Der barê rojnameger Selamet Turan biryara tehliyeyê hat dayîn

Çaremîn danişîna doza rojnameger Selamet Turan ku bi îdiaya ‘Emdamtiya rêxistinê’ tê darizandin, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Der barê rojnameger Selamet Turan biryara tehliyeyê hat dayîn

Çaremîn danişîna doza rojnameger Selamet Turan ku bi îdiaya ‘Emdamtiya rêxistinê’ tê darizandin, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Selamet Turan ku ji 12ê sibata 2024an ve girtî ye û parêzerê wê Resûl Tamur di danişînê de amade bûn. Malbata Selamet Turan û xizmên wê jî tev li danişînê bûn.

Di danişînê de dozger mutalaa xwe pêşkeş kir û xwest ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ ceza li were dayin û rewşa girtî bidome.

Rojnameger Selamet Turan di danişînê de bi kurdî axivî û îdia red kir. Selamet Turan, got: “Ev nêzî saleke bi awayekî derhiqûqî hatime girtin” û daxwaza tehliheya xwe kir. Parêzer Resûl Tamûr jî parastina miwekîla xwe weke mînak nîşan da û got ku xebatên wê ne xebatên rêxistinê ne û daxwaza beraet û tehliyeyê kir.

Şandeya dadgehê jî biryara xwe eşkere kir. Şandeyê, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da û biryara tehliyekirinê da.