Çareseriya Şengalê xweserî ye

Hevseroka PAD’ê Zehra Silêman têkildarî êrîşên li ser Şengalê, daxwaz û têkoşîna civaka êzidî axivî û destnîşan kir ku çareseriya Şengalê xweserî ye.

•
7 deqe xwendin
•Rohat Bulut

Hevseroka PAD’ê Zehra Silêman têkildarî êrîşên li ser Şengalê, daxwaz û têkoşîna civaka êzidî axivî û destnîşan kir ku çareseriya Şengalê xweserî ye.

Bi salan e civaka Êzidî li Şengalê rastî fermanên cîhadîst û komên hizb û dewletên dardorê tên. Herî dawî di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji aliyê dewletên herêmê û yên emperyal ve piştgiriya wan dihat kirin ve li dijî civaka êzidî fermana 73’yan pêk hat. Hêzên PDK’ê yên ku parastina Şengalê dikirin ji ber çeteyên DAIŞ’ê reviyan û civaka êzidî bi komkujiyeke mezin re rû bir û hiştin. Di heman kêliyê de hêzên PKK’ê xwe gihandin hawara civakê û rê li ber komkujiyeke mezintirîn girtin. Gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG’ê li aliyekî gel ji destên çeteyan rizgar dikirin, li aliyê din jî Yekîneyên Berxwedana Şengalê avadikirin ku hêzeke xweser a civakê dikaribe gelê xwe biparêzin. Pişî vê fermanê û rizgariya Şengalê ya ji DAIŞ’ê gelê Şengalê xwe bi rêxistin kirin, meclisên xwe avakirin, hêza xwe ya parastinê xurt kirin û pergala xwe ya xweser a ji fikr û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan rûniştandin û xwestin ku di serî de dewleta Iraqê xweserî û statuya Şengalê nas bikin. Lê di 9’ê cotmeha 2020’î de di navbera Hewlêr û Bexdayê de peymaneke qirêj pêk hat ku careke din Şengalê têxin bin kontrola xwe. Li ser vê hewldanê berxwedana gelê şengalê pêş ket ku destûr nedan vê peymanê. Lê li aliyê din jî Şengel her tim rastî gefên dewleta tirk dihat.

Di 16’ê tebaxê de roja ku Serokwezîrê Irazê Mistefa Kazimî dixwest serdana Şengalê bikira li Sûka Kevn a Şengalê wesayîteke YBŞ’ê rastî êrîşa hewayî hat. Di vê êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn. Di 17’ê tebaxê de jî balafiran şer Nenxweşxaneya Sikêniyê bombe kir û 4 jê birîndarên YBŞ’ê, yek jê dixtor û 3 jî xebatkarên tendirûstiyê qetil kirin. Têkildarî van êrîşan û rewşa giştî ya Şengalê û civaka êzidî Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiyê PAD’ê Zehra Silêman ji bernameya Podcasta Xwebûnê re axivî.

* Birêz Zehra Silêman ev êrîşên li dijî YBŞ’ê û li ser nexweşxaneya Sikêniyê hûn çawa şîrove dikin?

Beriya her tiştî di şexsê hevalê Seîd, rêber û zaneyê vê civakê de em hemû şehîdan bi bîr tînîn, bejna xwe li ber şehadeta wan ditewînin. Mistefa Kazimî cara yekemîn bû ku dê wekî serokwezîrekî Iraqê bihata Şengalê. Ji bo em biçin wî pêşwazî bikin, hevdîtinan pê re çê bikin vexwandama wî hebû. Di dema hatina Kazimî de hevalê me Seîd Hesen û hevalên xwe ji bo hevdîtinê derbasî Şengalê bûn. Di rewşeke wiha ya hatina Kazimî de rêberê civaka êzidî kirin hedef. Ev tê wateya careke din civaka êzidî hate firotin. Ev planeke berdewamiya fermanê ya dewlet û hikumeta Iraqê û hevalbendên wê ne. Ji bo dikaribin plana tifaqa xwe ya 9’ê cotmehê pêk bînin êrîşke wiha kirin. Ev êrîş girêdayî fermanê ye û berdewamiya fermanê ye. Ev êrîşek bi plan û siyasî ye. Emê wekî civaka êzidî li hemberî vê bêdeng nemînin û paşve gav navêjin.

* Ev êrîşa li dijî Fermandar Seîd Hesenû nexweşxaneyê, Tirkiyeyê bi serê xwe kir an hevalbendê wê hene? Bi taybetî jî ev bêdengiya hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê mirov dikare tevkariya xwe ya bi dewleta tirk re nîşan didin?

Yanî dewleta tirk a dagirger nikare êrîşên xwe li ser dewleteke din bike. Hedefgirtina hevalê Seîd Hesen û nexweşxaneyê tê wateya planên li hemberî civaka êzidî. Ev planên dewleta Iraqê û hevalbendên wê yên bi zanebûn in. Dixwazin vê civakê tune bikin. Vê civakê li ser vê erdnîgariyê naxwazin û êzdatiyê qebûl nakin. Dixwazin bi van êrîşên hovane yên dewleta tirk vê civakê tune bikin. Nexweşxaneya Sikêniyê ji dema şewba koronayê heta 17 tebaxê bi dehan kesên ku bi koronayê ketine di wê nexweşxaneyê de hatine dermankirin. Her wiha zarok, kal û pîr ên vê civakê di wê nexweşxaneyê de hatine dermankirin. Em nikarin bêjin dewleta tirk bi serê xwe, bêyî plan û bêyî îradeya dewleta Iraqê ev êrîş pêk anîne. Hedef û armancên wan civaka êzidî ji kokê rakirin e. hedefa wan civakaêzidî ye û dewleta Iraqê jî vê dizan e ew nexweşxane ya gele. Plana wan tunekirina vê civakê ye lê emê li hemberî van planên wan, van êrîşîn wan bisekirin.

* Nêzîkatiya Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê ya li dijî civaka êzidî û vê êrîşê mirov dikere bi peymana 9’ê cotmehê ve gire bide?

Bêyî îradeya gelê Şengalê Hikumeta Iraqê bi Hikumeta Herêma Kurdistanê re li ser çarenûsa Şengalê rûniştî û ev peyman çê kirin. Ev peyman ji aliyê civaka êzidî ve naye qebûlkirin. Em wekî gelê Şengalê û yên li ber xwe dan dizanin ku ev îtifaqî berdewamiya fermana Şengalê ye. Berdewamiya qirkirina vê olê û vê civakê ye. Ji ber vê yekê jî van êrîşan , van siyasetan ji bo qirkirina civaka êzidî ye. Em jî ji bo dijmim dibêjin çi dibe bile bibe em ê nehêlin ku ev tifaqa qirêj li ser gelê me pêk bê. Bedelê wê çi dibe bila bibe em ê destûrê nedin. Em destûrê nadin wan kesên ku em firotin û bi destên çeteyan berdin, û siyaseta xwe ya qirêj li ser me bimeşînin. Çareseriya Şengalê ne tifaqa 9’ê cotmehê ye. Çareseriya Şengelê xweseriya Şengalê ye. Xweseriya Şengalê were misogerkirin, mafê vê civakê bê dayîn, hêzê wê yî leşkeri û statuya wê were fermîkirin. Em wekî civaka êzidî baweriya xwe bi tu hêzan naynin. Hêzên me yên YBŞ, YJŞ û asayîşê henin. Em destûr nadin ku civaka êzidî bi fermanan re rû bir û bimînin.

* Civaka Êzidî di dîrokê de gelek caran rastî fermanan hat û herî dawî di 3’yê Tebaxa 2014’an de civaka êzidî bi fermana 73’yan re rû bi rû ma. Vê fermanê bi xwe re çi êş û azar anî û encamên çawa pêş ket?

Civaka êzidî bi fermanan re rû bir û dimîn e. Em dikarin bibêjin civaka êzidî civakeke kevnar e. Civakeke xwedî bawerî ye. Civakeke xwedî çand û xwedî dîrokeke kevnar e. Ji bo vê dîrokê tune bikin, êzdatiyê xilas bikin fermanan li ser vê civakê derdixin û komkujiyan pêk tînin. Ji dewleta Osmaniyan heta niha ferman û komkujî ji ser civaka êzidî kêm nebûne. Niha jî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ev êrîş û komkujî pêk tên. Lê her tim ev civak liÇiyayê Şengalê li ber xwe daye. Xwe parastiye. Çand û baweriya xwe parastiye. Ji ber vê yekê jî em nikarin bêjin ev fermana dawî ye. Lê fermana 2014’an ji bo civaka êzîdî gelekî bi êş bû. Bi hezaran qurbanî hatin dayîn, bi hezaran jin, zarok hatin revandin û qetilkirin. Raste fermaneke bi êş bû. Fermaneke giran bû, me bedelên giran dan. Lê dîsa me serê xwe li ber dijmin daneanî. Vê fermanê em êşandin û em hişyar jî kirin. Hişyaribûyîna me bi hatina şervanên azadiyê yên Serok Apo re pêş ket. Fikir û felsefeya serok hişt em vê fermanê bikin fermana tolhildanê. Fermana hesaba xwestinê, ji nû ve civaka êzidî xwe naskirin û li ser piyên xwe sekinîn. Ji ber vê yekê ev ferman ji bo me bû derseke xurt. Bi sedan xortên êzidî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li hemberî dijminê xwe çek hilgirtin û li ber xwe dan. Bi dehan meclis, sazî û partî hatin avakirin. Ji bo karibin mafên vî gelî biparêzin, têkoşîn û berxwedana vî gelî xurt bikin û bi seknekî xurt destkeftiyên xwe biparêzin. Seknekî xurt, rêxis