Der barê alîgirên provokator de lêpirsîn hat destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê derbarê alîgirên Kocaelîsporê de ku maça Amedsporê de “kîsikên zer” nîşanî dabûn, lêpirsîn da destpêkirin.

•
1 deqe xwendin
Der barê alîgirên provokator de lêpirsîn hat destpêkirin

Di hefteya 2yemîn a Lîga Superê de duh êvarê Amedspor û Kocaelîspor li Stada Kocaeliyê hatin hemberî hev. Hin alîgirên Kocaelîsporê li trîbunan “kîsikên zer” rakirin û nîşanî alîgirên Amedsporê dan. Alîgirên Kocaeliyê bi van “kîsikên zer” gef li alîgirên Amedsporê xwarin. Ev yek li ser medya dîjîtal rastî nerazîbûn û hêrsa alîgirên Amedsporê hat.

Buroya Ragihandina Medyayê ya Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku derbarê alîgirên ku “kîsikên zer” nîşan dabûn de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Serdozgeriyê diyar kir ku der barê 5 kesên ku hatine tespîtkirin biryara binçavkirinê hatiye dayîn.