Bîranînên dilsoz û şehadeta nelibendê
“Şehîd ne tenê nirxên borî ne, lê ew pêşeng in ku rêya siberojê ronî dikin. Dilsoziya rastîn a bi bîranînan re, bi meşandina xeta wan a felsefî û parastina nirxên exlaqî-polîtîk pêkan e.”

Di demên herî biêş û giran de, dema nûçeyên şehadetê li çar aliyên welêt belav dibin, dilê mirov li her bajarekî, her gundekî û her quncikekî bi şînên li dar xistî diguhere. Çavên mirov li ser wêneyên li pêş alaya rengîn digerin. Bi fikar û tirs li navan digerin, da ku bibînin ka kesekî naskirî di nava wan de heye yan na. Lê di rastiyê de, ew hemû ji bo me naskirî ne û ji kûrahiya dil in. Ev rewşa lêgerînê û derûniya ku mirov tê de dijî, nîşan dide ku êşeke çi qasî kûr li me dikeve.
Rojekê, dema ez bi Mamoste Xelîl Brahîm re li ser rojevê diaxivîm û me bîranînên xwe parve dikirin, mamoste bi dengekî nizim pirsî:
“Ayten çawa bû gelo? Hîn sax e yan şehîd ketiye?”
Berê min hin nûçe dîtibûn ku medyaya dijber wê kiribû armanc û şehadeta wê îlan kiribû, lê ji aliyê çavkaniyên fermî ve tu agahiyeke teqez nehatibû. Bi hêviyeke saf min bersiv da: “Medyayê ew kiribû armanc, lê ji aliyê rêxistinê ve agahiyeke fermî nehatiye belavkirin.”
Bi vê gotinê re, bîranînên min ên bi Heval Ayten Amed re yek bi yek li ber çavên min zindî bûn. Rûyê wê yê biken, helwesta wê ya ji pola bihêztir û zimanê wê yê şîrîn ku di nava jiyanê de pir xweş diherikî, bala mirov dikişand. Me gelek tişt parve kiribûn. Rojekê, ji ber zîrekiya wê û zimanê wê yê herikbar, min jê re gotibû: “Heval Ayten, zimanekî te yê ewqas xweş û wêjeyî heye. Çima tu xwe nadî nava şaxên wêjeyî?”
Wê bi ken bersiveke kûr dabû min: “Ez şervan im. Niha çek di destê min de ye û pênûsê tenê ji bo perwerdehiyê bi kar tînim. Lê roja wê bê, ez ê vî zimanî bi kar bînim û bi awayekî wêjeyî xwe diyar bikim.”
Li ser bersiva wê min careke din jê re got: “Qet nebe xewna xwe ya derbarê Kakeyî-Yarsanî tê karibî binivisînî. Xewnek pir balkêş e, hewcedariya wê bi nivîsandinê heye.”
Biken bû, hinekî ponijî û dawiyê got: “Her xewn nayê nivîsandin lê divê ev bê nivîsandin. Ez û babetên vê xewnê gelekî ji hev dûr in; ez ji Xana Expar im û Kakeyî-Yarsanî li herêma Kerkûkê, Çemçemal, Kelar, Kifrî, Xaneqîn, Celewra û Dûzxûrmatûyê dijîn. Em çawa hatin gel hev, hîn jî di nava wê metirsiyê de dijîm.”
Gotin me di vir de birîbû û em bi hûrguliyên jiyanê ve kûr çûn. Dem derbas bû. Rojekê pirtûkeke bi navê “Kerkûk li Benda We Ye” ji nav weşanên Aramê derket û navê Ayten Amed li ser bû. Kêfa min ew qasî hatibû ku bê sebir min xwend û li ser wê pirtûkê gotareke bi navê “Di Bîranînên Ayten Amed de Kerkûk” nivîsand.
Lê hîn ev bîranîn û xweşiya nivîsê di dilê min de germ bûn ku dengê zengila telefonê her tişt guhert. Mamoste Xelîl Brahîm bi dengekî xemgîn got: “Ka te digot Ayten hîn sax e? Heval çûn ser sersaxiyekê û malbata wê dîtin. Diyar kir ku Ayten şehîd ketiye!”
Di wê kêliyê de ez li cihê xwe cemidîm. Zimanê min li hev geriya. Bi xwe tilîkên min li ser klavyeyê geriyan û min navê wê li ser malpera şehîdan nivîsand. Dema çavên min bi navê wê ketin, dilê min qulipî û hêsir bi xwe berê ji çavên min bariyan. Piştî şehadetên wiha, carinan hest ji gotinan mezintir dibin. Mirov naxwaze wan tenê bi xemla gotinan veşêre, lê dixwaze rastiya wan bê xemilandin bîne ziman.
Di lêkolîna xwe ya li ser wateya şehadetê de, min li gotinên Rêber Apo nêrî. Ew şehîdan wek mîrateyeke zindî û fermandarên me yên herî mezin pênase dike: “Şehîd ne tenê nirxên borî ne, lê pêşeng in ku rêya siberojê ronî dikin. Dilsoziya rastîn a bi bîranînan re, bi meşandina xeta wan a felsefî û parastina nirxên exlaqî-polîtîk pêkan e.”
Her wiha ramangerên cîhanê jî ev rastî bi rengekî din anîne ziman. Abraham Lincoln dibêje: “Em nikarin vê axê pîroz bikin… Mêrxasên wêrek ên zindî û mirî yên ku li vir şer kirin, berê ew der pîroz kirine. Erka me ya sereke ew e: Divê em li ser karê ku wan nîvco hiştiye bisekinin.” Bertolt Brecht tîne ziman ku: “Gava yên ku şer dikin dikevin, divê yên mayî ala wan hildin. Çerxa şer tenê wiha dizivire.” Mîlan Kundera dibêje: “Têkoşîna mirov a li dijî desthilatdariyê, têkoşîna bîranînê ya li dijî jibîrkirinê ye.” Û lehengê neteweyî yê Kubayê Josê Martî jî wiha dibêje: “Mirin ne tiştek e, gava ku mirov welatê xwe û nirxên xwe di nava dilê kesên din de zindî dihêle. Yên ku di ber rûmetê de dimirin, her tim zindî ne.”
Belê, heval Ayten, te jî di van rojan de ku em şehîdan bi bîr tînin û êşek kûr xistiye nava dilê me, ev bîranîn kirine wek cincokekê û li gewriya me asê kirine.
Û bawer im xeta te ya ku bi dilsozî te bi xwîna xwe nivîsandiye, wê ji bo me bibe rênîşana ronahiyê ya ber bi azadiyê ve. Azadiya bi vî rengî bi hêsanî nayê bidestxistin. Ji ber ku di destê te de çek hebû û gava dema wê hat, di destê te yê din de jî pênûs hebû. Ew dem îro ye; çek rawestiyaye. Roj ew in ku em berê xwe bidin pênûsa xwe û mîrasa ku te û şehîdan ji me re hiştiye, bikin dilopên hibrê yên pênûsê û wêjeyê biafirînin.



