Bingehên avakirina civaka demokratîk û ekolojîk
Têgiha civaka demokratîk û ekolojîk hêmaneke nû diafirîne; pergaleke civakî ya ku bi xwezayê re di nav hevsengiyê de ye, nehiyerarşîk e û li ser bingeha beşdariya rasterast a civakî tê avakirin.

Qeyranên ekolojiyê ku îro mirovahî pê re rû bi rû ye, ne tenê pirsgirêkek jîngehî ye. Ew qeyraneke kûr a civakî, siyasî û çandî ye. Hiyerarşî, pergala serdest, dorpêçkirin, bişaftin, aborî û paradîgmaya mezinbûna bêsînor ku ji aliyê desthilatdarên modern ve tê meşandin, bingeha şirûştiya jiyanî û nêrîna mirovan li ser xwezayê bi temamî diguherîne. Ev nêzîkatî çavkaniyên xwezayî wekî xezîneyeke bêdawî dibîne û bi lez û bez wan wenda dike.
Civaka demokratîk tenê bi beşdariya welatiyan bi cihgirtina di rêvebiriyên xwecihî de pêk nayê. Ev rêbaz ji demokrasiya klasîk wêdetir diçe û ji normên entegrasyona demokratîk gelekî dûrtir e. Dema ku ev têgih di çarçoveya ekolojiyê de tê nirxandin, pirsgirêka bingehîn di têkiliya diyalektîk a di navbera serdestiya mirovan ya li ser mirovên din û li ser xwezayê de xwe nîşan dide. Ev her du serdestî wek neynikekê hevdu nîşan didin û têkiliyên civakî pûç dikin.
Li gorî teoriya Murray Bookchîn, encama têkiliyên serdest ên di nav civakê de rasterast qeyranên hiyerarşîk û ekolojîk serwer e û damezrînerê ekolojiya civakî jî bi çarçoveya danîna civaka demokratîk re pêkan e. Berî her tiştî, serweriya li ser xwezayê ji serweriya li ser mirovan derdikeve. Ji ber vê yekê, hevsengiya ekolojîk tenê di civakeke nehiyerarşîk û ji serdestiyê dûr de dikare bi têkoşîneke hevpar û avakirina xweseriya cewherî pêk were.
Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ser entegrasyona modernîteya demokratîk, an jî bi têgiha konfederalîzma demokratîk radiweste, di çarçoveya ekolojiyê de bingehdanîna civakeke demokratîk e. Ev paradîgma bi awayekî tund pergala monopolîst û dewletparêz a modernîteya kapîtalîst rexne dike û wekî alternatîfekê jî teoriya sedsala 19an û ji pratîka sedsala 20an a sosyalîzma reel wêdetir, diyar dike. Di vê modelê de, ekolojî li gel demokrasî û azadiyê, newekheviya zayendî, serweriya aborî û yekrengiya çandî ji holê radike û bi entegrasyonê stûnên nû datîne.
Civak li gorî qeyranên heyî yên ekolojiyê, ne tenê bi guherîna avhewayê yan wendabûna cihêrengiya biyolojîk tê tehdîdkirin. Berî her tiştî, ev qeyran dibe sedema qutbûna têkiliyên jiyanî yên di navbera civak û xwezayê de. Civaka demokratîk û ekolojîk armanc dike ku vê qutbûnê ji holê rabike û di navbera xweza û mirovan de ji nû ve piran ava bike.
Li vir, civak ne tenê li hember xwezayê, lê wekî beşeke zindî ya xwezayê tê dîtin. Bi biryarwergirtineke piralî, li ser asta erdnîgarî ya herêmî û bi avakirina pergaleke civakî ku ji tevahî serdeman re maqûl bê dîtin, dixwaze were birêvebirin.
Di encamê de, demokrasiya rastîn bêyî domdariya ekolojiyê nikare xwe li ser lingan bihêle û hevsengiya ekolojîk jî bêyî avahiyeke civaka demokratîk û nenavendî, bi hêsanî nayê bidestxistin. Ev her du wek xelekekê bi hev ve girêdayî ne û têkoşîneke domdar jê re divê.
Avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk, ne bi şikestinek an serkeftineke şoreşgerî ya bi tavilê û ji nişka ve girêdayî ye. Berevajî, ew pêvajoyeke hîşmendî, piralî û demdirêj e ku wekî tebeqeyên hevtebeq bi hev ve girêdayî ye û têkoşîneke domdar jê re pêwîst e. Teorî di nav vê diyalektîka nû ya nehiyerarşîk de cihê xwe dibîne, hêmanên bingehîn ên vê teoriyê ava dike, pîvanan datîne da ku bixe meriyetê.
Ji aliyê siyasî ve
Demokrasiya rastîn û bingehdanîna rêya konfederalîzmê kevirê bingehîn ê vê modelê ye. Ev model bi avakirina mekanîzmayên xwebirêvebiriyê yên herêmî ve girêdayî ye û li şûna desthilatdariya navendî ya dewletî, bi cihêrengiya xwe cih digire. Li vir nêzîkatiya azadîxwaz a munîcîpalîst a Murray Bookchîn roleke girîng dilîze; demokrasiya rasterast bi rêya meclisên bajaran, komun û civînên gel pêk tê. Biryarên rasterast bi beşdariya hemû çîn û tebeqeyên civakê tên wergirtin. Hilbijartineke piralî dibe bingeha pirrengiya meclisan û nûneriya wan a sereke.
Ji ber vê yekê, rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan girîngiyek taybet dide meclisên gund, tax, navçe û navendan; her wiha komele, cemiyet, dezgeh, rêvebiriyên herêmî, şaredarî û komunên ku di bin sîwana konfederalîzmê de bi hev re şax vedidin û xwe bi rêxistin dikin.
Konfederalîzma Demokratîk ji van avahî û rêxistinên herêmî yên ku di bin sîwaneke konfederal de tên cem hev, qadeke jîngehî ya nû ava dike. Komun û şêweyên serbixwe bi rêya vê jîngehê, di bin navê rêvebiriyên herêmî de xwe bi rêxistin dikin û bi rê ve dibin. Bi vî awayî, modela netewe-dewletbûnê di dawiyê de li paş dimîne, xweserî û taybetmendiyên herêmî dertên pêş û tên parastin.
Mijarên jîngehî û qadên hevpar, bi rêya aboriya xweser û bi avakirina amûr û alavên nûjenbar, jiyaneke ekolojîk bi xwe re tîne. Di asta birêveçûna jiyaneke konfederalîst de ev model xwe bi rê ve dibe û koordîne dike.
Ji aliyê aborî ve
Bi xweseriya aboriyeke hevpar û hilberîneke li ser bingeha pêdiviyan, li her qadê hewcedariyên bingehîn tên bicihanîn. Aboriya serdest a kapîtalîst ku hem jîngeha mirovî û hem jî jîngeha xwezayî vediguherîne, rêbazeke bêbingeh e. Ew bi rêya teknolojiya nûjen a rasthatî mezinbûneke bêsînor li ser mirovan ferz dike û di dawiyê de jiyana ekolojîk di valahiyek bêser û ber de dihêle.
Di civakeke demokratîk û ekolojîk de, li hember vê aboriya serdest têkoşîneke bêhempa tê dayîn. Tebeqeyên dewlemendî û feqîrtiyê yên heyî tên parçekirin û li ser bingeha wekhevî û hilberîna adilane, hikumdariya aborî ji nû ve tê avakirin. Sînorên heyî tên derbaskirin û qadên ekolojîk li ser van bingehan tên rêxistinkirin.
Ev bingeh ji têkoşîna jiyanî û aborî ku di avahiyên herêmî de rasterast pêk tê, dibe gaveke bêveger û têkoşîneke jêneveger. Hilberîn ne ji bo qezencê, lê ji bo bicihanîna pêdiviyên rastîn ên civakê tê hilbijartin. Çavkaniyên xwezayî dibin malê giştî yê civakê û bi awayekî rêxistinî tên birêvebirin.
Aboriya kapîtalîst xwezayê dike kelûpel û mezinbûneke bêdawî ferz dike. Lê di civakeke ekolojîk û demokratîk de, aborî ji ‘xwedîtiya tekelî’ dûr dikeve û li ser bingeha civakê, di nav sînorên ekolojîk de tê birêxistinkirin. Hilberîn li şûna qezencê, li ser bingeha pêdiviyan e; çavkaniyên xwezayî bi awayekî kolektîf tên tercîhkirin.
Li vir têgiha pîşesaziya ekolojîk dikeve dewrê; bi teknolojiya heyî re wisa tê sêwirandin ku bi xwezayê re di nav hevsengiyê de be, da ku di nav pîvaneke mirovî de bimîne. Mezinkirin bi prensîbên bikaranînê tê sînordarkirin. Bi vî awayî, têkiliya di navbera bajar û gundan de ji nû ve tê avakirin; hilberîn û afirandina pêdiviyên jiyanî û enerjiya herêmî bi hevparî têne birêvebirin û parvekirin.
Kooperatîf, qadên cotkariyê yên hevpar, qadên enerjiya nûjenbar û rêbazên teknolojiyê yên biçûk û ekolojîk tên avakirin û li gor hewcedariyan pêdiviyên jiyanî pêk tînin. Bi vî rengî, ew şîrket û bazirganên ku di xizmeta netewe-dewletê de rol werdigirin û bi awayekî jenosîdî çavkaniyên sererd û binerd; maden, petrol, av, hewayê ji bo xwe û malbatên xwe bi kar tînin û jîngehê têk didin, tên astengkirin.
Di encamê de, bi avakirina têkiliyeke nû ya di navbera bajar û gund, deşt û çiyayan de, hevsengiyeke ekolojîk tê danîn û şopa wêrankirî ya pergalê ya li ser xwezayê ji holê radibe.
Civaka ekolojîk ne tenê bi hilweşîna têkiliyên xweza û mirov re, lê her wiha bi serdestî û nehevsengiya zayendî ya di nav mirovan de jî rû bi rû dimîne. Azadiya jinan yek ji stûnên bingehîn ên vê paradîgmayê ye. Wekhevî bi mekanîzmayên wekî hevserokatiyê, kotayên zayendî û meclisên jinan tê bidestxistin û têkoşîna heyî ji bo bidestxistina vê mekanîzmayê, digihîje encamên gelek girîng.
Pirrengiya hemû beşên civakî; etnîkî, çandî û olî jî bi heman awayî tê parastin û asta têkoşîna li hember yekrengiyê, asta pêşketina civakbûnê diyar dike. Civak li gorî prensîba yekîtiya di pirrengiyê de wiha tê birêxistinkirin. Perwerdeya hişmendiya ekolojîk û ruhê welatîbûna demokratîk di vê pêvajoyê de roleke girîng dilîze û mirovan wekî kesên azad û di heman demê de wekî beşek ji civakê mezin dike.
Ev nêzîkatî îdeala Rêberê Gelê Kurd a civaka organîk diyar dike; şêweya jiyanê ku li ser bingeha alîkariyeke hevbeş, hevgirtin û berpirsyariya exlaqî ava bûye, pêk tîne.
Di warê çandî de guherîna zîhniyetê
Ji bo avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk, guherîneke kûr di zîhniyetê de pêwîst e. Hişmendiya ekolojîk li hemû qadên jiyanê tê bipêşxistin. Di vê çarçoveyê de, teknolojiyên mirov-navendî û ekolojîk tên bidestxistin; li şûna projeyên mezin ên pîşesaziyê, çareseriyên herêmî û domdar tên tercîhkirin.
Civak xwezayê ne wekî tiştekî derveyî jiyana xwe, lê wekî beşeke ji hebûna xwe dibîne. Ev têgihiştin bi gavên ‘xwezayî yên sêyemîn’ pêk tê, an jî senteza bilind a di navbera civak û xwezayê de tercîh dike.
Di jiyana rojane de, pratîkên vezîvirandina bermahiyan, bi pîvanên sereke avakirina gavên resen tê belavkirin. Civak xwezayê êdî wekî tişteke derveyî xwe nabîne, lê wekî beşek ji hebûna xwe dibîne û lê xwedî derdikeve.
Civaka demokratîk û ekolojîk ne tenê hewldaneke parastina jîngehê ye; ew şêweyeke nû ya jiyanî ye ku di bingeha xwe de hiyerarşî, serdestî û îstîsmarkirina jiyanê red dike. Ev model li ser wê baweriyê ava bûye ku serweriya li ser xwezayê, di dawiyê de serweriya mirovan li ser mirovan pûç dike û têk dibe.
Ev paradîgma nexşerêyekê pêşkêş dike ku mirovahiyê ber bi aştiyeke rastîn a bi xwezayê û bi xwe re dibe. Avakirina wê ne xewn e, lê pêvajoyeke jiyanî ye ku ji asta hîşmendiyê dest pê dike û ber bi pêkanînê ve dibe ku jiyaneke xweser û azad bê bicihkirin.
Her çiqas ev avakirin rastî berxwedana pergala heyî were jî -wekî sermayeya gerdûnî, avahiyên netewe-dewletbûnê û çanda bişaftinê- dîsa jî rêyeke alternatîfek û rastîn e. Pirsgirêkên jiyanî yên wekî şer, qeyranên mirovî, têkbirin û wendakirina ekolojiyê, di vê pêvajoyê de hêdî hêdî kêm dibin û tecrûbeyên dîrokî yên wekî demokrasiya rastîn, bi birêvebirina înîsiyatîfên xwebirêvebiriyên cewherî yên hemdem, nîşan didin ku bi kiryarên armanckirî pêkan e.
Di encamê de, pêwendiya di navbera demokrasiyê û ekolojiyê de nayê şikandin. Civakeke demokratîk û ekolojîk, şêweyeke jiyanî ya jêneveger e û nehiyerarşîk e; domdar û azad e ku bersivê dide qeyranên îroyîn. Bi fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd û destkeftiyên têkoşîna Tevgera Azadiyê ku afirandiye, em dikarin gav bi gav pêşeroja civakeke ekolojîk û demokratîk di nav vê ahenga xwezayê de ava bikin.


