Çalakiyên ji bo jîngehek paqij divên…
Ev qirêjî gelek caran zirarên cidî dide ekosîstema cihêreng. Qirêjiya hewa, av û axê jîngehên nebat û ajalan wêran dike û cihêrengiya xwezayî kêm dike. Ev yek hevsengiya ekosîstemê têk dibe û dibe sedema têkçûna zincîra xwarinê, ku ji bo jiyaneke saxlem pir girîng e
Jiyan û mayîna ji bo hemû zindiyên li ser rûyê cîhanê girêdayî pêdiviyên bingehîn ên wek av, hewa, xwarin, germahiya guncav û stargeh in. Dabînkirin û parastina van pêdiviyan di destê mirovan de ye, ji ber ku mirov wêrankerên herî mezin ên xwezayê ne. Pêşketinên teknolojîk, zêdebûna berdewam a nifûsa cîhanê û meyla koçberiyê ya ber bi bajaran ve, qirêjiya jîngehê kiriye yek ji pirsgirêkên herî giran ên serdema me. Dîsa bermayî û emîsyonên zirardar ên ji kargeh û avahiyên bi vî rengî jî hewa, av û axê qirêj dikin û bandorek neyînî li ser jiyana hemû zindiyan dikin. Ji ber vê yekê, paqijiya jîngehê di misogerkirina domdariyê de wekî yek ji xalên herî girîng derdikeve pêş. Îro, her kes dizane ku divê tedbîrên girîng werin wergirtin da ku pêşî li kêmbûna çavkaniyên hewa, av û axê were girtin. Lê belê, tenê hewldanên parêzvanên jîngehê ji bo parastina xwezayê têr nakin; seferberiyek hişyariya giştî ya berfireh hewce ye.
Jîngeheke paqij qaîdeya herî bingehîn a jiyaneke bitendurist û bextewar e. Ji bo ku em saxlem bin, pêdiviya me bi hewaya paqij, ava paqij û xwezayek şîn heye. Wekî ku em dizanin, xweza mala hevpar a hemû zindiyan e û parastina wê jî erka me mirovan e ku herî zêde em zirarê didinê. Xwedîderketina baş a xwezayê û parastina wê di rastiyê de tê wateya xwedîderketina baş a li xwe û pêşeroja xwe, da ku em bikaribin cîhanek xweşik û bitendurist wekî mîrate ji bo nifşên siberojê bihêlin.
Di van çend mehên dawî de li hin bajarên me, hewldanên paqijkirina jîngehê di bin kampanyayên bi sloganên wekî "Bi Gel re, Em Bajarê Xwe Paqij Dikin!" û "Bi Keda Komunal ber bi Bajarên Ekolojîk û Paqij!" de tên kirin. Lê belê, divê were fêmkirin ku bi yek heyamek kampanyayê re sînordarkirina vê yekê, dê têr neke. Heta ku ev nebe şêwazek jiyanê, têgihîştinên paqijkirinê dê li nav nifşên nû bi pêş nekevin. Lê her çi qas bi salan e di bernameyên rêveberiyên herêmî yên şaredariyên me de cih digire û bi serkeftî nehatiye bicihkirin jî ev kampanya wekî gavek yekemîn ber bi rêveberiya şaredariyên ekolojîk-mirov-navendî girîng in.
Ji bo ku kampanyayên şaredariyan ên paqijkirina jîngehê bibandor bin û ev hewldan bê encam nemînin, beşdariya tevahiya civakê pêwîst e.
Girîngiya kampanyayên paqijkirina jîngehê dibe ku di afirandina bandorek dîtbarî ya xweşikiyê de xwe nîşan bide, lê di heman demê de divê armanca sereke baştirkirina tenduristiya mirovan û xurtkirina aboriya civakê be jî.
Jiyana li jîngehên qirêj dibe sedema gelek pirsgirêkên tenduristiyê. Jîngehek paqij ji bo jiyaneke bitendurist pir girîng e. Nefesgirtina hewaya paqij, vexwarina ava paqij û peydakirina xwarinên paqij ji bo tenduristiya mirovan pêdivî ne. Ev jî li jingehên paqij û bitendurist dikarin werin bidestxistin. Lê gava ku em li xebatan dinêrin, paqijî li sûk û kolanên mezin ên berbiçav tên kirin. Mixabin, kolanên paşîn ên deverên niştecihbûnê ji vê xebatê sûd wernagirin. Bi rastî, zarokên biçûk bi piranî li van kolanan dilîzin û bi her cure xetereyên tenduristiyê re rû bi rû dimînin.
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, her sal bi milyonan mirov, bi taybetî jî zarok ji ber nexweşiyên ku qirêjiya hewayê dibe sedem, dimirin. Nefesgirtina hewaya qirêj metirsiya pirsgirêkên tenduristiyê yên wekî pirsgirêkên nefesê, nexweşiyên dil, pençeşêra pişikê û felcê zêde dike. Qirêjiya hewaya jîngehê di heman demê de dibe sedema reaksiyonên alerjîk, nexweşiyên çerm û gelek pirsgirêkên din ên tenduristiyê.
Zanyaran teqez kiriye ku pirsgirêka herî mezin ku dibe sedema guherîna avhewayê jî ji qirêjiya hawirdorê peyda dibe. Karesatên xwezayî ji ber xirabûna kalîteya hewa, av û axê çêdibin.
Ev qirêjî gelek caran zirarên cidî dide ekosîstema cihêreng. Qirêjiya hewa, av û axê jîngehên nebat û ajalan wêran dike û cihêrengiya xwezayî kêm dike. Ev yek hevsengiya ekosîstemê têk dibe û dibe sedema têkçûna zincîra xwarinê, ku ji bo jiyaneke saxlem pir girîng e.
Wekî ku tê zanîn, nîvê nifûsa cîhanê li bajaran dijî. Ji ber vê yekê, rêveberiyên herêmî û dewlet di asta civakî de, derbarê paqijiyê de xwedî berpirsyariyên girîng in. Ji bo ku jiyana li bajaran domdar be, gelek erkên hikûmet û şaredariyê hene ku divê di avakirina bajarên bitendurist û şîn de bi cih bînin. Paqijkirina jîngehê bi kêmkirina bermayiyan, parastina jîngeha jiyanê û çavkaniyên xwezayî mimkun e.
Ev kampanya dikarin bi çalakiyên hişyarkirinê bi ser bikevin ku ji hêla dibistan, zanîngeh, rêxistinên sivîl û medyayê ve tên piştgirîkirin. Zêdekirina kampanya, semîner û qursên organîzekirî dê bibin alîkar ku hişmendiya parastina jîngehê çêbibe. Xebata ku bi taybetî bi jin, zarok û ciwanan re tê kirin dê domdariya hişmendiya parastina jîngehê misoger bike. Her wiha medya, rêxistinên civaka sivîl, pêşeng û rêberên raya giştî û kesayetiyên navdar jî di hişyarkirinê de roleke girîng dilîzin.
Ji bo têkoşîna li dijî qirêjiya jîngehê, pêdivî bi çêkirina qanûn, sepandina cezayan û zêdekirina teftîşan jî heye. Wekî din, baştirkirina hevkariya navneteweyî û hevrêzkirina qanûnên jîngehê bi standardên navneteweyî re pir girîng in. Li cîhana îroyîn, nebûna pergalên rêveberiya bermayiyan ên têrker tê vê wateyê ku tenê %13ê bermayiyan li seranserê cîhanê têne vegerandin. Ji ber vê yekê, veqetandina bermayiyên hişk ên wek plastîk, kaxİz û qutîk, piştgirîkirina hewildanên vegerandina wan, û avakirina tesîsên dermankirin/şewitandina bermahiyan rêbazên sereke ne. Divê bermayî ji destpêkê ve bi awayekî rast werin cudakirin ku bikaribin ji nû ve bên bikaranîn. Ji bilî bermayiyên malê, bermayiyên elektronîk, bermayiyên pîlê, rûn û bermayiyên din ên xeternak jî bi rêkûpêk werin bikaranîn ku xebat bigihîjin armanca xwe. Lê gava ku ev çalakî pêk tên, di heman demê de divê parastina jîngehê were hesibandin ku ji nû ve zirarek neyê dayîn. Ji bo wê jî bikaranîna teknolojiyên nû lazim e ku karê sazî û şaredariyan hesantir bikin.
Ji bo rawestandina qirêjiya avê jî, pêdivî ye ku ava qirêj were paqijkirin û pêşî li kîmyewiyên ji kargehan were girtin. Bi vî rengî çavkaniyên avê yên vexwarinê û yên bikêrhatî dikarin bên parastin. Avakirin û berfirehkirina tesîsên paqijkirina avê, misogerkirina ji nû ve bikaranîna ava qirêj a navmalî û kargehan, û berhevkirina ava baranê bi awayekî cuda hin ji wan gavên ku divê werin avêtin in.
Ji bo pêşîgirtina li qirêjbûna axê, divê bikaranîna gubreya kîmyewî were kêmkirin û piştgiriya rêbazên çandiniya organîk were zêdekirin. Her wiha, divê çalakiyên ku dibin sedema erozyonê, wek birîna daristanan û zêdekirina madenvaniyê bên qedexekirin an jî sînordarkirin. Ji ber vê yekê, divê daristan werin parastin û hewldanên ji nû ve daristançêkirinê werin kirin.
Dewlet û şaredarî dikarin di projeyên veguherîna bajarî de qadên şîn zêde bikin ku bikaribin bi vî awayî cihêrengiya biyolojîk zêde bikin. Yek ji erkên herî girîng ji bo mirovahiyê ew e ku cîhanek paqij ji bo ciwanên îro û zarokên siberoja xwe bihêle. Ger qirêjiya jîngehê neyê rawestandin, dê bandorên zirardar ên guherîna avhewayê zêde bibin, û çavkaniyên xwezayî kêm bibin, jiyana hemû zindiyan bikeve xetereyê, û kalîteya jiyana nifşên pêşerojê bi giranî bi bandor bibe.
Hêvîdar im ku ev kampanya di gotinê de nemînin û domdar bin…


