Çarçoveya 'Entegrasyona Demokratîk'

Modela Entegrasyona Demokratîk ji bo pirsgirêkên neteweyî (nemaze li Rojhilata Navîn) rêyeke sêyemîn e. Ne şerê parçebûnê yê ku dewlet-neteweyên nû diafirîne û qeyranê heyî kûr dike, ne jî teslîmiyet û bişaftina di nav pergalên heyî de

•
1 deqe xwendin
Çarçoveya 'Entegrasyona Demokratîk'

Têgeha Entegrasyona Demokratîk, di paradîgmaya Neteweya Demokratîk de amûrekî stratejîk û pênaseyeke nû ya çareseriya pirsgirêkên neteweyî û civakî ye. Ev nêzîkatî, ji bo têkilî û peywira navbera civaka xweser û pergala dewletê çareseriyeke piralî pêşkêş dike.

Entegrasyona Demokratîk, ne bişavtina nav pergalê yan bêînsiyatîfî ya bi temamî ye. Ew parastina xweseriya civakî ya di nav çarçoveyeke destûrî û demokratîk de ye. Di navbera hewcedariyên otonomiyê û entegrasyona giştî de hevsengiyeke diyalektîk ava dike.

Di modela klasîk a dewlet-neteweyan de entegrasyon di bin navê "yeknetewe" û bişavtinê de tê meşandin. Entegrasyona Demokratîk vê sepana yekperest red dike û tevlibûnê li ser bingehê pir aliyan, wekheviya welatîbûnê û naskirina nasnameyan pênase dike.

Di sosyolojiya hiqûqê de ev nêzîkatî tê wateya ku peymana civakî ji nû ve li ser bingehê xweseriyên herêmî û beşdarbûna biryardariya giştî tê nivîsandin. Civak bêyî ku nasname û saziyên xwe teslîmê  dewleta navendî bike, di asta qada giştî ya hevpar de dibe aktoreke sereke.

Ji bo mijar hinekî din bi awayeke dorfireh û pîvanên wê yên teorîk û pratîkî zelaltir bibin, em dikarin di bin van sê stûnên sereke de şîroveyên xwe berfirehtir bikin.

Diyalektîka xweserî û entegrasyonê

Sîstema cîhanê ya klasîk civakan neçarê du vebjêrkan dike. An di nav dewlet-neteweyê de asîmîle bibe û xweseriya xwe winda bike, an jî ji bo parastina hebûna xwe dewleteke cuda ava bike (dewlet-neteweya nû) ku ev jî dibe sedema şer û parçebûnê.

Entegrasyona Demokratîk vê hevkêşeya ku civakan mecbûrî şer an jî bişaftinê dike pûç dike. Ew dibêje, xweseriya civakî û hevbeşiya giştî dijberî hev nîn in.

Xweserî li vir ne ava kirina sînorên nû yên hişk e, ew birêxistinbûna civakê ya resen e (di qadên perwerde, çand, aborî û xweparastinê de). Entegrasyon jî nabe navçûna di bin banê dewletê de, ew dibe xala guherîn û veguherîna demokratîk a dewletê bixwe.

Civak di asta herêmî de bi saziyên xwe yên xweser xwe bi rê ve dibe, di asta giştî de jî bi heman nasnameya xwe beşdarî diyarkirina nexşerêya siyaseta giştî dibe. Ev diyalektîk rê li ber despotîzma navendî û xetereya herêmparêziya berteng digire.

Redkirina entegrasyona desthilatdar

Navê "entegrasyonê" di dîroka dewlet-neteweyan de gelek caran wekî peyvekî nerm ji bo bişaftina hêdî-hêdî hatibû bi kar anîn.

Di vê modelê de dewlet ji civakên cuda dixwaze ku dev ji ziman, çand û xweseriya xwe berdin da ku bibin "welatiyê meqûl". Tê de bê îradekirin, yek-rengî û ferzkirina çanda serdest heye.

Modela pirçandî ya lîberal mafên çandî dide lê desthilatdariya siyasî û aborî di destê navendê de dihêle. Entegrasyona Demokratîk vê modelê jî kêm dibîne.

Li vir tevlibûn bi şertê "guherîna pergalê" çêdibe. Civak nabe parçeyekî yekperstiya dewletê, berevajî, ew yekperestiyê hildiweşîne û statuya nasnameyan a wekhev ava dike. Dewlet ji meqamê ferzkirinê derdikeve dibe aliyekî peymanê.

Peymana civakî ya nû

Nêzîkatiya heyî ya Hiqûqa Destûrî li ser serweriya yekperestiya dewletê ava bûye. Entegrasyona Demokratîk vê hiqûqê ji nû ve ava dike.

Naveroka destûrê ne ji aliyê saziyên navendî yên dewletê ve, ji hêla civakê ve tê diyarkirin. Peyman ji komunan, meclîsên herêmî û beşên cuda yên civakê (jin, ciwan, bawerî) dest pê dike û ber bi navendê ve tê lihevkirin.

Li şûna serweriya yek destî, serwerî li hemû beşên civakê tê dabeşkirin. Qada siyaseta herêmî di destê meclîsên xweser de ye, qadên hevpar (mînak: parastina hevpar, siyaseta derve ya giştî yan qadên aborî yên stratejîk) bi destûreke pir-astan û pir-alî tên rêkûpêk kirin.

Destûra demokratîk dibe garantiya ku civaka xweser û dewlet/pergal li dijî hev destdirêjiyê nekin. Qada giştî dibe qada diyalog û hevkariyê, ne ya çewisandin û tepisandinê.

Modela Entegrasyona Demokratîk ji bo pirsgirêkên neteweyî (nemaze li Rojhilata Navîn) rêyeke sêyemîn e. Ne şerê parçebûnê yê ku dewlet-neteweyên nû diafirîne û qeyranê heyî kûr dike, ne jî teslîmiyet û bişaftina di nav pergalên heyî de ye.

Ev model dewletê vediguherîne saziyeke xizmetguzar û muxatab, civakê jî dike aktoreke resen, zindî û xwedî biryar. Ev yek ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû pêkhate, kom û çandên herêmê dibe nexşerêya jiyana hevbeş û aştiya mayînde.