Birîna hevpar a mirovahiyê: Nijadperestî

Di sosyolojiyê de "Nijadperestiya Nû" an jî "Nijadperestiya Çandî" (carinan wek nijadperestiya cudahez/dîferansiyalîst jî tê binavkirin), di nîvê duyemîn ê sedsala 20an de, bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi wendakirina îtîbara nijadperestiya biyolojîk re derket holê.

•
1 deqe xwendin
Birîna hevpar a mirovahiyê: Nijadperestî

Nîjadperestî, li ser bingeha eslê biyolojîk, çandî yan jî etnîkî dabeşkirina kes an koman a ji bo rêzbendiya hiyerarşîk e û li ser vê bingehê rûbirûmana wan a li hemberî cudakariyê (dîskrîmînasyon) ye. Ev diyardeya ku di dirêjahiya pêvajoya dîrokî de bi awayên cuda hebûna xwe domandiye, ne tenê gotina nefretê ya ferdî ye; pirsgirêkeke cîhanî ye ku di kûrahiya avahiyên civakî, aborî û sazûmanî de bi cih bûye

Fikra nijadperestiyê bi taybetî di serdemên kolonyalîzm (mêtingerî) û koletiyê de rewatî bi dest xistiye. Di sedsala 19an de di bin navê "Nijadperestiya Zanistî" de, bi rêya pîvandina qoqê serî yan jî manîpulasyonên genetîkî hewldan hat dayîn ku îddiaya bilindahiya nijada spî li ser hincetên biyolojîk bê rûniştandin. Lê belê zanista genetîkê ya nûjen bi rengekî teqez îspat kir ku bingehek biyolojîk a têgiha nijadê tune ye û mirov tev bi rêjeya %99.9 xwedî heman avahiya genetîkî ne.

Nijadperestî îro li şûna îddiaya serdestiya biyolojîk a hişk, bi şêwazê ‘’Nijadperestiya Çandî û Nijadperestiya Sazûmanî’’ derdikeve holê.

Di sosyolojiyê de "Nijadperestiya Nû" an jî "Nijadperestiya Çandî" (carinan wek nijadperestiya cudahez/dîferansiyalîst jî tê binavkirin), di nîvê duyemîn ê sedsala 20an de, bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi wendakirina îtîbara nijadperestiya biyolojîk re derket holê.

Nijadperestiya klasîk, mirovan li gorî taybetmendiyên wan ên biyolojîk/genetîkî (rengê çerm, rengê çavan, şiklê serî hwd.) di rêzbendiyeke hiyerarşîk de bi cih dike û pişta xwe dide îddiaya "nijada jorîn/jêrîn"; lê nijadperestiya çandî baldariya xwe ji biyolojiyê dikişîne ser çand, ol, nirx û şêwazên jiyanê. Biyanîkirin û dinavxwenegirtina komê ye bi behaneya ku çand, şêwaza jiyanê yan nirxên wê "bê nirx" an jî "gef" têne qebûlkirin.

Nijadperestiya sazûmanî rewşa zirargihandina rasterast an nerasterast a pergalên wekî perwerde, edalet, kar û tenduristiyê ye li hemberî hin komên diyarkirî ye.

Nijadperestî astengiya herî mezin a li ber aştiya civakî û edaletê ye. Sazûmanîbûna pêşdaraziyan dibe sedema bêedaletiya derfetan di perwerdeyê de, cudakarî di bazara kar de û sepandinên alîgir di pergala edaletê de. Ev rewş kûrbûna parçebûnê di civakê de zêde dike û hawirdora bêbaweriyê diafirîne. Prensîba Danezana Mafên Mirovan a Cîhanî ya "Hemû mirov azad, di rûmet û mafan de wekhev tên dinyayê", bingeha sereke ya têkoşîna li dijî nijadperestiyê pêk tîne.

Têkoşîna li dijî nijadperestiyê tenê bi qanûnan nayê sînordarkirin; guherîneke berfireh a hişmendiya civakî dixwaze. Ji temenê biçûk ve divê bernameyên perwerdeyê yên ku pirçandîbûn û mafên mirovan hembêz dikin werin sepandin. Gotarên nefretê û sepandinên cudakar divê bi biryardarî werin cezakirin. Zimanê medyayê divê bi baldarî bê hilbijartin û ji gotarên ku qalibên fikrî (stereotîpan) xwedî dikin bê dûrxistin.

Têkbirina nijadperestiyê bi qebûlkirina cudahiyan wekî dewlemendiya hevpar a mirovahiyê mimkun e.