Civaka Demokratîk metefora aqil e
Divê esseh werê zanîn û sahîh e ku “fenomenolojiya hafizeyê”, ne para dewletê ye. Em aqilê dewletê bikartînin, lê ev gotin nayê wateya “hafizeyê”. Hafize ya gelan û civakan e û kolektîf e. Her kar û tiştê kolektîf, ya civakan e û têkildarî dîroka hevpar, ked û afirgeriya hevpar e...

Metafîzîka kurdan û hebûna kurdan a ontolojîk çiyayên Kurdistanê ne. Tabloyên metafîzîka kurdan du ne; Yek Promethause, yek jî Kawayê Hesinkar e... Her du destan, hişmendiya kolektîf û zemtkirina dem û mekan e! Aîdîyeta dîrokî a kurdan jî bi saya Kawayên hemdem hate bidestxistin. Lewme lehengên têkoşîna vê aîdiyetê bi me re dijîn. Gotinek ji qalibê xwe zêde nîne ku em bêjin; wan lehengan sînorên demê derbas kirine û nemir in.
Em hinekî vekin; Promethause, li Çiyayên Zagrosê, agirê ocaxa xwedawendan anî û radestî mirovaniyê kir, bi zincîrkirina lat û berzehan hate ceza kirin û berdêl da. Lehengên li Zindana Amedê jî, hişmendiya kolektîf a civakê radestî mirovaniyê kirin, bi dîwarên kor ve hatin zincîrkirin û berdêl dan.
Kawayê Hesinkar, li dijî zilma Dehak, li Çiyayên Zagrosê agirê Newrozê pêxist û berdêl da.
Lehengên Tevgera Azadiya Kurd, li dijî Dehakên serdemê, bi dilê “mest-î aşk”a azadiyê derketin rê, li Çiyayên Zagrosê agir pêxistin û berdêl dan.
Çalekiyên her çar baskan jî bûne destan!
Bûyerên li Çiyayên Zagrosê, destanên mitolojîk in û bûne aîdîyet. Ji bo vê jî, lehengên mîtolojîk kal nabin, di her demê de û li her mekanî bi civakan re dijîn. Vêce, berxwedana li Zindana Amedê di wejeya devkî û nivîsîkî de zindî ye û be me re dijî. Lehengên ku fişeka pêşî teqandin, “gora betonî” parçe kirin, kurd ji mirinê rizgar kirin, nemir in û bi me re dijîn.
Ev leheng weke peykerê Kronos, di destekî xwe de pirtûka bi bawerî û têgihiştina îlahî hatiye nivîsandin, “mest-î aşk” girtine, bi destên din jî asoyên paşerojan nîşan didin û banga meşa ber bi siberojên azad dikin...
Ev leheng li dijî kaosa tunekirinê bûne çavkaniya dîroka nû.
Dîroka nû, anafor û metefora aqilê civaka demokratîk e. Civaka demokratîk şoreşa herî mezin ya cîhanê ye; pêdiya wê bi “hafizeya demokratîk” heye. Derî hatiye vekirin, gava destpêkê hatiye avêtin, temam kirina pengavê, êdî binbarî û berpirsiyariya nivîskar û rewşenbîran e.
Divê em mirovên entelektuel û rewşenbîr tevlîhev nekin; rewşenbîr aqilê endesyarî û afirger e; xeleka navbera demê û vegotina rast e. Entelektuelî aqilê jiyana rojane û modeyê ye! Ji bo vê jî, pêdiviya serdema me bi aqilê ku destekê bidin stratejiya siyasî û civakî heye. Pwist e, em di dewsa sembolên faşîzma Turk-î Turan de, sembolên “îdelîzma demokratîk” ava bikin.
Destnîşankirina sembolên îdealîzma demokratîk giring in û destpêk jî ziman e.
Em dizanin ku hîna pêjna dewsa faşîzmê li devê deriyê Kurdan tê bihîstin. Eger em xwe denyndarê şehîdên azadiyê dibînin, pêwiste em li mîrateya wan xwedî derkevin.
Di qonaxa îro de, hatiye fêhm kirin gihiştina jiyana azad tenê bi têkoşîna fizîkî çênabe. Ligel têkoşîna fîzîkî, pêwistî bi têkoşîna hişmendî heye. Civaka demokratîk, parzûnkirina ji dîrok û tecrûbeya şoreşên cîhanê ye û karê aqil, stratejî û formatên endesyarî ye.. Divê form û argumenên civaka demokratîk werin destnîşankirin, civakên li Tirkiyeyê jî bibînin û fêhm bikin.
Di encama siyaseta sed salî de, di mêjiyê mirovan de, di serê civakan de metefor çêkirin, atlasê mêjiyê mirovan serûbinî hev kirin. Pêwiste şîfreya hemû sembolên faşîzma veşartî werin eşkere kirin deşîfre bibin. Bi taybetî, metefora herî mezin ku di wêje, ziman û îdeolojiya dewletê de çêbûye, divê bi têkoşînek xurt werin berteref kirin.
Ev şîfreyên sosret, di romana “Yaban” ya Yakup Kadrî Karaosmanoglu de, di romana “Dewleta Ana” ya Kemal Tahîr de veşertî ne. Guman dikim wê pêwistî çêdibe ku mirov, li ser destana “Kuwayî Milliye” ya Nazim hikmet jî raweste... Zimanê van berheman zimanê îdeolojiya fermî ye û sosyolojiya yekeperestî ye... Lewma di aliyê ziman de, di aliyê nirxandin û şîrovekirina sembolên faşîzmê de têkoşînek mezin divê.
Navê vê têkoşînê, têkoşîna epîstemolojîk e, yanî zanista felsefî ye û şertê nebe nabe ye!
Têkoşîna epîstemolojîk bi arşîvan çêdibe. Kurdan jî, di têkoşîna nîvsedsalî de arşîvên mezin derxistin hole. Bi têrahî belge, argumenên bi forum, figur û sembol di arşîvan de kom kirin. Êdî neynika dîrokê, doh û sibe nîşan dide; hem di aliyê felsefeya dîrokê de, hem di aliyê nirxandin û şîrovekirinên bûyerên rojane de, têgihiştinek têr û tejî derxistiye holê.
Pirsa gelan hevpar e û pêdiviyê bi hafizeya epîstîmolojik dibîne. Me li jor got, mercên dîrokî û sosyolojîk derketine holê. Îdolojiya fermî ya dewletê ne aîdîyeta gelan e û nêrîneke objektîf nîne. Wajî wê, nêrînek radîqal e û li dijî aîdîyet û hafizeya civakan e...
Têkoşîna kurdan, paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan sîstema înkarê, îdeolojiya yekperest mahkum kir. Bi ideala civaka demokratîk, nunertiya civakî ya epîstemolojîk, bi nasnameya xwe, bi jiyana wekhevî û ji her cûre cihêkariyê dûr derxistwe holê. Ev gavek dîrokî ye û her cûre otorîteriy red dike. Civaka demokratîk, sîstemek li derî sînorên netewe dewletan e, di aliyê hafızeye civakî de jî li gorî mercên serdema me û têgihiştina felsefî ye.
Her cûre metirsinî, otorîterî, tehdîdên yekperestî û berjewendîst red dike.
Divê esseh werê zanîn û sahîh e ku “fenomenolojiya hafizeyê”, ne para dewletê ye. Em aqilê dewletê bikartînin, lê ev gotin nayê wateya “hafizeyê”. Hafize ya gelan û civakan e û kolektîf e. Her kar û tiştê kolektîf, ya civakan e û têkildarî dîroka hevpar, ked û afirgeriya hevpar e...
Şaristaniya cîhanê bi destên nifşan, bi sebir, aqil, îrade û têkoşîna hevpar hatiye avakirin.
Yek ji mekanên vê şaristaniyê Mezopotamya ye. Lewma lehengên destanî ku li mîrateya Promethaus û Kawayê Hesinkar xwedî derketin û dest bi têkoşînê kirin, gel rakirin ser piyan û gihandin qonaxa îro mîratzadeyên xwedawendên Mezopotamyayê ne. Bêguman zemt kirina vê qonaxê li ser bingeha îdeolojî û paradîgmeyek gerdûnî çêbû. Bi saya wan lehengan û bi pêşengiya Rêber Apo, “civaka demokratîk” hate dest pê kirin. Civaka demokratîk metefora aqil e, ji bo avakirina vê sîstemê jî, sebir, aqil, îrade û têkoşîna hevpar ya gelan pêwist e.
Pêkanîna civaka demokratîk şoreşa mezin ya gelan!


