Dadgehê malpera înternetê ya Yenî Yaşamê asteng kir

Malpera înternetê ya rojnameya rojane Yenî Yaşamê cara 7an hat astengkirin. Li gor biryara di malpera Saziya Agahiyên Teknolojî û Ragihandinê (BÎK) de; malpera “http://yeniyasamgazetesi7.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Dadgehê malpera înternetê ya Yenî Yaşamê asteng kir

Malpera înternetê ya rojnameya rojane Yenî Yaşamê cara 7an hat astengkirin. Li gor biryara di malpera Saziya Agahiyên Teknolojî û Ragihandinê (BÎK) de; malpera “http://yeniyasamgazetesi7.com” ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 2yan a Amedê ve hat astengkirin.

Heman dadgeriyê di 19ê Kanûnê de jî biryara astengkirina malpera rojnameyê dabû. Rojname weşana xwe li ser hesaba “www.yeniyasamgazetesi8.com” didomîne.