Çeteyan êrişî gorên şehîdan kirin

Çeteyên Şamê piştî ketin bajarê Şedadê, bêrêzî li dijî gorên şervanên YPJ, YPG û HSDê kirin û gor xirab kirin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Çeteyan êrişî gorên şehîdan kirin

Çeteyên girêdayî Şamê êrişî pakrewangeha bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê kir. Komên çeteyan di êrişê de bi sedan gorên şervanên HSD, YPJ, YPG û sivîlan lê hene xera kirin. Di dîmenê ku hatiye parvekirin de, çeteyek kêlên goran yek bi yek dirûxîne. Beriya niha jî pakrewangeha gundê Nebo yê herêma Şiqêf a bakurê rojavayê bajarê Helebê xirab kiribûn.