Civaka demokratîk gardiyantiya dewletê red dike

Tevgera Azadiya Kurd, di têkoşîna nîvsedsalî de, gelê Kurd gihande radeya ku diyalektîka hişmendiya civakî zemt bike, weke neteweyeke modern haraket bike... Eger em vê rewşê karekterîze bikin; Gelê Kurd, doh dizane, îro dibîne, bi sibêrojan re têkiliyan ava dike û wek hêzek dînamîk têkoşîna xwe didomîne.

•
1 deqe xwendin
 Civaka demokratîk gardiyantiya dewletê red dike

Helwesta dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê,  li hemberî pêvajoya “aştî û civaka demokratîk” balkêş e. Mirov ji kîjan alî ve dinêre. Tiştekî ku mirov dest bigire nîne, tenê Dewlet Bahçelî dibêje, lê kesekî ku bipêjê nîne. Lewma barê Kurdan giran e!.. 

Ya rastî, mêjî û sîstema dewleta Enqerê bi sirr û razan dagirtî ne û bûye bingeha anarşî û terora germ. Yek desthilatdariyê dest nedaye vê sîstema tarî, ji bo ronîkirinê çirayek jî pênexistîye. Bi gotina Machiavellî, tirs bûye daqoqê himmandî,  dema pêwîst dîtine, li serê gelan dane. Kesê ku daqoq di destên xwe de girtiye artêş e, hem  dewletek otorîter, hem “cemiyeta esker” ava kiriye... 

Burjuwaziya Tirkiyeyê, artêş kire nava çerxa kapîtalîzmê û weke “holding”ê kar pê da kirin jî serneket.  Hemû hewldanên wan di “kirasê îronîk” de fetîsî û têkçûn. 

Cemîyeta esker, bi taybetî ji kesên bi koçberî û mubadelê anîne Tirkiyeyê derketine. Teva ji welatên cûda ne û di psîkolojiya tirsê de dijîn. Tirs, ‘îdeal’an berteref dike, statukoyên mekanîk diafirîne. Komên xelkê ku ji deverên cûda anîne, di aliyê hişmendî û psîkolojîk de, ji hev cûda bin jî, di netewperestî û otorîteya  dewletê de kilît bûne...  

Weke îddîa dikin û dibêjin, dewlet jî ne ya wan e; wajî wê, li rondikên çavên nan nêre wan dikuje... Mînak: Dewleta otorîter, di nava 112 salan de 124 rojnamevan, nivîskar kuştine. Ev qurban, tenê ji medya Kurd nînin, pirraniya wan ji medya Tirk in.  Dewleta ku terora germ zindî dihêle, li Kibrisê jî rojnamevan kuştine.

Di komkujiya Otela Madimak de, li gel nivîskar û rewşenbîrên ji gelên cûda, zarokên 12, 15 salî, ciwanên 18 û 19 salî jî hebûn. 

Bêguman xewn û xeyalên wan koman, jiyana azad û aramî bû. Lê mînakên trajîk didin xuya kirin ku dewletê,  ew komên xelkê ji erdnîgariyên cûda, ne ji bo azadî û bextewariya wan, ji bo bikaranîna “guhartina demografîk” û ji bo  tevlîkirina “cemiyeta esker” anîne Tirkiyeyê.  Sahîh e, ku azadî û jiyana bextewar hêvî û daxwaza mirovaniyê û hemû gelan e. Mixabin li Tirkiyeyê û  tevahîya Rojhilata Navîn,  xewn tejî teba ne, xeyal jî tejî xwîn e. 

Sedem jî, despotîzma dewletan e.    

Bi gotina Merdan Yanardag; li Tirkiyeyê “despotîzma dewletê”,  berhemê Îsmet Înonû ye û bi destê artêşê  hatiye avakirin û bûne bingeha “sefaleta zanistiyê”, bûye “sefaleta giyanî” û  sosyolojiya civakan jî xerab kiriye... Hemû riyên zanista sosyolojîk hatine girtin, tenê riya  îdeolojîya ferdî “kemalîzm” vekirî hatiye hiştine. Ev  jî bûye bingeha “mîlîtarîzm”ê, aliyê netewperestiya bi xwîn serdest kiriye û nexweşiyên “nevrozîk” derxistine holê... 

Lewma “wêjeyek anonîm”,  “folklora yekrengî û yekgirtî”  derneketiye holê...  Ji nirxên anonîm bêhtir, putên siyasî  derxistine hole...  Îdeolojiya yekperestî û aqilê otorîter, bandor li Suriye, Iraqê û tevahiya herêmê jî kiriye û dike.

Bûyerên dawî yên li Iraq û Suriyeyê, yanî destdirêjiyên Tirkiyeyê mînak in!.. 

Aqilê otorîter, gardiyantiya sîstema yekperestî xurt kiriye û dike. 

Yekemîn car e ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan û bîrdoza, “aştî û civaka demokratîk” deriyê  demokrasî û paşerojên azad ji gelan re vedibe. Dubare dibêjim; “civaka demokratîk”, şoreşek civakî ye; bi perspektîfên dîrokî, bi zanistiya sosyolojîk hatiye stewihandin û tevahiya gelan eleqedar dikê. Perspektîfek gerdûnî ye, rê li ber milîtarîzmê digire, yekperestî û  gardiyantiya netewe-dewletê red dike!.. 

Bêguman wê zor be... Li welatekî ku baweriya orîjînalîteya siyaseta klasîk jî, ya nû jî nîne pêkanîna demokrasiya demokratîk zor e... Sîstemên otorîter ji demokrasî ditirsin... Ev nexşeya dewletên li Rojhilata Navîn e; qanûnên polayî, “takrîr-î sûkûn”in, bîrdoza feylesofê Emerîkî Robert Nozick, “azadiya ferd”î jî nîne.... 

Dewleta otorîter,  ji bo ku têkoşîna gelê Kurd berteref bike, gelên cûda û komên xelkê ku ji erdnîgariyên cûda anîne Tirkiyeyê,  di”tahrîk-fitne”, “putên siyasî” û  “fetîşên” hatine afirandin de bikartîne. 

Lewma û teqez, pêdivî peymana civakan  heye. 

Ev jî dikare li ser bingeha hiquqê demokratîk çêbibe. Sal û nîv di ser pengava “aştî û civaka demokratîk” re derbas bûye, “barîqat-dîwarê” li pêşiya mafên demokratîk yên Kurdan û tevahiya gelan nehatiye hêrivandin. Dîwarê yekperestiya li Tirkiyeyê, ji “Diwarê Berlînê”, ku beriya 37 salan hate hêrivandin, hişktir û saxlamtir e!...  Ev barîqat-dîwar, “terora germ”  diafirîne û tê xwestin, weke berê, vê pêvajoya ku weke “peymana civakan”  xwe ferz kiriye,  têk bibin.  

Despotîzma dewlet û despotîzma desthilatdariyê tevlîhev bûye, hemû maf û azadî hatine berteref kirin.  Jiyana tu kesî di ewlekariyê de nine. Voltaire dibêje; “di dema kraliyet û sîstemên monarşîk de jî dikare hin azadî hebûn. Ev nayê wateya ku demokrasî û siyaseta demokratîk heye.”

Rojnamevan, edîtor û nivîskarê Ingilîstanî Lord Acton jî dibêje; “divê her cûre azadî, ji kontrola dewletê  cûda be” Ev  jî “bîrdoza Newton” tîne bîra mirov.  Newton, gerdûnê weke saetê ku bê rawestandin  digire binav dike. Sîstema dewleta Enqerê, çerxek nankor e, bêbext e û dostên gelan nîne!.. 

Çerxa nankor,  di serdama “utopîk” û “macereya kadro”de hate xurt kirin. Serdema kadro, serdema lêgerîna avakirina çandek nû ye. Kesên bi navê kadro kar dikirin; xwestin li gorî dîroka çêkirî, di hişekî hevpar de diyalektîkekê bibinin, biafirînin û bi gelan bidin qebûl kirin.  Lê hêza kesên “kadro” têra pirs û bersivên ji bo diyalektîkê nekir. Tenê gotina “şoreşa Anatolya” weke sirr û razekî nûderxistin pêş. Lê lingên gotinê li hewayê ne. 

Pêwistî bi keşîf kirinên nû nîne; bi hesabê matematîkî, 2x2=4,  sahîh e ku bi saya têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd,  sirr û razên sîstema dewleta Enqerê hatine eşkere kirin. Pêşî dîrok, piştre kiryarên çepelî yên  gladio û JÎTEM, piştre çeteyên weke Susurluk, piştre têkiliya dewlet û mafîa, qulp û davik, çalên asîdê, komkujiyên bi rengên cûda û hwd. hatin deşîfre kirin. Ev kujer û komên anaforîst, dijminên gelan e û bandor li hiş û diyalektîka jiyana komên xelkê jî kirin. 

Vêce,  doh ne îro ye, îro jî ne doh e!... Neynika dîrokî tiştekî din dibêje!..         

Tevgera Azadiya Kurd, di têkoşîna nîvsedsalî de, gelê Kurd, gihande radeya ku diyalektîka hişmendiya civakî zemt bike, weke neteweyeke modern haraket bike... Eger em vê rewşê karekterîze bikin; Gelê Kurd, doh dizane, îro dibîne, bi sibêrojan re têkiliyan ava dike û wek hêzek dînamîk têkoşîna xwe didomîne. 

Rêzantiya gelên li Tirkiyeyê û herêmê dike.  

El encam, demokrasî di çareseriya pirsa Kurd de, çareseriya pirsa Kurd jî di huquq û destûra Bingehîn ya demokratîk de veşartî ye!... Ev jiyana îdeal jî bi têkoşîna hevpar ya gelan dikarê pêk were.