Demokrasî bixwe hişmendiyek e

Demokrasî bixwe hişmendiyek e ku divê dîrok û terbiyeyeke wê hebe. Demokrasiya bi ’lê...’ dişibe ya zilamekî zilimkar. Ev zilam dibêje ’ez di esasê xwe de yekî pir baş im lê... heger hinek hêrsa min neynin, an jî jina min ji gotina min dernekeve!’

•
1 deqe xwendin
Demokrasî bixwe hişmendiyek e

Heger tu ji kîjan mirovî, civakê, dewletê bipirsî hema dibêje, ji min demokrattir kesekî din tune ye. Ji bo ku hinek nirxên demokrasiyê li gor xwe bi kar bînin hema li dû peyva demokrasiyê peyva ’lê…’ tînin.

Peyva demokrasiyê ji zimanê yewnanî (grekî) tê û ji du peyvan pêk tê. Demos (δῆμος) = gel/xelk û krátos (κράτος) = hêz/desthilat/rêveberî. Pergala demokrasiyê berî zayînê di 500î de (2500 sal berê), di demeke wisa de pêk hat ku di hilbijartinên ewil de kole, jin û kesên biyanî nikarîbûn dengê xwe bidin, anku mafê wan ê hilbijartinê tune bû.  Bi demê re peyva demokrasiyê bû sembola wekheviyê, di heman demê de welatên rojavayî ji bo tesîr û kontrola gel hate bikaranîn. Bi taybetî welatên ewropî û Amerîkayê, demokrasî kir nirxekî bingehîn ê rêveberiya xwe lê ev demokrasiya wan derneket derveyî sînorên wan. Gelek caran gazinên nirxên demokrasiyê ji wan tê kirin, lê divê bê zanîn ku demokrasiya wan tenê ji bo wan e. Li derveyî welatên wan peyva sînordar ’lê...’ derbas dibe. Demokrasiya li dû peyva ’lê...’ li ser bingeha berjewendiyan ava dibe.  Bi peyva demokrasiyê dikevin welatekî din, çekan difiroşin, tevliheviyê derdixin, xelk direvin welatên wan, wan bi zorê bi şûn de dişînin ji ber ku demokrasî bo niştecihên wan e, ne ji bo biyaniyan. Mirov dikare bipirse, di demokrasiyê de nirxên wekheviyê esas bin; di warê aborî, malbat û rêveberiyê de jin çiqas azad e li hemû cîhanê?

Yek ji nirxên demokrasiyê ew e ku dadgeh azad bin û di bin tesîra siyasetê de nînbin. Li Tirkiyeyê, bi hezaran siyasetmedarên kurd ji ber sedema demokrasiya dû ’lê...’yê girtî ne. 

Mînaka CHPê gelek tiştan bi me dide fêmkirin. Ev partî ku Komara Tirkiyeyê ava kir û bû sedema komkujiya Dêrsimê, dîsa bi rêbazeke din destek da AKPê û bû yek ji sedemên girtina parlementerên HDPyê. Ew jî di nav sînorên demokrasiya pîştî ’lê...’yê de ye ku em dibînin ketiye çi halî!

Demokrasî bixwe hişmendiyek e ku divê dîrok û terbiyeyeke wê hebe. Demokrasiya bi ’lê...’ dişibe ya zilamekî zilimkar. Ev zilam dibêje ’ez di esasê xwe de yekî pir baş im lê... heger hinek hêrsa min neynin, an jî jina min ji gotina min dernekeve!’ 

Mebesta min ev e ku demokrasiya rasteqîn divê li gor dem, cih û bûyeran neguhere. Demokrasî rêveberiya gel e, wekhevî û bê şert û merc parastina jiyanê ye. Bi ’lê…’yan ti dewlet, civak an jî kes nikare armanca bingehîn a demokrasiyê bibe serî. Demokrasî ji bo her kesî ye, bêyî ’lê...’yan!