Çareseriya Araqçî ya “ji kokê ve”
Ev “çar dewletên serwer” (Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye), tevî cûdayiyên xwe yên dîrokî, mezhebî û rejîmê, dema ku mijar dibe daxwazên statuya siyasî yên kurdan, dikarin li ser zemîneke peymana veşartî û bêdeng li hev bicivin.

Wateyê gotinên Abas Araqçî di paşxaneya dîroka hevpeymaniyên çar dewletên serwer ên li dijî kurdan veşartî ye.
Dema li Rojhilata Navîn qeyranên herêmî kûr dibin û statuko dihêje, berteka yekem a dîplomatîk a lîstikvanên herêmî ew e ku têgehên “xurtkirina hevgirtina herêmî” û “serweriyê” derxînin pêş. Banga Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ku di serdana xwe ya Tirkiyeyê de bal kişandibû serê û gotibû: “Em çar dewletên serwer bibin yek û vê pirsa kurdî ji kokê ve çareser bikin” her çend di nêrîna yekem de wekî lêgerîneke hevkariya dîplomatîk a ji bo aramiya herêmî bê pêşkêşkirin jî li gorî paşxaneya siyaseta wan û biryardariya dîrokî, agahdarê doktrîneke gelekî tevlihev û kûr e.
Ev “çar dewletên serwer” (Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye), tevî cûdayiyên xwe yên dîrokî, mezhebî û rejîmê, dema ku mijar dibe daxwazên statuya siyasî yên kurdan, dikarin li ser zemîneke peymana veşartî û bêdeng li hev bicivin. Dema ku mirov ji pencereya dîrokî ve lê dinêre ev gav li ser bingeha navborî, ji şêwazekî çareseriyê yê nû zêdetir, nûkirina kevaneka ewlehiyê ya dîrokî ye.
Kêşeya bingehîn di hişmendiya Îranê de ew e ku pirsa kurdî ji pênaseya wê ya civakî, çandî, demokratîk û qanûnî qut dike û tenê dixe asta “ewlehiya sînoran” û “amûrkirina ji aliyê hêzên derve ve”. Di vê hişmendiyê de îfadeya “çareseriya ji kokê ve” ne naskirina mafan an jî pêşveçûna pêvajoyên nasîna siyasî ye, berevajî wê, bi rêya saziyên dewletê bi awayekî kolektîf sînordarkirina van daxwazan bi awayekî veşartî ye.
Vîzyona wan a herêmî, li dewsa ku daxwazên siyasî û sivîl ên nifûsa kurd bi rêya entegrasyona demokratîk hemêz bike, armanc dike ku rasterast dînamîkên ku van daxwazan çêdikin bi tepîsîne û tune bike. Ev nêzîkatiya ku ji kûrahiya çareseriya siyasî bêpar e, li dewsa ku sedemên dîrokî û sosyolojîk ên ku pirsgirêkê diafirin ji holê rake, li ser mantiqê cezakirina encamê hatine avakirin.
Rêveberiya Tehranê di dîplomasiya herêmî de, têkiliyên ku lîstikvanên kurd bi pergalên navneteweyî re (bi taybetî bi DYA û Îsraîl û hwd. re) datînin, gelek caran wekî “amûrbûna wan hêzan” pênase dike. Bêguman rastiyek e ku hêzên cîhanî li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe têkiliyên wekîletê datînin. Lêbelê rastiya sedan salan nişan dide ku ev rewş ji aliyê çar dewletan ve wekî stargeheke guncaw ji bo veşartina pirsgirêkên xwe yên hundirîn tê bikaranîn.
Kodkirina daxwazên mafên rewa û îradeya siyasî ya kurdan bi temamî wekî “komploya hêzên derve”, ji bo dewletan dibe hincet ku kêm û kêmasiyên xwe yên demokratîk û binpêkirinên mafan rewa bikin. Ev hişmendî, mantiqê “Gefên derve hene, ji ber wê divê daxwazên hundirîn bêne paşxistin an jî tepeserkirin” xwedî dike û zemîna rewa ya politîkayên ewlehiyê xurt dike.
Ji Sadabatê heta îro hevpeymaniyên ewlehiyê
Hevokên Abbas Araqçî balê dikişîne ser berdewamiya dîrokî jî. Ji Peymana Sadabatê ya 1937an heta Peymana Bexdayê ya 1955an, ji Peymana Cezayirê ya 1975an heta kordînasyona leşkerî ya dervayî sînor a îro, dewletên herêmî ji bo kontrolkirina dînamîkên li ernîgariya kurdan, bi awayekî birêkûpêk hevpeymaniyên li ser bingeha ewlehiyê ava kirine.
Li gorî xwendina paşxaneya dîrokî, ya ku îro tê xwestin bê kirin ew e ku di serdemeke ku sînor tên guhartin û şerên wekîletê kûr dibin de, ev “kordona ewlehiyê” ya dîrokî dîsa bê nûjenkirin. Lêbelê ev nêzîkatî, çewtiya bingehîn a ku lîstikvanên herêmî di rabirdûyê de kiribûn dûbare dike. Tepeserkirina daxwazên gelan pirsgirêkan çareser nake, tenê heta qeyrana herêmî ya din paşve dixe.
Modela “hevpeymaniya ewlehiyê ya çar dewletan” ku Îran wê temsîl dike û lîstikvanên herêmî yên din meylê didinê, ji fêmkirina giranî û girîngiya pirsa kurdî ya dîrokî gelekî dûr e. Ev “sazûman” a ku bi tengkirina qadên maf û azadiyan û zêdekirina kordînasyona leşkerî û îstîxbaratî tê peydakirin, di dewsa ku aştiyeke domdar bîne, li ser xeta şikestinên sosyolojîk aloziyê zêdetir û kûrtir dike.
Çareseriya domdar a pirsa kurdî, ne ji yek kirina kapasîteyên leşkerî û kontrolên sînoran ên çar dewletan, ji demokratîkbûna van dewletan di nav xwe de, xurtkirina hiqûqa hemwelatiyê û dîtina hebûna kurdan ne wekî gefekê, wekî stûna bingehîn a aştiya herêmî derbas dibe. Yan na, her gav û pêngava otorîter ku bi navê “yekpare bûna herêmî” tê avêtin, dê ji bilî ku herêmê bêhtir ber bi nediyariyê û destwerdanê ve bikişîne, nebe xwedî ti encameke din.


