Civaka demokratîk û psîkolojiya humanîst
Mijara hevpar a mirovaniyê şer û aştî ye. Li her erdnîgariya cîhanê, rengê şeran weke hev e. Lê aştî cûda ye. Sedema cûdahî û guhertina rengê aştiyê jî vijdan e. Li cihê ku vijdan lê nebe, her dem tunekirin û wêrani heye. Di pêvejoya sed salî de li Tirkiyeyê her dem şer hebû.

Mijara hevpar a mirovaniyê şer û aştî ye. Li her erdnîgariya cîhanê, rengê şeran weke hev e. Lê aştî cûda ye. Sedema cûdahî û guhertina rengê aştiyê jî vijdan e. Li cihê ku vijdan lê nebe, her dem tunekirin û wêrani heye. Di pêvejoya sed salî de li Tirkiyeyê her dem şer hebû.
Li hemberî ku kurdan, di serdema şerê neteweyî de, arîkariya Tirkan kir jî, pêşengên kurdan vedixwendin hevdîtinan, xiyanet li wan dikirin û dikuştin. Ev rastiya trajîk dîroka Tirkiyeyê ye. Îro, bi saya şerê nîv sedsalî û îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan, rewşa trajîk û dîrok hatine guhertin, enerjiya civakî derketiye holê. Kurd jî bi diyalektîka vê enerjiyê tevdigerin û diaxivin.
Bi taybetî piştî ku bi inîsîyatîfa Rêber Abdullah Ocalan, pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hate dest pêkirin, eşkere bû û hate dîtin ku kurd xwedî referansên alternatîf in. Tirkên yekparêz şaş bûn! Dema pêşengên kurdan diaxivin, dilê wan tê daxdan. Bi taybetî di mitingên dawî yên li Bakurê Kurdistan û metropolên cûda yên Tirkiyeyê de, eşkere bû ku îdeolojiya Rêber Apo li nava komên xelkê belav bûye û ketiye qonaxa biyolojîk
Her çiqasî navê wê ne hatibe fikirandin jî, pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, di nava tevahiya gelên Tirkiyeyê de “psîkolojiya hûmanîst” derxistiye holê. Piştî ku Tevgera Azadiya Kurd sembolîk çakên xwe şewitandin, saziyên kurdan jî helwestek dilsoz û bi vijdan nîşan dan, bayê hûmanîstî bi xurtî bizivî.
Humanîzm, di sedsala 14mîn de li Ewropa destê kir. Li Tirkiyeyê nû nû derî ji vê hişmendiya ademî û felesefî re vedibe. Zor çêbû û divê ev zorî werê nîqaşkirin û nirxandin. Çima, ji ber ku têkoşîna nîvsedsalî, serdemek dirêje, bandora wê jî hem li gelek nîvsedsalan bûye, hem li gelek nifşan bûye û wê bibe.
Ev helwest, “manîfestoya şoreşa civaka demokratîk”e. Gelo “humanîzm” wê dikaribe faşîzma yekperestiya faşîzan bikuje? Pirs giring e û divê bersiva xwe bibîne. Sahîh e ku wê bersiv jî, bibe mirina netewe-dewletê! Serketina demokrasî yanî!
Pêşengê pêvajoya “pîskolojiya humanîst” Rêber Abdullah Ocalan e. Karekî fîlozofîk e û tê wateya şoreşa li Tirkiye û Kurdistanê. Ev reçeteya şoreşa demokratîk, wê ne hêsa be. Lê wê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn bike.
Netewe-dewlet, hespê miriyê û hespê mirî jî bi qamçiyan ranabe.
Cendereya nasyonalîzekirin-Turanîzmasyonê çand û hunera gelan tune kiriye. Gotina; “di nava sînorên Tirkiyeyê de kî dijî tirk e” poltîqeyek klasîk e, daxwazek bi “şatafat” û qirêj-mekrûh e, paşverûtiyek bi rezalet û haqareta li gelan e, rûreşiyek li hemberî dîrok û demokrasiyê ye! Harmonozîsyon û formulasyonek bêformul, bê rebaz e, yanî deregûlasyon e, yanî “lîmît jiyan”a lanetkirî ye!
Balkêş e, aştîxwaziya Rêber Apo, biqasî şerxwaziya wî bûye sedema êrîş û nîqaşan. Cîhan dizane ku PKK, bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan de, ne ji bo pêdiviyên fîzyolojîk, ji bo azadî û mafên demokratîk rahişte çekan. Ev berxwedan li ser bingeha îdeolojîk hate destpêkirin û ji hemû berxwedanên kurdan cûda ye. Ji bo vê jî ji aliyê hemû kurdan ve, li cîhanê jî ji aliyê înternasyonalîstan û mirovên aqîl ve hate destek kirin. Lewma sînor derbas kirin û gerdûnî bû.
Îdeolojî û paradigmeya Rêber Apo, dinava zanistên cîhanê de bi balkêşî tê nîqaşkirin. Dem deman kesayetên siyasî jî tevlî van nîqaşan bibin jî, sistema kapîtalîst, ji nirxandinê bêhtir dixwaze paradîgmeyê ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne.
Îdeolojî giring e û dibe bingeha sazûmankariya potansiyala mirov û civakan. Me ev rastî dît û dijîn! Lê sîstema kapîtalîst, yanî aşiq û miriyên ekonomiya talan û kedê, ji sedî sed “bîad”ê dixwazin. Kurdan ev rastî jî fêhm kir û utopîstî û xeyalperestî dûrketine. Ew bi xwe çîrokên xwe û utopyayên xwe dinivîsin.
Mixabin hûmanîzm, demokrasî, wekhevî, maf û jiyana hevreyî, rûmeta mirovan û civakan, li xiş û hesabê yekparêz û faşîstên Tirk nayê. Dewleta Enqerê, sed sal in di hiyerarşiya siyasî, burokrasî, eskerî, perwerdehî, medya û civakî bi “kurr”îtiyek derî xwazahî, hovane, bi teoriya ku cihê wê di zanistan de nîne tevdigere. Di şer de vijdanê wan nebû, îro, di serdema aştiyê de jî tevgerek, hewldanek bi vijdan nîşan nedan. Ev helwestek xerab e û motîvasyona mirovan, ya civakan xerab dike.
Faşîst, bê perwa êrîşî kesayet û nirxên Kurdan dikin. Sed sal in, zimanê welaqî ne guhertine... Sed sal in dewletê, sîstemê, şerê hundir û derve, ewlekarî, maf, demokrasî, heq û hiquq nîqaş dikin; encam jî anarşî û terora dewletê ye.
Di vê pêvejoyê de, tirk weke du alî û parçebûyî xuya bikin jî, di bêformul û bêrêbaza ku navê wê “deregulasyon”ê de israr dikin. Ji bo çareseriyê çûne ber lingê Rêber Apo, lê hîna tecrîd dewam dike; li meclîsê komisyona çareseriyê hate avakirin, lê gavek şênber navêtin; “mafê hêviyê” ku mafê girtiyên kurd û Apo ye, nakin pratîkê. Ha ha gotina sedsala bê teror û teslîmiyetê li kurdan ferz dikin.
Ewropa ku xwe weke “kampa demokrasî” bi nav dike jî bêdeng e. Tirkiyeya bi nakok û dinava şer de li xiş û hesabê wan tê. Ev “maqûs talîh”, encama peymana Sykes-Pîcot e. Ev peyman têkçûye û ne tenê gelê kurd, gelê tirk û gelên li Tirkiyeyê teva aştiyê dixwazin, lê dewlet, desthilatdarî, hîna stranên ji bo yekperestî dixwînin. Ewropa jî geh maesstro ye, geh “naqarat”ê dike. Maf. hiquq, di hêza global de hatine zincîr kirin.
Darb-i mesel ew e ku dewlet heye, maf û hiquq nîne. Di mitingên dawî yên li bakurê Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê de, gel îradeya xwe nîşan da, diruşmeya aştiyê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan qîriyan. Di wan mitingan de tenê kurd nebûn, ji hemû gelên Tirkiyeyê mirov hebûn. Bi gotinek civakî, li meydanê “ziyafet”ek hebû û di lîteratura kurdan de, “ziyafet” xwarina ji bo xêrê û aştiyê ye. Bi gotineke din, ew miting, sifreya “kanaat û baweriyê” bûn. Gelo, dijberiya li dijî ziyafeta xêr û aştiyê, dijberiya li dijî sifreya “kanaat û baweriyê”, ne welaqî û helwestek kerberazî ye?
Welaqî, nifşê bergilî ye, kerberazî jî mixloqatekî hîna ne hatiye dîtin e. Balkêş e, beşek ji kurdan jî tevlî katwanê turanîst-faşîstên tirk bûne. Lê mirov nikare her du basikan “sîmetrîk” nîşan bide.. Li dijî diyalektîka jiyanê ye, yek hukumran e, yek bindest e û dinava çerxa tunekirinê de tê hêrtin. Helbet, mirov dikare hin rêbazên hevdîtinan, hin daxwazan kêm bibîne û rexne bike. Ev dibe. Dîse jî divê argument bêne destnîşan kirin. Eger ev nebe, helwestek ji etîkî dêr çêdibe û nayê qebûl kirin.
Reva ji şoreşa civaka demokratîk nînem, paş de gavvêtin jî çênabe.
Hal-î Îhtilal-şoreş heye. Wî hal-î îhtilal, di pêşengiya Rêber Apo dest pê kiriye, dinava gelan de, “psîkolojiya humanîstî” derketiyê holê, sîstema sed salî wê têk biçe û “dewleta gelan” ava bibe. Reva ji hal-i îhtilal çênabe.


