Berxwedana Kobanê berxwedaneke cîhanî bû
Piştî Kobanê li gel kantonên Cizîr û Efrînê rêveberiya xwe ya xweser ragihand, Tirkiye û dewletên herêmê hêrs bûn. Bi destên hêzên navdewletî DAIŞ’ê êrîşî kantona Kobanê kir.

Piştî Kobanê li gel kantonên Cizîr û Efrînê rêveberiya xwe ya xweser ragihand, Tirkiye û dewletên herêmê hêrs bûn. Bi destên hêzên navdewletî DAIŞ’ê êrîşî kantona Kobanê kir. DAIŞ`ê di 15`ê îlona 2014`an a ji 3 aliyan ve êrîşî Kobanê kir. Bi hezaran çete ji tevahî cîhanê beşdarî şerê li dijî Kobanê bûn. Lê kurd û dostên kurdan li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dan. Kurdan li vir şerekî dirokî nîşan da. Şerê dîrokî yê li Kobanê ji tevahî mirovahiyê re bû serkeftina dîrokî. DAIŞ a bûbû belaya serê gelên cîhanê li vir têk çû. Şervanên kurdan li vir 136 rojan berxwedanek bêhempa û dîrokî nîşan dan. Gelên bi dehan welatên Asya, Ewropa û Amerîka Latîn bi hevbendiyeke enternasyonalîst piştgirî da wê berxwedanê û Roja 1`ê Mijdarê wekî Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê ragihand.
Ew berxwedaneke cîhanî bû. Hemû mirovahî beşdarî parastina nirxê mirovahiyê bûn. Lewma 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Ji bo famkirina girîngiya vê rojê, nirxandinên dîrokî, bîrdozî û civak Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zinarîn Qamişlo pirsên rojnamegera Rojnameya Welat Nêrgiz Ismayîl bersivandin.
*Sedema herî sereke ku DAIŞ’ê Kobanê kir hedefa xwe çi ye?
Fermandar Zinarîn Qamişlo: Di serî de em hemû şehîdên şoreşa rizgarkirina Kurdistanê silav dikin, bi taybetî cangoriyê berxwedana Kobanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Gelek spas ji keda xebatkarên Rojnameya Welat re ku heta niha ew jî li ber xwe didin.
Ev rastî heye ku hema ji ber xwe ve 1’ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê nehate îlankirin. Bi kedên mezin û berxwedaniyên dîrok ev roj hat îlankirin. Gelek sedemên ku Kobanê kirin armanc hene. Yek ji wan planên DAIŞ’ê bû ku sînorên dewleta xwe berfireh bikin. Armanc bi navê Dewleta Islamî ya Iraq û Şam avakirina dewletê bû. Kobanê jî diket nav vê neqşeya wan. Xwestin weke sînorekî bi navê îslama radîkal ji xwe re çêkin. Gelek herêmên din jî di bin navê ku ew jî yên me ne de êrîşa xwe rewa kirin.
Jixwe em ji bîr nekin ku ev herêm jî yên kurdewariyê ne. Em baş dizanin herêma ku bû çavkaniya mirovahiyê û dayika şaristaniyê silsila çiyayên Zagros û Torosan e. Em jê re dibêjin Dergûşa Şaristaniyê ye. Li vê derê însaniyetiyê pêş ket.Li vê derê civakbûna mirovahiyê li pêş ket. Li ser van axan pergalal jiyanê ya komkirî hatiye avakirin. A ku tê zanîn sîstema xwe ya perwerdê heye, ya jiyaneke hevbeş heye. Gelek amûrên ku di nava civaka xwezayî de têne peydakirin îro em di nava civaka kurd de dibînin. Gelek bawerî, şêwazên jiyanê dema ku mirov lêkolîn dike gelek jê dişibin ên civaka kurdan. Ji bo vê mirov dikare bibêje ku (jixwe hîn lêkolîn li ser têne kirin) weke danûstendina di nava civaka kurd de tê jiyîn. Ha li vê derê pirsek cidî rû dide: “Gelo civaka neolotik civake kurd e?.” Hîn tê xwestin ev yek bê lêkolînkirin. Eger civaka kurd civaka neolîtîk be! Civaka ya bi sîstem, zana, civakî, naxwe ev êrîşa DAIŞ’ê ne ji xwe re ye. Mirov dikare bibêje ku ev êrîş çawa rahîbên sûmeran ji bo xwedawendan plan çêkirin li hevdu rûniştin wekî desthilardar û keda wê desteserkirin, berhemên wê yên jiyanê ji xwe re girtin, çawa rûniştin û zirav-zirav pêk anîn, îro DAIŞ jî temsîliyeta aqilê Sûmeran dike.
Xwestin di şexsê kurdan de bingeha insaniyetiyê ku bi ked, zanebûn, hişyar û zanîna çima dijîn tune bikin. Sedema êrîşa li dijî kurdan û Kobanê gotina “Dema ez dîroka kurdan tune bikim, ez ê dîroka gelek miletan jî tune bikim” bû.
*Herêma Kobanê çawa tê naskirin?
Fermandar Zinarîn Qamişlo: Herêma Kobanê bi taybetî bi aliyên xwe yên dîrokî tê naskirin. Dewrûberên wê, netewên din jî tê de dijîn wekî gelê me yên ereb. Ji aliyê din ve ger tu xwe bigihînî Minbicê beşekî tirkmen hene, şîşan hene, xiristiyan hene, heta gundên ku wekî mozaîk in, cîranên Kobanê ne. Li vir em dikarin vê pirsê bikin ‘gelo DAIŞ xwest vê mozaîka gelan ji holê rake? Pir netewan tune bike? Li ber çavan e jî çawa çand netew di nav hev de dijîn û bêyî ku pirsgirêk derkeve, gelo xwest vê kurahiya civakî tune bike?’ Ev kiryaranjî di bin navê îslama radîkal, îslama şoven, îslama li gor li ser qetilkirina jinan, derxistina zilam a pêş û di nav de jî qetilkirina jin çêbibe. Ji bo vê di şexsê Kobanê de mozaîka gelan tunekirin e. Belkî wekî herêm herêmeke gelekî biçûk e lê belê bi çanda xwe gelekî dewlemend e. Bi cil û bergê xwe gelekî dewlemend e. Bi zaravayên xwe yên herêmkî gelek dewlemend e. Bi cîranên derdora xwe gelek dewlemend e. Ji bo wê yek DAIŞ’ê xwest wê dewlemendbûna mirovbûnê ji holê rake, dewlemediya çandê ji holê rake, dewlemendiya koka gelan ji holê rake. Di şexsê Kobanê û êrîşa ser de mirov dikare bi awayekî aşkera bibîne, ji ber ku îro Kobanê be sibe cîrana wê Minbic e, dusibe cîrana wê Eyn Îsa ye. Heta Eyn Îsa navçeyeke me ya herî biçûk e lê belê bi çanda xwe ya erebbûnê ya herî kevnar a ku çanda xwe dispêre şivantiyê, hîn zêdetir rejîma Sûriyeyê, pergala dewletê qebûl nake, îsyana xwe heye, hîn xwediyê çanda xwe ya Koçberî-bedewiyê ye. Loma bi van êrîşan xwestin hemûyan desteser bikin. Ji bo


