‘Bi silavên Rêber Apo re dê xebat xurtir bimeşin’
Di 10’ê cotmeha 2023’yan de bi pêşengiya dostên kurdan pêngava bi navê ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ dan destpêkirin.

Di 10’ê cotmeha 2023’yan de bi pêşengiya dostên kurdan pêngava bi navê ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ dan destpêkirin. Pêngava ku li 74 navendan dest pê kir bi beşdariya tevgerên civakî, partiyên siyasî, şaredarî, sendîka, aktîvîst, rewşenbîr û bi milyonan kurd û dostên wan li hemû cihanê belav bû.
Pêngava ku hatibû destpêkirin salek li dû xwe hişt û di sala duyemîn de derbasê merheleya duyemîn bû. Em derbarê encamên xebatên ku hatine kirin û yên ku dê bên kirin de bi siyasetmedar Besîme Konca re axivîn.
Besîme Konca di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sedemên piştgiriya pêngavê û ev tişt anî zimên: “Îro li hemû cihanê bi pêşketina modernîteya kapîtalîst qeyranên aborî, çandî û civakî kurtir dibin. Li Ewropayê partiyên rastgir xwe xurtir dikin, faşîzm zêdetir dibe. Li aliyê din li Rojhilata Navîn kaoseke mezin heye. Li aliyekî din li Amerîkaya Latîn ev demeke ku çepgir û jin li dijî zextên heyî, kuştinên ku li ser sînoran pêk tên û tundiya ku li ser reşikan tê kirin, di nav lêgerînekê de ne. Em dikarin bibêjin ku li dijî van hemû pirsgirêkan lêgerînek hebû lê parçebûyî bû. Lêgerînên ku li Ewropa, Rojhilata Navîn û Asyayê hene bi destê desthilatdarên wek Putîn, Trump, Erdogan û kesên wek wan tên tepisandin. Pêngava ji ‘Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ ya ku ji aliyê dostên kurdan ve hat destpêkirin di rastiya xwe de di bingeha van lêgerînan de dest pê kir. Di vê pêngavê de ji bo hemû kesên ku xwe tev li pêngavê kirin fikrên Rêber Apo û Modernîteya Demokratîk wek hêviyek e. Di destpêkê de pêngavê wek balkişandina ser temenê Rêber Apo li 74 navendan dest pê kir û ji van 74 navendan li gelek deverên cihanê belav bû. Armanca yekemîn a vê pêngavê rakirina tecrîda li ser Rêber Apo ye, ya duyemîn ji çareserkirina pirsgirêka kurd û jiyanîkirina Modernîteya Demokratîk e.”
Bandora fikrên Ocalan
Besîme Konca ji bo belavbûna pêngavê wiha got: “Ji ber ku di bingeha vê pêngavê de bîrdoziyek heye li hemû cihanê rastê eleqeyeke baş tê. Ev demeke dirêj e ku rewşenbîr, akademisyen, komeleyên karkeran ku bi milyonan endamên wan hene, saziyên sivîl, aktivîstên mafên jin û zarokan li dijî modernîteya kapîtalîst di nav lêgerînekê de bûn. Dema fikrên Rêber Apo piştî Şoreşa Rojava jiyanî bûn êdî girêdana van kesan a bi fikrê Rêber Ocalan re xurtir bû. Wek tê zanîn piştî şoreşê hem ji aliyê kurdan ve hem jî ji aliyê dostên kurdan ve hem li ser berxwedana ku hatiye dayîn hem jî pergala li wir gelek xebat hatin meşandin, fîlm hatin çêkirin, pirtûk hatin nivîsandin. Ev tiştên ku hatin kirin jî di aliyê nasandina pergalê de xwedî bandoreke mezin bûn. Kesên ku bi xwe dîtin û tecrûbe kirin ka ev paradîgma çawa jiyanî dibe û dikare kesên ji hev cuda li gel hev bide jiyîn ketin nav hewldanan. Ji ber vê yekê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ li 105 welatan û bi sedan bajaran belav kirin. Bi rastî gelek kes tev li vê pêngavê bûn.


