Civaka demokratîk, vegera li ademiyetê ye
Divê sazî û dezgehên civakî bi hişmendiya serdestiya sosyolojîk tevbigerin. Serdestiya sosyolojîk, tê wateya xwedîderketina li paşerojên azad, li sosyokulturel, sosyopolîtîk û sosyoekonomîkê. Eger ev bibe, dewlet wê di aliyê cemaweriyê de bibe dewleta gel; hêza serdest û xwedî erk jî wê bibe gel; artêş, meclis, desthilatdarî û burokrasî wê înîsiyatîfa gel nas bikin.

Cîhan di serdemeke dramatîk de ye û pirsa îronîk ev e: Xweza tê talankirin, gerdûn ji elementên jiyanê tê şûştin, rêya feylesofan a helbestvan û nivîskaran tê girtin; çekdarî û fuzeyên balîstîk zêde dibin, aqilê çêkirî di xizmeta rastmalan de ye. Gelan jî dikin koleyên spî. Gelo rêya çareseriyê çi ye?
Vê şaşîtiyê, mirovanî-ademiyet kiriye nav erdhêjek sosyolojîk; ji avakirina netewe-dewletên kolonîst û kolekirina gelan heye. Çend nifş in, çend sedsal in, ti îdeolajiyan, ti şoreşan ev pirsgirêk çareser nekiriye. Mirov dikare behsa Gandhî, Mandêla, Lenîn bike, mixabin gewîtiya nijadperestan, kurrîtî û temahiya rastmalan zorek dijwar kirin, hişmendiya civakan kor kirin û dikin.
Li dijî vê rewşa sosret û li dijî fîgurên dîrokî ku radîqalîzm kirine bingeha jiyana xwe; Rêber Abdullah Ocalan pêngava dîrokî, “Aştî û Civaka Demokratîk” da destpêkirin. Ez dubere dikim, ev pêngav şoreşek radîqal e û guhertinek bingehîn esas werdigire. Di vê guhertinê de, vegera li nirxên ademiyetê-însaniyetê heye.
Mixabin di ser pêvejoyê re sal û nîv bêhtir derbas bû. Rayedarên dewleta tirk û medyaya wê, gotina “Tirkiyeya bêteror” terk nekir. Eniya kurdan jî, di “wate û aîdîyeta” nasnameya kurdî de, gotina “komara demokratîk” bi kar tîne.
Wateya her du gotinan ji hev cuda ye. Rayedarên dewletê, bi tohmet û tawanbariya Tevgera Azadiya Kurdî û Gelê Kurd hereket dikin. Kurd jî, bi tohmet û tewanbariya sîstema sed salî hereket dikin. Du dîtinên li dijî hev in û tê wateya ku têkoşîna di navbera dewleta tirk û gelê kurd de dewam dike. Kurdan çek dane rawestandin, lê dewleta tirk, şerê li dijî kurdan bi komên çete, mafyoz, şebeke û teşkîlatên cuda didomîne. Ev rengê şer, cureyekî nû yê terorê ye.
Kurd, ji sedema vê helwesta dewletê, nerazîbûna xwe nîşan didin, vekirî nebaweriya bi dewletê tînin ziman.
Hin akdemisyen û nivîskar gotina; ‘’eniyên li dijî hev, bandorê li hev dikin.” Ev rast e, lê dema aliyek, aliyê din biavêje derî xişkê û bixwaze ji holê rabike, armanca hevpar ji holê radibe. Eger aliyek raweste û aliyê din di nav liv û tevgera ‘’terorê“de be, çênabe. Dewlet, xwe ji hemû kiryarên qirêj bêrî nîşan bide jî, kurd dibînin û vedibêjin. Dewlet, çavdînî cîhanê û gel, hinek ji endamên komên terorê bigire jî, piştî çend rojan wan berdide. Gel vê jî dibîne û tîne ziman.
Armanca veşartî heye û sûc tê kirin.
Aştî û Civaka Demokrtaîk, li ser bingeha ‘’paradîgmaya guhertin û çareseriyê di rengê têkiliyên dilsoz“ de hatiye destpêkirin. Mixabin, dewlet û detshilatdariya wê, sosyolojiya qirkirinê ya Ziya Gokalp terk nekiriye.
Balkêş e, dinamîk hatine guhertin, disîplîn, vîzyon û tora honandina civakan jî hatiye guhertin. Rewşa nû ku bi gotina ‘’civaka li ser bingeha dijîtal“ hatiya avakirin jî heye û modernîte jî di krîzên klîmatîk û sosyolojiya hawirkanî de asê maye. Ev jî bandorê li wê hişmendiyê nake ku di şikefa Ziya Gokalp de kilîtkîrî maye.
Korîtî û di paşverûtiya yekparêz de israr heye!
Dema Rêber Abdullah Ocalan, paradîgmaye ‘’Aştî û Civaka Demokratîk“ aşkere kir, tenê ne aliyê polîtîk, aliyên felsefî û guhertinên bingehîn jî anîn ziman. Ev guhertin jî, cîhan, dewlet, civak, demokrasî û mirovên nû ye! Lê rayedarên dewletê, bi hişmendiya Teşkîlatî Mahsûsa û Îttîhat Terakkiyê hereket dikin.
Ev jî kuştina felsefê û diyalektîka xwezayî ye!
Têkiliya Teşkîlatî Mahsûsa û Îttîhat û Teraakî, bi felsefê çênebûye wan her dem pratîka çete û terorê bi kar aniye. Bi gotineke din; ew bi rêya terorê, rêya siyaset, hişmendî û aqil ji holê radikin, tesfiyekirinê esas digirin. Ev siyaseta kuştina ‘’populasyona civakî’’ ye. (1)
Hinek akademîsyen têkiliya kurd û tirkan di çarçoveya ‘’mutualîzm“ê de dibînin. (2) Ev ne rast e. Ti caran û ti demê; pêdivî û pêwistiya kurdan bi dewleta Osmanî û tirkan çênebûye. Lê û teqez; di her serdemê de, pêdivî û pêwistiya, fîzîkî û ekonomîk ya Selçûkiyan, ya Osmaniyan û ya tirkan bi kurdan çêbûye. Dîrok şahidê vê rastiyê ye, îro jî, ev rastî dubare dibe.
Rêber Abdullah Ocalan, ji ragihandina agirbesta pêşî, 20 adara 1993an, û heta îro, behsa têkiliya kurd û tirkan dike; (3) lê yek carê ‘’biratiya romantîk“ neaniye ziman.
Tê zanîn ku agirbest, li ser pêşniyaza Serokkomar Turgut Ozal a 6 xalan hate ragihandin. Serfermandarê giştî yên cendirmeyan Eşref Bîtlîs jî, Turgut Ocalan destek dikir. Dewletê, ku ‘’komara bêteror“ kiriye benîştê devê xwe; di 17ê sibata 1993an de Eşref Bîtlîs kuşt; piştî bi mehekê, di 17ê nîsana 1993an de jî serokkomar Turgut Ozal kuşt.
Ev kiryara qirêj, mîrateya Teşkîlata Îttîhat û Terkakî û Teşkîlatî Mahsûsayê ye û terora navxweyî ye. Piştî kiryarên bi vî rengî, propagandeyeke ‘’giybet“î jî dikin. Armanca propagandeya giybetî, xwe paqijkirin, mandelekirin û wenda-giyabî kirina kuştinan e. Ev kiryar di Hucuret, ayeta 12mîn ya Qur’ana pîroz de jî; weke ‘’xwarina goştê birayê xwe yê mirî“ tê pênase kirin.
Di mînakên cîhanê de em dibînin ku; aliyên çarseriyê, bi aramca parastina nirxên demokratîk tevdigerin. Alî, li ser rêyên çareseriyê kûr dibin, li ser guhertin û modernîzekirina qanûnan diaxivin. Ev kar li darî gel tê kirin û di rengê pêkanîna dengeyek maqûl de tê kirin; hem wateya pêvejoyê, hem pratîka di pêvejoyê de tê parastin.
Vêca rewşa li Tirkiyeyê; aliyê kurd dilsoz e, gavên pratîkî avêtin. Mixabin desthilatdarî û dewleta tirk, tenê diaxivin û gotina ‘’Tirkiyeya bêterorê“ bi kar tînin. Bi vî rengî, ‘’îmaja serketina xwe“ ya li dijî Tevgera Azadiya Kurd destnîşan dikin. Ev helwest, „qamuflaj“kirîn e. Rewşek trajîk heye û mirov hêviya siyasetek bi ahlak ji desthilatdarî û dewletê nake. Lê pirsa îronî ev e; saziyên civakî, sendika, saziyên mafên mirovan, yên pîşeyî, baro, keddar û karmend, medya bi etîk û hwd, çima bi inîsiyatîfek civakî tevnagerin, bi hişmendiyek ontolojîk tevnagerin û li pêvejoya aştî û civaka demokratîk xwedî dernakevin?
Şer û sîsteam antî demokratîk, bi qasî kurdan ziyanê dide wan jî.
Ji bo vê jî, divê sazî û dezgehên civakî bi hişmendiya serdestiya sosyolojîk tevbigerin. Serdestiya sosyolojîk, tê wateya xwedîderketina li paşeroja azad, li sosyokulturel, sosyopolîtîk û sosyoekonomîkê. Eger ev bibe, dewlet wê di aliyê cemawerî de bibe dewleta gel; hêza serdest û xwedî erk jî wê bibe gel; artêş, meclis, desthilatdarî û burokrasî wê înîsiyatîfa gel nas bikin. Dadgerî jî wê li ser dîwarê xwe, ‘’edalet bingeha heqaniytê ye’’ binivîse. Wê hingê dê Tikriyeya demokratîk û sîstema gel derbikeve holê ku her kes dikaribe bi nasnameya xwe, bi îradeya xwe ya civakî tevbigere.
Candarên ji yek nifşî ku li erdekê dijîn, bandorê li hev dikin, di nav hev de zêde dibin.
- Têkiliya sûdewariya du organîzmeyên cuda ku sûdê bidin hev. Yanî rengê jiyana sîmbiyotîk e. Ev biwêj, hem di aliyê biyolojîk de, hem di aliyê aborî de tê bikaranîn.
- Piştî serokkomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal, bi rêya serokê YNKê Celal Talabanî, pêşniyara çareseriya ji 6 xalan li Rêber Abdullah Ocalan kir, di 20 adara 1993an de agirbest hat îlankirin.


