Dayika Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkanê Lutfiye Gokkan koça dawê kir

Dayika Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Lutfiye Gokkan, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Lutfiye Gokkan ku li gundî Kulunğî yî navçeya Pirsûsê dijiya, hefteya borî ji ber...

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Beşa Jinê

Dayika Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Lutfiye Gokkan, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Lutfiye Gokkan ku li gundî Kulunğî yî navçeya Pirsûsê dijiya, hefteya borî ji ber nexweşiya pençeşêrê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Harranê. Lutfiye Gokkan li nexweşxaneyê teşhîsa vîrûsa corona (Covid-19) kirin. Lutfiye Gokkan îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Hat hînbûn ku dê cenazeye Lutfiye Gokkan li gundî Kulunğî yî Pirsûsê defin bikin.

Keça Lutfiye Gokkan Ayşe Gokkan ku berdevka TJA’yê ye, niha girtî tê darizandin.