Dagirkeriya Zihnî û Şoreşa Zimanê Dayikê

Ji bo ku gelê kurd û zarokên wan ên ku bi zaravayên cuda yên kurdî diaxivin ji nav wê 'çanda bêdengiyê' derkevin û serî hildin, perwerdehiya serbixwe ya bi zimanê dayikê gava herî bingehîn û stûna yekem e. Şoreşa zihnî û azadiya rastîn a civakî, tenê bi parastina ziman, afirandin û rastnivîsandina termolojiya zanistî û avakirina perwerdehiyeke bi zimanê zikmakî dibe realîteyek zindî.

•
1 deqe xwendin
Dagirkeriya Zihnî û Şoreşa Zimanê Dayikê

Beşa : 2 

Yek ji pênasên herî krîtîk û kûr ên Paulo Freire, têgeha 'Dagirkeriya Zihnî û Çandî' ye. Mêtînkarî û dagirkerî tenê bi zevtkirina ax, xak û sînorên erdnîgarî sînordar namîne. Ew rasterast dikeve nav kûrayiya zihnî, hafizaya civakî û zimanê resen ê gelan. Dema ku dagirkerî ziman û çandê dike hedefa xwe, di hundirê zihnê bindestan de şikestineke mezin çêdike. Bi vê yekê re, nexşeya ramana civakê tê guherandin û hafizaya dîrokî gav bi gav tê jêbirin, ku ev rewş jî yek ji dirûvên herî xedar ên mêtînkariya zihnî ye.

Di warê psîkolojî û pêşveçûna kesayetî de têgeha reftara xwenenasiyê xwediyê wateyeke gelek girîng e. Kesên ku hay ji kêmasî, şiyan, hest an jî xeletiyên xwe nînin di reftara xwenenasiyê de ne. Mirovê ku xwediyê vê reftarê ye, bersivên xwe yên li hemberî bûyeran an jî kiryarên xwe bi hişmendî naxwîne û xwe rexne nake. Ev kes di liv û tevgerên xwe de sînorê xwe derbas dikin, anku li gorî rewş, ast û şiyanên xwe tevnagerin.

Bişavtina zimanî di çarçoveya Dagirkeriya Çandî de van encaman diafirîne;

Bi dagirkeriya çenadî hafizaya çandî ya civakê tê şikandin. Dema ku zimanê kurdî ji perwerdehî û qada fermî tê dûrxistin, hafizaya devkî, çîrok, metelok û felsefeya jiyana gel winda dibe.

Têkçûna zihnî ya bindest û pejirandina zihniyet, pênas û pîvanên serdestan bi gelên bindest re pêşdikeve. Bindest bi demê re helwest û zimanê serdestî dike pênasa xwe ya zihnî. Zarok an jî malbat dibêje: "Zimanê min kêm e, zimanê serdestan zimanê zanist û rewşenbîriyê ye." Ev psîkolojî dibe bingehê xwenenasîn û teslîmiyetê.

Di qonaxa dawî de, bindest beramberî civak, malbat û heta beramberî xwe jî dibe wekî serdest. Wekî nimûne, dê û bav ji bo zarokên xwe dibêjin: "Bila fêrî zimanê me nebin, zimanê serdestan zimanê zanist û pêşketinê ye." Lî vir de bindest bi xwe dibe amûr û ajandeyê bişavtinê.

Bindest ji ber zext û siyaseta perwerdehiyê bawer dike ku ziman, çand, hafiza û hebûna wî kêm e, paşverû ye û ne xwediye nirxekî zanistî ye.

Bindest ji bo ku bibe "pêşketî", "şaristanî" an jî "rewşenbîr û zana", dest bi çavanî û teqlîdkirina serdest dike. Ziman, helwest û nirxên serdestan wek yekane pênaseya "hebûn û serkeftinê" dibîne.

Zarok an jî mirov baweriya xwe bi hêza zimanê xwe yê dayikê winda dike. Zimanê xwe tenê ji bo "gundîbûn" an "malê" dibîne, lê zimanê serdest ji bo "dibistan", "zanist" û "pêşerojê" dibîne.

Rêya Azadiyê

Li gorî Freire, ji bo ku bindest ji nav vê travma û bêdengiyê derkeve, divê proseya “Hişyarbûna Zîhnî” dest pê bike. Ev rê bi du gavên felsefî dibe realite.

A-Modela Perwerdehiya Problematîzasyonê 

Di nav pola perwerdehiyê de zimanê dayikê nabe tiştê bişavtinê, dibe amrazê analîz û şîrovekirinê. Mamoste û xwendekar bi zimanê xwe yê dayikê di nav diyalogê de rûyê bişavtinê û polîtîkaya serdestan nîşan didin û ferzkirinên pergalê problematîze dikin.

B. Ziman Wekî Hişmendiya Azadî û Diyalogê

Ziman ne tenê civandina komeke peyvan e, ew sînorê zihniyet, nexşeya ramanê û cîhanbînîyê ye ku mirov cîhanê pê şîrove dike û wateyê dide tiştan. Dema ku perwerdehî bi zimanê dayikê re dibe yek û kûr dibe;

Zarok xwebûn û nirxa xwe ya mirovî neçarî binpêkirina zimanekî biyanî an serdest nake û nasnameya xwe bi serbilindî diparêze.

Diyalog û peywendî di nav torên civakê de careke din bi rengekî xwezayî vedije û pira di navbera nifşan de hîn xurttir û resentir dibe.

Civak, tenê bi riya zimanê xwe yê dayikê dibe xwediyê hişmendiyeke serbixwe, azad û demokratik. Rêwîtiya naskirina xwe, xwebûna xwe û reseniya xwe baştir fêm dike. 

Encam

Şîroveya Freire nîşan dide ku bişavtina zimanî tenê meseleyeke pedagojîk nîne, ew polîtîkaya bindestkirina civakî û zihnî ye. Civaka ku ji zimanê xwe yê dayikê dûr bikeve û bi zimanê serdestan perwerdehiyê bibîne, nikare azad bibe û azad bijî.

Ji bo ku gelê kurd û zarokên wan ên ku bi zaravayên cuda yên kurdî diaxivin ji nav wê 'çanda bêdengiyê' derkevin û serî hildin, perwerdehiya serbixwe ya bi zimanê dayikê gava herî bingehîn û stûna yekem e. Şoreşa zihnî û azadiya rastîn a civakî, tenê bi parastina ziman, afirandin û rastnivîsandina termolojiya zanistî û avakirina perwerdehiyeke bi zimanê zikmakî dibe realîteyek zindî.

Rizgarî û azadî ne tenê pêvajoyeke siyasî an zagonî ye, ew berî her tiştî şoreşeke zihnî û paqijkirina hiş ji zihniyeta serdest û mêtînkar e. Mirov û civaka ku zimanê xwe yê dayikê ji nû ve dike navenda fêrbûn, raman û felsefeyê, zincîrên dagirkeriya zihnî û çandî dişikîne, bi vê hişyariyê re dibe afirînerê resen ê jiyan û dîroka xwe.