Çar binlijne, yek pirs: Pêvajoya demokratîk li ku derê ye?
Anha, xetereya sereke ne tunebûna komîsyon û binlijneyan e. Ew hatine avakirin. Xetereya sereke ew e ku qonaxa ewlehiyê li pêş e. Lê qonaxa siyasî û demokratîk li paş dimîne. Mijar ne avakirina lijneyan e. Mijar avêtina gavên pratîk in.

Pêvajoya Aştî û civaka Demokratîk gihiştiye konaxeke girîng. Lijneya Piştgiriya Netewî, Xwişk û Biratî û Demokratîk a ku di bin sîwana parlementera Tirkiyeyê de hatibû damezrandin xebatên xwe temam kir û rapora xwe a pejirandî bi raya gişti re par ve kir. Pişt re, zagona di Derheqê Xurtkirin û Piştgiriya Netewî û Hevgirtina Civakî hat derxistin.
Piştî vê gavê, di 24ê Tebaxa 2026an de lijneya Şopandin û Nirxandinê civîna xwe a yekemîn pêk anî û çar binlijne ava kir. Binlijneya Karên Dadî û Hiqûqî, Binlijneya Şopandin û Tesbîtê, Binlijneya Hevgirtin û Yekbûna Civakî û Binlijneya Bêçekirin û Koordînasyona Stratejîk.
Ji bo ku peyva ‘pêvajoya dîrokî’ bi tenê di nav gotin û daxuyaniyan de nemîne, ev lijneyên nû divê xwedî erkên zelal, pîvanên diyarkirî û encamên berbiçav bin. Divê ev lijne nexşerê û rêbazên xebatê xwe diyar bikin. Ev mijar ji bo pêvajoyê girîng e. Ji ber ku jî mijara kurd ne bi tenê wekî pirsgirêkeke ewlehiyê, bêçekbûnê an jî tasfiyekirina çekdarî neyê dîtin. Pêdivî ew e ku pêvajo bi guhertinên siyasî, hiqûqî û demokratîk re were girêdan.
Derengmayîn li ku derê dest pê dike?
Diyar e ku dewlet û desthilatdar bi pêvajoye dixwazin dawî li pevçûn û tundiyê bînin. Lê ji bo wê hewce ye ku gavên şênber bêne avêtin. Eger qonaxa yekem bi lez were xebitandin, lê qonaxên hiqûqî û demokratîk bê paşxistin, di nav civakê de ew ê hesta ‘pêvajo bi tenê ji bo ewlehiyê ve tê rêvebirin’ pêş bikeve.
Ev yek ji rexneyêke bingehîne ku ji aliyê gelê kurd ve werekirin. Pêvajoya aştiyê ji pêvajoya bêçekbûnê mezintir e. Bêçekbûn dikare beşek ji pêvajoyê be. Lê bi serê xwe bi tenê ne pêvajo ye. Ger çekdarî ji nav were rakirin, lê şertên siyasî yên ku civak dikare di nav wan de daxwazên xwe bi rêya demokratîk bîne ziman nehatibin firehkirin, wê demê ew ê pirsa bingehîn li cihê xwe bimîne. Ji ber vê yekê, derengmayîna gavên demokratîk ne tenê pirsgirêkeke teknîk e.
Ji bo derengnemayîna gavên demokratik çar binlijne hatin avakirin. Avakirina van binlijneyan bi xwe gavek nû ye. Lê navê binlijneyan ji encaman girîngtir nînin.
Binlijneya Karên Dadî û Hiqûqî; divê li ser pêdiviyên hiqûqî yên qonaxa nû raweste. Ne tenê daraziya takekesî an jî prosedurên sizayî, di heman demî de bersivên pirsa azadiya girtiyên siyasî, mafên mirovan, azadiya rêxistinê û mafên demokratîk jî di vê çarçoveyê de ne.
Binlijneya Şopandin û Tesbîtê; divê mekanîzmayên şopandin û tesbîtê bi awayekî pîvan û bawerî pêk bîne. Eger pîvanên tesbîtê nezelal bin ew ê bêbawerî di nav civakê de zêde bibe.
Binlijneya Hevgirtin û Yekbûna Civakî; divê mijara aramiya civakê xebata lijneyê a sereke be. Li vir mijar divê ne bi tenê “jiyana hevpar a bêpevçûn” be. Nasname, ziman, çand, wekhevî û mafên hemwelatiyê jî ji xebatên girîng ên lijneyê bin.
Binlijneya Bêçekirin û Koordînasyona Stratejîk jî li ser qonaxa bêçekbûnê û koordînasyona stratejîk bixebite.
Lê gelo ev çar binlijne dê bi hev re karibin pêvajoyek yekgirtî ava bikin? An her yek tenê beşek ji mekanîzmayeke dewletê bi rê ve bibe?
Ji bo gelê kurd, bersiva vê pirsê girîng e. Çimkî pêvajoya aştiyê dema ku bêçekbûn ji demokratîzekirinê were veqetandin, wê deme ew ê bikeve nav tengahiya pêvajoya ewlehiyê. Xeteriya herî mezin ew e ku pêvajo li benda qonaxa ewlehiyê tê sekinandin. Anha, xetereya sereke ne ku komîsyon û binlijne tune ne. Ew hatine avakirin. Xetereya sereke ew e ku qonaxa ewlehiyê li pêş e. Lê qonaxa siyasî û demokratîk li paş dimîne.
Ev derengmayîn encamên wek zêdebûna bêbaweriya civakê, lewazbûna hêviyên bi pêvajoyê, dûrxista pêvajoyê ji çareseriya siyasî û pêvayoyê bi tehdîda sînorkirina ewlehiyê derdixe holê. Ji aliyê gelê kurd ve ev cihê rexneyê herî girîng e. Mijara kurd tenê bi rakirina çekan nayê çareserkirin.
Rapora meclisê çi dibêje?
Di rapora fermî ya Lijneya Piştgiriya Netewî, Xwişk û Biratî û Dempkratîk de jî beşek ji pêşniyaran li ser demokratîzekirinê, maf û azadiyan, rêveberiyên herêmî, dadgeh û pergala sepandinê rawestiye. Lê di qonaxa nû de pirsa girîng ew e ku ev pêşniyar dê kengî û bi çi awayî biguhezin zagon û siyaseta pratîkî. Çimkî rapor bi xwe ne dawîya pêvajoyêye. Zagon jî bi tenê çarçoveyek e. Pêvajoya rastîn dema ku van biryar û pêşniyaran di jiyana civakê de encam çêkirin ew ê dest pêbike. Lewma, derengmayîna pêvajoyê divê ne wekî hûrguliyeke rêvebirinê lê wekî pirsgirêkeke siyasî were nirxandin.
Mijara bingehîn çi ye?
Di nav civaka kurd de li ser pêvajoyê nêrînên cuda hene. Lê di çarçoveya civaka kurd de, mijara sereke pirsa ‘Gelo pêvajoya nû bi tenê dawî li tundiytê bîne, an dê derfeta çareseriya demokratîk a mijara kurd jî ava bike? Ev cudahî girîng e. Ji ber ku “aşitî” bi tenê ne bê pevçûne. Ji bo aştiya domdar hewce dike ku civak bikaribe daxwazên xwe bi rêya siyasî û demokratîk bîne ziman. Ji bo vê yekê mafên siyasî, civakî, zimanî û çandî, azadiya rêxistinê, wekheviya hemwelatiyê û mekanîzmayên demokratîk di navenda pêvajoyê de cih bigirin. Pêvajo dîrokî ye hewceyê encam jî dîrokî be. Îro em êdî nikarin bibêjin ku komîsyon tune ye, zagon tune ye an binlijne nehatine avakirin. Van gavên fermî hatine avêtin. Lê gelo piştî avakirina van saziyan divê çi bê kirin? Kîjan gav ji bo hiqûqê, ji bo demokratîzekirinê, ji bo mafên civakî û siyasî bên avêtin û herî girîng: pêvajoya bêçekbûnê kengî û bi çi rêbazê veguhere pêvajoya çareseriya siyasî û demokratîk? Ev pirsên sereke yên qonaxa anha ne.
Derengmayîna van gavên siyasî xetereya herî mezin a pêvajoyêye. Ji ber ku civak bi tenê li benda daxuyaniyan nîne. Civak li benda guhertinên ku di jiyana xwe de bikaribe bibîne ye. Pêvajoyek dîrokî bi jimarên komîsyonan û bi jimarên civînan nayê pîvandin. Pîvana wê ew e ku gelo civak di dawiyê de maf, wekhevî, azadî û ewlekariyekî domdar bi dest dixe an na.
Ji ber vê yekê, mijara îro ne “binlijne hatine avakirin an nehatine avakirin e? Mijara îro ev e ku; “Piştî avakirina binlijneyan, gavên demokratîk kengî bên avêtin?” ne.


