mahîr ku di tebaxa sala 1993yan de li Dêrsimê dest pê kir; di tebaxeke bê eman a sala 2018an de dîsa li Dêrsimê vê carê dibû navê şehadeta wî.
Dêrsim di hiş û hafizaya me kurdan de êdî bi Sakîne, Aysel û Mahîran re dibû yek. Dara berûyê navê Mahîr bixwe bû. Li ser her rêyekê, li her kolanekê, li ber çemê Mûnzûrê, li ber dara berûyê, di hilkişîna pezkoviyan de, di herîkîna kanîkekê de, di nav ava Pîlvengê de… di her kêlî, dem, cih, war û Dêrsimê de meşa Mahîr, axaftina wî û bêhna dengê wî û rêhevalên wî heye.


