Bingeha Hebûnê û Ronahiya Azadîyê de Rola Şehîdan
Şehîd tenê nayên bîranîn, ew dibin motora guherîna siyasî, leşkerî û civakî. Her şehîdek tevgera azadiyê astengiyên li ber şoreşê radike, qeyranên siyasî vediguherîne derfetên mezin û rêya serkeftinê nîşan dide. PKK ji ber vê yekê ye ku wekî "Partiya Şehîdan" tê binavkirin, ji ber ku her pêngaveke wê ya stratejîk û her biryareke wê ya siyasî rasterast ji îrade û giyanê şehîdan hêmeyên xwe digire.

Şehadet di dîroka gelan de tenê çîroka qehremaniyekê an jî encameke xemgîn a şer nîn e. Di feraseta tevgerekê de ku xwe ji nû ve ava dike, şehadet felsefeya jiyanê ye, pîvana pîroziyê ye û hêza manevî ya herî mezin e. Wekî ku Rêber Abdullah Ocalan bi van gotinên xwe yên kûr destnîşan dike, şehîd pîvan û afirînerên civakeke azad û demokratîk in. Di çarçoveya vê fikir û felsefeyê de, pênasekirina şehîdan hem rastiya mirovbûnê, hem dîroka siyasî ya gelê kurd û hem jî pîvanên felsefî yên jiyanê dide ber çavan.
"Tenê şehîd bêguneh in"
Di nêzîkatiya felsefî de, mirovê ku di nava pergaleke serdest, modernîteya sermayedar û neheqiyê de dijî, bi rasterast an nerasterast dibe parçeyek ji gunehên wê pergalê. Mirov di nava têkiliyên desthilatiyê, tirs û berjewendiyên rojane de parastina hebûna xwe dixwaze û di encamê de dikeve bin bandora vê kêmneteweyî û lewaziyê. Lê şehîd, bi fedakirina hebûna xwe ya fîzikî ji bo pîvanên pîroz û azadiya civakê, vê zincîra berjewendî û tirsê dişikîne.
Şehîd di pênaseya Rêber Ocalan de yekane kes in ku ji hemû guneh û gemariyên pergalê paqij bûne. Ew pîvanên etîk ên jiyana azad temsîl dikin. Lewre, şehîd mirovê ku xwe ji xwebendiyê xilas kiriye, xwe di nava nirxên mirovahiyê de helandiye û ketiye mertebeya "mirovê azad". Ji ber vê yekê, gunehkarbûna me ya giştî tenê sûcekî qanûnî nîn e, ew pîvan û felsefeya civakî ye ku berpirsiyariyekê dide ser milê me da ku em her tiştê xwe bixin xizmeta nirxên ku wan afirandine.
Hemleyên leşkerî û Siyasî de rola Şehîdan
Di siyaseta têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de, şehîd ne tenê nirxên dîrokî yên ku tên bîranîn in, ew motora sereke, çavkaniya îradeyê û afirînerên hemû hemle û pêngavên stratejîk ên siyasî, leşkerî û civakî ne. Siyaseta tevgera azadiyê tu carî ji rastiya şehîdan qut nebûye. Di nêzîkatî û analîzên Rêber Ocalan de, her şehadetek ji bo şoreşê encameke pasîf an jî valahiyek nîn e, berevajî vê yekê, bûye bingeha gavên nû, veguherîna rêxistinî û ronîkirina rêya serkeftinê.
Pêngava Yekem bi şehadeta Hakî Karer di Gulana 1977an de dest pê kir. Vê şehadetê rê li ber paşdevekişîn û belavbûnê nebire, berevajî vê, bersiva siyasî û rêxistinî ya vê windahiyê bû biryara damezrandina fermî ya PKKê. PKK bi xwe bû bersiva manedar a vê şehadetê û gavavêtina ber bi qonaxeke nû ve.
Di Pêngava Duyem de, berxwedana dîrokî ya Zindana Amedê ya di salên 80yî de rê li ber şikandina vînê, teslîmiyet û tunebûnê girt. Bersiva herî mezin û stratejîk a vê xeta berxwedanê jî Pêngava Çekdarî ya 15ê Tebaxê ya 1984an bû ku li dijî desthilatiya faşîst xeta rizgariyê eşkere kir û berxwedan veguhast hemû qadan.
Di pêvajoyên paşê de, rol û wateya şehîdan hîn kûrtir û diyarder bûn. Di şerê 1992an de, şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li dijî xeta teslîmiyet û îxanetê bû sembola ruhê fedaî ya berxwedanê. Vê sekna dîrokî ne tenê xeta leşkerî ya berxwedanê ronî kir, di heman demê de bû bingeha bîrdozî û leşkerî ya artêşbûna jinê û rê li ber pêşketina tevgera azadiya jinê vekir.
Li hemberî siyasetên qirkirinê û êrîşên li ser Rêbertiyê jî, çalakiya Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) a di sala 1996an de li Dêrsimê, xeta fedaîtiyê û sekna stratejîk a şer diyar kir. Zîlan bi çalakiya xwe pênaseya "manifestoya jiyana azad" afirand û bû nûnera biryardarî û taktîka nû ya tevgerê.
Vê siyaseta pêngavî bi zelalî nîşan da ku şehîd tenê nayên bîranîn, ew dibin motora guherîna siyasî, leşkerî û civakî. Her şehîdek tevgera azadiyê astengiyên li ber şoreşê radike, qeyranên siyasî vediguherîne derfetên mezin û rêya serkeftinê nîşan dide. PKK ji ber vê yekê ye ku wekî "Partiya Şehîdan" tê binavkirin, ji ber ku her pêngaveke wê ya stratejîk û her biryareke wê ya siyasî rasterast ji îrade û giyanê şehîdan hêmeyên xwe digire.
Metafora Wêjeyî û Hafizaya Kolektîf
Di qada wêjeyî û çandî de, şehîd xêza bîranîn û nasnameya gelê kurd in. Gelê kurd ku di dîrokê de bi siyaseta înkar û tunebûnê re rû bi rû mabû, hafizaya xwe ya kolektîf ji dest dabû. Şehîd, bi sekna xwe û bi berdêlên ku dane, bûn mor û pênaseya vê hafizayê.
Wekî xeteke ronahiyê, şehîd riya jiyanê ronî dikin. Ew ne tenê lehengên berê ne, ew şênberkirina siberojê ne. Her şehîd, di helbest, strana dengbêjekî, an jî çîroka jiyana gundekî de dibe bingeha vejînê. Dema ku em dibêjin "Şehîdên me şehîdên mirovahiyê ne", em vê yekê dibînin ku berxwedana wan tenê ji bo erdnîgariyekê nîn e, ji bo rûmet û pîvanên gerdûnî ên tevahiya mirovahiyê ye.
Felsefeya Rêber Ocalan a ser şehîdan, nirxandineke kûr e ku rabirdû, îro û siberojê bi hev e girê dide. Şehîd bingeha hebûn û azadiya me ne. Wan bi xwîna xwe pênaseya jiyana bi rûmet nivîsandiye. Erk û berpirsiyariya me ya herî mezin ew e ku em li hember vê bêgunehiyê bipêjin, hafizaya wan biparêzin û di siyekiya ronahiya wan de jiyana azad û demokratîk ava bikin.


