Der barê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hat destpêkirin

Derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî de bi sedema ku di 23yê kanûna 2024an de li sînorê Pirsûs-Kobanê li ser rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê Dewleta Tirk ve...

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Der barê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hat destpêkirin

Derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî de bi sedema ku di 23yê kanûna 2024an de li sînorê Pirsûs-Kobanê li ser rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê Dewleta Tirk ve hatin kuştin axivîbû, lêpirsîn hat destpêkirin.

Ceyhan Şahînlî bi hinceta “muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan, meş û civînê” wê îfadeyê bide Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Rihayê.

Bi hinceta heman daxuyaniyê, der barê hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz û rêveberê Rêxistina Rihayê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bekir Benek de jî lêpirsîn hat destpêkirin.