Da Vinciyê Rûsan: Rasputîn
Gava yek ji dijminên wî dît ku tiştek bi wî nehat, pir aciz bû, çeka xwe derxist û gule berî Rasputîn da. Rasputîn ket erdê, mîna ku tiştek nebûye rabû ser piyan, bi pêsîra zilamê ku gule berî dabûyê girt, ew dehf da û dest bi revê kir…

Grîgorî Yefîmovîç Rasputîn, bi navê xwe yê dirêj; di sala 1869an de li gundekî biçûk ê li çiyayên Uralê ji dayik bû. Bêguman, Rasputîn di dîroka Rûsyayê de yek ji wan kesan e ku herî zêde behsa navê wî tê kirin. Li gor hinekan şeytanek, li gora hinekan pîrozberekî xwedî hîkmet û li gor hinekan jî dînwenda (şêtek) bû.
Salên destpêkê
Tê gotin ku Rasputîn heta 15 saliya xwe nexwendewar bû. Piştî vî temenî, gava xwişk û birayê wî di çem de xeniqîn û mirin, wî berê xwe da jiyana dînî û dêrê. Bi salan re, Rasputîn bi behreyên (şiyanên) xwe hesiya. Ji van şiyanên wî ya herî girîng, qabiliyeta qanîkirina mirovan û girêdana wan a bi xwe ve bû.
Rasputîn sê mehan di manastirê de ma û îdia kir ku Dayik Meryem ji wî ve xuya bûye. Bi demê re, wî xwe wekî "kesê hilbijartî" da naskirin û derdorê jî ev yek qebûl kir. Piştî vê pêvajoyê, ew tev li terîqeteke balkêş a bi navê Xlîstî (Khlysts) bû. Ev terîqeteke ecêb bû. Wê îdia dikir ku rêya gihîştina Xwedê gunehên mezin e.
Bicihbûna li serayê
Piştî demekê Rasputîn ji wir veqetiya û li bajarê ku Çar (Şahê Rûsyayê) lê dima bi cih bû. Di demeke kurt de navûdengê wî belav bû ku ew mirovan qenc dike û xwediyê hêzên psîşîk e. Gava kurê Çar, Aleksî, bi nexweşiya hemofîliyê dinaliya û ti kesî nikaribû çareyekê ji vê nexweşiyê re bibîne, yek ji dostên Çar pêşniyar kir ku gazî Rasputîn bikin. Çarê ku serî li her rêyê dabû, ev pêşniyar yekser qebûl kir û Rasputîn vexwend serayê.
Rasputîn bi rêbaza hîpnozê kurê Çar ê ku demeke dirêj di nav êşan de dinaliya ji hemû êşên wî rizgar kir. Piştî vê yekê, mirovên derdorê mîna pêxemberan nêzî wî bûn. Êdî Rasputîn her roj dihat serayê û diçû; piştî demekê Çar biryar da ku ev rewş wisa nabe û ji bo ku Rasputîn di serayê de bimîne odeyek veqetand.
Rasputîn ku êdî hemû wextê xwe di serayê de derbas dikir, piştî demekê Çar jî xiste bin bandora xwe. Di serayê de êdî bû kesekî wisa ku çi bixwesta dikir û çawa bixwesta dijiya. Ev rewş bi taybetî ji aliyê dêrê ve pir hat rexnekirin. Dihat gotin ku Rasputîn ne kesayetekî dînî ye, berevajî vê, sextekarek e ku dîn ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.
Tam di vê heyamê de Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kir. Rasputîn digot ku divê Rûsya qet nekeve şer, ji ber ku di dawiya vî şerî de Rûsya dibe ku parçe bibe. Lê eger bikeve şer jî, rêya yekane ya serkeftinê ew e ku Çar bixwe serkêşiya artêşê bike. Li ser vê yekê, Çar derbasî serê artêşê bû û ket şer. Lê artêşa Rûsyayê, wekî ku Rasputîn digot, bi ser neket û têk çû. Piştî têkçûna artêşê, Rasputîn wekî xayîn hat îlankirin û rojên wî yên dawî dest pê kirin.
Çîroka mirina balkêş
Dijberên Rasputîn ên li serayê parastin ku êdî ev rewş wisa nabe û divê Rasputîn were kuştin. Ji bo vê yekê planek çêkirin. Ziyafetek amade kirin û gazî Rasputîn jî kirin. Di vê şahiyê de vexwarina bi siyanûr (jehr) dan Rasputîn, lê Rasputîn ê ku ew vexwar, mîna ku tiştek nebûye, qedeha duyem û sêyem jî xwest.
Gava yek ji dijminên wî dît ku tiştek bi wî nehat, pir aciz bû, çeka xwe derxist û gule berî Rasputîn da. Rasputîn ket erdê, mîna ku tiştek nebûye rabû ser piyan, bi pêsîra zilamê ku gule berî dabûyê girt, ew dehf da û dest bi revê kir. Piştî ku wî dest bi revê kir, gule li pey wî hatin barandin. Bi lêdana 3 guleyan Rasputîn ket erdê. Dijminên wî gava dîtin ku ew hîn nemiriye, ew girêdan û avêtin çem. Piştî çend rojan, gava li ser cesedê ku li ber qiraxê çem hatibû dîtin, otopsî hat kirin, hat fêmkirin ku ew ne ji ber birînên çekê, belê ji ber xeniqînê miriye.
Nameya veşartî ku piştî mirina wî derket holê
Piştî mirina Rasputîn ku dihat gotin xwediyê hêzên serwerzî (serxwezayî) ye nameyeke ku wî nivîsandibû derket holê. Di nameyê de wiha hatibû nivîsandin:
“Ez ê beriya 1ê çileyê werim kuştin. Eger ez ji aliyê esilzadeyan ve werim kuştin; dê hemû esilzade ji Rûsyayê derkevin, li Rûsyayê dê bira bira bikuje, di nav 25 salan de yek esilzadeyek jî li Rûsyayê namîne. Û eger di mirina min de tiliya Çar hebe, ti zarokên Çar nikarin zêdetirî 2 salan bijîn û gelê Rûsyayê dê malbata Çar bikuje.”
Bi salan re derket holê ku tiştên Rasputîn di vê nameyê de gotine, yek bi yek pêk hatine.


