Cejna cimayê, kevnariya çand û baweriyê
Cejnên cimayê ne tenê rêûrismên olî ne; ew dibin rojên hêzkirina êzidiyan û xurtkirina baweriyê. Li vir, ji bilî xêra ku tê belavkirin, dengê beyt û qewalan jî tê gotin. Bi taybetî dema ku perî tê siwarkirin, her kes bi moralek bilind, li ber dengê def û şibê, qewl û beyatan, an jî dahol û zirneyan govendên olî digerînin.

Cejna cimayê bi sedan sal in ku di nav êzidiyan de tê pîrozkirin. Her sal, ev cejn bi Qubeya Şerfedîn li Şengalê dest pê dike, bi giştî di meha tebaxê de. Dû re, pîrozbahî li Şengalê heta cotmehê didomin û piştî wê, cejna cimaya Lalişa Nûranî tê kirin, ku ev cejin heft rojan berdewam dike û ji bo me cihekî pîroz e, di nav van heft rojan de gelek rê û rismên dewlemend tên gêran, li vir ez qala wan rê û risman nakim ji ber dixazim bêhtir balê bikişîm ser wataya cimayê.
Berê, rojên cejnên cimayê sabît bûn, her cimayek rojek wê ya diyar hebû di salê de. Lê di van du salên dawî de, hinek ji cimayan birine demsala biharê. Li gorî baweriya min, ev guhertin divê bi biryara Meclisa Ruhanî ya Êzidiyan be, da ku kevneşopiyên me werin parastin.

Yekîtî û hevgirtin
Peyva ‘cima’ tê wateya kom an jî bi hev re. Dibe ku gelek kes bifikirin ku ev ji ber kombûna mirovan e, lê wateya wê pir kûrtir e. ‘Cima’ nîşana yekîtiyê ye û tê wê wateyê ku em hemû êzidî li hev dicivin ji bo xêr û bereketa civaka xwe, her wiha ji bo parasin û biryarwergirtinê jî.
Di demên berê de, gava ferman û zextên li ser êzidiyan zêde bûn, civakê nedikarî bi azadî cejnên xwe pîroz bikin. Di wan rojên dijwar de, civakê bi hev re, di bin parastina komînal de, dest bi pîrozkirina cejnan dikirin. Ji ber ku ger tenê çend kes bihev re biciviyana, dijmin bi hêsanî dikarî rê li ber pîrozbahiyê bigirta. Lê gava hejmareke zêde ji me bi hev re kom dibû û yekîtiya xwe nîşan dida, ti kes newêrî nêzîkî me bibe. Ev nîşana hêza yekîtiyê bû ku em dikarin di nav wê de baweriya xwe biparêzin û pîrozbahiyên xwe bidomînin. Eger êzidî di dîroka xwe de ne hevgirtî bûna wê heliyabûne.
Ala berxwedan û nasnameyê
Berê, ala me ya êzidiyan bi rengên kesk, sor û zer bû. Ev jî wê dide diyakirin ku em civakeke xwezayî ne, ji ber ev reng temsîla xwezayê û rengîniya jiyanê dikin. Lê ji ber zextên giran û zehmetiya ku kesek bibêje ‘Ez êzidî me’ an jî bi cil û bergên êzidiyan bigere, êzidiyan ev reng di nava qubeyên xwe de veşartin û parastin. Di hemû qubeyên me de, ev rengên kesk, sor û zer, ku jê re dibêjin perî, hene. Em van rengan di qubeyên xwe de diparêzin da ku ji bîr nebin.
Di dema cejna cimayê de, rakirina periyan yek ji rêûresmên herî bi wate ye. Ev tê wateya bilindkirina ala êzidiyan di nav dagirkeriyê de. Wê demê qedexe bû ku êzidî alaya xwe ya rengîn rakin û bêjin ‘Em hene.’ Kesê ku wê demê perî radikir, mîna fedaiyekî bû. Ji ber vê yekê, kesê ku periyê radike, wê li ser serê xwe datîne û di bin re dimeşe. Ev nîşana fedakariyê ye, tê wateya ‘Ger serê min jî tê de biçe, ez ê vê alê li ser serê xwe rakim.’ Di nav êzidiyan de, kesên ku li ser baweriya xwe hatine kuştin, jê re digotin ‘serê xwe li rê daye.’ Kesê ku perî radikir, di demekê de serê xwe li rê dida.
Ji bo ku êzidî karibin ala xwe rabikin û yekîtiya xwe nîşan bidin, ji hemû cihan berê xwe didan qubeyên xwe, yên ku li Şengalê, welatê Şêx û cihên din hene. Her qubeyek cejna cimaya wê diyar bû. Bi salan e her êzidî dizanî ku kîjan rojê biçe ber kîjan cimayê û bi vî awayî li hev kom dibûn.
Di roja yekemîn a cejnê de, xêra xwe belav dikirin û heya ku her kes ji her derê xwe digihand ber cimayê. Di roja dawî de, anku roja duyemîn de, Perî dihate rakirin. Heta niha jî ev adet heye: Kesek periyê li ser serê xwe datîne û dimeşe, û bi dengekî bilind dibêjin, ‘Hêêê perî li ser serê filan kesî ye’. Ev nîşana berxwedanê ye, yanî em dibêjin ‘Me ala xwe rakir’ an jî ‘Filan kesî al xwe rakiriye û ti kes nikare bi me.’ Ji bo parastina kesê ku perî li ser milê wî/wê bû, hemû gel li dora wî kom dibûn û bi destê hev digirtin, xelekek parastinê çêdikirin heya ku ew kes digiha nav qubeyê û perî li wir dihatin parastin. Ev dîmena hevgirtinê nîşan dide ku çiqas em bi hev re xurt in.
Girêkên li periyê
‘Berê, dema telefon tunebûn, mirovan bi hêsanî nikarîbûn bi hev re biaxivin. Dema kesek ji bajarekî diçû bajarekî din, diviya bû di nav gundan de bigere û ji mirovan bipirse gelo wesiyet an emanetek wan heye ku bigihîne. Carinan ne tenê yek, deh-panzdeh wesiyet an emanet kom dibûn. Ji bo ku wan ji hev derxîne û jibîr neke, girêkek li quncika kefiya xwe dida. Dema diçû ser rê, ji ber ku kefî her dem li ber çavan bû, ew wesiyet jibîr nedikirin.’
Niha jî, gava perî diçin nava qubeyê, her êzidiyek diçe nav qubeyê û daxwaza xwe ji Xwedê dike. Ji bo ku daxwazên wan pêk werin, girêkek li wan periyan dide. Ev tê wê wateyê ku ew dibêjin, ‘Va min daxwaza xwe kir û girêk li periyê da, min jibîr neke an jî daxwaza min jibîr neke.’ Ev adetek e ku nîşan dide baweriya me ya kûr û pêwendiya me bi hêzên pîroz re.
Moral û xurtkirina baweriyê
Cejnên cimayê ne tenê rêûresmên olî ne; ew dibin rojên bihêzkirina êzidiyan û xurtkirina baweriyê. Li vir, ji bilî xêra ku tê belavkirin, dengê beyt û qewalan jî tê gotin. Bi taybetî dema ku perî tê siwarkirin, her kes bi moralek bilind, li ber dengê def û şibê, qewl û beyatan, an jî dahol û zirneyan govendên olî digerînin. Ev muzîk û govend ji bo civaka me moraleke mezin dide û yekîtiya me xurt dike.
Dema ku perî dihate rakirin, periyên serê qubeyê jî, ku ji rengên kesk, sor û zer pêk tê, dihate bilindkirin. Ev mîna bilindkirina alaya neteweyî ye. Dema ala me dihate rakirin, civaka me moraleke mezin digirt. Di heman demê de, her kesî dengê qewl û beyatan dibihîst, şîret û nesîhet dihatin kirin, ku ev hemû ji bo perwerdekirin û rêberiya civaka me girîng in.
Coqet, pira agahdarî û piştgiriyê
Mijareke din a girîng jî ‘coqet’ in. Mînak, li cejna cimaya Şêx Adî (Lalişa Nûranî), ji her dera ku êzidî lê hene, berê xwe didan ber cimayê. Ji Rojava, Bakur, Başûr, Ermenistan û her devereke ku êzidî lê jiyan kirine, berê xwe didan Lalişê. Ev komên ku berê xwe didan Lalişê, jê re digotin ‘Coqet’, ku wateya wê ‘Cog’ an jî ‘kom’ e. Mînak, ger ji Şengalê 100 kes biçûya ziyareta Lalişê, jê re digotin ‘Coqeta Şingalê,’ û berpirsê vê coqetê dihate hilbijartin.
Dema ev coqet diçû Lalişê, eger Meclisa Ruhanî xwestiya tiştek ji êzidiyan re parve bike, gazî berpirsên coqetan dikir û bi wan re civîn çêdikirin, da ku wan li ser rewşa êzidiyan agahdar bikin. Ev rêyek bû ku agahî di nav civaka êzidî de belav bibe. Her wiha, dema êzidî ji her derê diçûn Lalişê, rewşa herêmê ji hev dipirsîn û bi vî awayî ji rewşa hev agahdar dibûn. Mînak, ger ji Bakur kesek neçûya Lalişê, wê demê hemû êzidiyan dizanî ku tiştek hatiye serê wan û pirsgirêkek heye. Wê demê kesek dişandin ji bo ku rewşa hev bizanibin. Eger pêwîst kiriba, êzidî bi hev re diçûn alîkariya hev.
Bi kurtasî, cejnên cimayê ne tenê pîrozbahiyên olî ne; ew bingehê yekîtî û baweriya êzidiyan in. Bi saya cejnên cimayê, gelek tiştên me yên pîroz hatine parastin û rêûresmên me nehatine jibîrkirin. Ew nîşana hebûna me ne, çawa ku em bi hev re dikarin dijwariyan derbas bikin û çanda xwe biparêzin.
Li Şingalê li ber hemû quban ev rêûrisim dihatin gêran, lê ji bo ku em baştir mijarê bidin fêmkirin em ê seredana xwe a ji bo çend qub û cihên pîroz, her wiha çavadriyên xwe liser van rêûrisiman bibêjin.


