Dayikên Aştiyê Newroza 2022’yan li kontarê Çiyayê Kato hilkir
Îsal pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê lidarxistin.

Îsal pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê lidarxistin. Newroz bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Xebata Tifaqa Kurdistanî tê pîrozkirin. Agirê pîrozbahiya Newrozê ya ewil li navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat hilkirin. Di pîrozbahiya Newrozê ya li Elkê de Heserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê rêveberên HDP’ê yên Şirnex û navçeyên Şirnexê, Hevşaredarên HDP’ê yên navçeyên Şirnexê nûnerên rêxistinên civakî, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatî bi coş tevli bûn. Ewil axaftin hatin kirin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axaftin kirin. Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê agirê Newrozê li hilkirin.
‘Çareserî Ocalan e’
Ewil Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay Newroz pîroz kir û wiha got: “Newroza we pîroz be. Hemû kesên ji bajarên cuda hatine Newroza we pîroz be. Îro di dilê Kurdistanê û Navenda Botanê em li Elkê Newrozê pîroz dikin. Em agirê yekemîn li Elkê hildikin. Gelê kurd dê hefteyekê bêyî li sir û sermayê, berf û baranê guhdar bike li her derê Agirê Newrozê hilbike. Dê li her derê berxwedana xwe bilind bikin. Ji ber vê yekê em agirê yekemîn ê Newrozê li kontara çiyayê Kato li Elkê pîroz dikin. Em li vir Newroza hemû gelê Rojhilata Navîn û gelê kurd pîroz dikin. Gelê kurd di dîrokê de her tim serkeftin li Newrozê bar kir. Newroza 2022’an jî ji bo me dê bibe Newroza serkeftin, azadî û bidestxistinê. Dê bibe sala azadî û serkeftinê. Newroz dê bibe Newroza serkeftinê. Dê hemû cîhan vê yekê bibînin. Ji ber vê yekê em Newroza yekem li vir geş dikin. Em bi ruhê Newroza Nisêbînê, Cizîrê, Hezexê û Şirnexê carek din Newroza we pîroz dikin. Di vê Newrozê de gelê kurd li çar aliyê Kurdistanê bi ruhê yekîtiyê li hev kom dibe û govendê digerîne. Ev Newroz dê li dijî kesên ku dixwazin me parçe bikin, dê bibe bersîv. Em bang li hemû hêzên ku dixwazin me parçe bikin dikin. Şaşiyan nekin. Gelê kurd aştî, azadî û serkeftinê dixwaze. Gelê kurd dixwaze bi hevre di nava yekîtiyê de bijîn. Yên ku yekîtiya gelê kurd naxwazin dewlet û hêzên îxtîdarê ne. Îqtîdara AKP-MHP’ê bi hemû hêza xwe hewl dide kurdan parçe bike û înkar bike. Em ne necbûrê polîtikayên we ên înkarê ne. Em ê xeta sêyemîn têxin meriyetê. Bedela wê çi dibe bila bibe ji bo yekîtiyê û aştiyê emê têbikoşin. Çareserî Îmralî ye. Çareserî aştî ye. Yên qala aştî û azadiyê dikin, yên soza demokrasî û çareseriyê dikin bila li banga Birêz Ocalan a 2013’an binerin, bila guh bidin banga deklerasyona Newroza 2013’an. Bila bi Birêz Ocalan re li masê rûnên. Çareserî Birêz Ocalan e. Çareserî yekîtiya gelan a demokratîk e. Divê li her derê dest bidin hev û bi hevre govenda Newrozê bigerînin. Em careke din Newroza hemû gelan pîroz


