DEDAŞ bi leşkeran ket gundê Xelîlanê û ceyrana 3 trafoyan qut kir
DEDAŞ di bin kontrola leşkeran de ceyrana 500 malên gundiyan qut kir. Gundê Xelîlan ev 2 roj in bê ceyrane. Şêniyan dibêjin ku di germahiya 45 pîleyî de bêceyran mayîn jiyana wan dike zehmet.

Li gundê Xelîlan ê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê duh xebatkarên DEDAŞê bi hinceta ‘aboneyan derxînin kolanan’ li gel leşkeran bi ser gund de girt. Şêniyên gund derxistine aboneyan a derve ji ber talokeyên derkevin guncav nedît û bertek nîşanî biryara DEDAŞê da. Li ser vê yekê xebatkarên DEDAŞê di kontrola leşkeran de ceyrana 3 trafoyên di gund de qut kir.
Gundê Xelîlan bi qasî 500 malan e û serjimar jî zêdetirî 3 hezar e. Şêniyên gund ên ku bi rêya telefonê me xwe gihand wan, bertek nîşanî pêkanîna DEDAŞê da û gotin ku di germa havînê de tişta DEDAŞ dike dijminê mirov jî nake. Her wiha şêniyên gund dan zanîn ku pîleya germahiyê li gundê wan derkedive 45 pîleyî û diyar kirin ku ger ceyrana wan neyê dê hemû zexîreyê di sarincên wan de xerab bibin.


