DEM Partiyê giliyê tundiya polîsan kir

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê, ji ber îşkenceya li Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren û welatiyan hatiye kirin, gilî kir.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
DEM Partiyê giliyê tundiya polîsan kir

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê, ji ber îşkenceya li Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren û welatiyan hatiye kirin, gilî kir. Komîsyonê serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da û cih da delîlên îşkenceya hatiye kirin.

Serlêdana sûc

Di serlêdanê de hate xwestin ku ji Wezareta Karên Hundir û Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê re muzekere were nivîsandin û hat xwestin ku polîsên îşkence kirin bên tespîtkirin. Bi domdarî hat xwestin ku faîlên îşkenceyê bên tespîtkirin û cezakirin.