Berê me li mabeda şehîdan e
Ew bûn agirê geşkirina azadiyê û berê civakê dan ser rêya rastiyê. Bi rastî jî ew cihên merasîmên ku bi wêne û dirûşmeyên azadiyê hatine xemilandin, wekî mabedan tên xuyakirin.

Xeyrî Welat
Di van hefteyan de di serî de li bajarên Kurdistanên yên wekî Amed, Wan, Cizîra Şirnexê, navçeya Geverê ya Colemêrgê, Mêrdîn û navçeyên wê, li bajarên Tirkiyeyê wekî Stenbolê, nasnameya bi sedan cangoriyên Kurdistanê hatin aşkerakirin û têne aşkerekirin. Bernameya bîranînê di pêşengtiya MEBYA-DERê de pêk tê û hemû saziyên demokratîk piştgiriyê dikin. Ev dê hefteyê pêş jî berdewam bike. Di merasîmên sersaxiyan de hêst û hêsirên dayik û bi hezaran welatiyan ji nava dilê wan herikîn. Hem dayik û bavên ku nû ji şahadeta zarokên xwe hesiyan, hem jî bi hezaran malbatên ku di demên cuda de zarokên wan şehîd ketine, hatin ba hev û bi yek dil û hêstî êşa xwe parve kirin. Gelê kurd jî malbatên xwe bi tenê nehişt. Merasîma cangoriyan hema bêje ji bo gelê kurd û dostên wan bû mabed û ji her derê Bakurê Kurdistanê, li bajarên Tirkiyeyê gel herikî cihê bîranîna şehîdan. Her bajarên ku 3 rojan merasîma bîranînê lê tê lidarxistin, tevahiya rojê qad tije ye. Civak kom bi kom berê xwe dide wan mabedan û dilê xwe bi manewyata giyanên şehîdan tije dike.
Her dayik û malbateke kurd a di merasîmê de hatine gel hev, xwedî serpihatiyek wekî romanê ne. Gelek ji wan dayik, bav, xweşk û birayan, di demên borî de zarokên xwe di têkoşîna azadiya welat de winda kirine. Gerilayên ku nasnameya wan hatin aşkerakirin, gelek ji wan bi tevlibûna xwe re yan çeka xweşka xwe, yan çeka birayê xwe, yan çeka xal û apê xwe, yan jî çeka rêhevalê xwe rakiri ne. Bi soza ku “Ez ê çeka wan li erdê nehêlim” ketiye ser rêya azadiya welatê xwe. Li pey heqîqeta cangoriyên welatê xwe yên berî wan şehîd ketine, meşiya ne. Ew jî wekî wan îro ji bo civaka me bûn xet, bext û heqîqet. Bûn nirxên bêhempa yên civaka komînal. Bûn tîrêjên ronahiya welatê û tarîtî çirandin. Bûn agirê geşkirina azadiyê û berê civakê dan ser rêya rastiyê. Bi rastî jî ew cihên merasîmên ku bi wêne û dirûşmeyên azadiyê hatine xemilandin, wekî mabedan tên xuyakirin. Her roj bi hezaran kurdistanî berê xwe didin wan mabedan. Bi yek dengî dia tên kirin, bi yek dilî hêst tên parvekirin. Her kesên ku berê xwe dide mabeda wan şehidan, ruhê xwe bi manewyata wan şehîdan tije dike. Xwe ji hemû kêmasî û nebesiyat şûştî hîs dike. Di hizûra wan şehîdan de xwe careke din denydarê parastina nirxên ku wan bi xwîn û xwedana xwe avakiriye, dibîne.
Ji bo her malbateke me êşek mezin e, di serî de ji bo dayik û bavan kederek giran e. Lê hemû civak bi têkoşîna wan qehremanan serbilindiya xwe tîne ziman. Di her stranekê de, di her helbestekê de, navê şehîd derbas dibe û li gel şîn û xemgîniyê, qehremaniya jin û xortên Kurdistanê derdikeve pêş. Civaka kurd a ku bi sedan komkujiyan re derbas bûye, her gavê bi tunebûnê re rû bi rû hatibû hiştin, îro bi saya wan şehîdên xwe, ji xweliya xwe, xwe ji nûve dixuliqîne û derdikeve ser dika dîrokê. Belê xemgîn e, dil bi êş e, lê ruxmî hemû kederan jî bi qehremaniya xort û keçen Kurdistanê serbilind û serfiraziyê ve girêdayî ye. Berî her tiştî bi Rêbertî û Tevgera xwe ya Azadiyê bawer e û dizane ku dê ev pêngava têkoşîna azadiyê berbi serkeftinê ve bimeşe. Ew tovên azadiyê yên ku ketin dilê Kurdistanê, dê bi xwe re jiyaneke nû bîne û wê xwezaya rasteqîn ji nûve bixemilîne.
Li hemberî têkoşîna azadiya gelê kurd tu hêz nikare bisekine. Tenê bila ew ronahiya wan şehîdan di dilê me de ava kiriye, venemire. Tenê bila her gavê berê me li wê mabeda şehîdan be, tenê her bihostek axa welêt ku em piyên xwe lê davêjin, em ji bîr nekin ku li wir parçeyeke canê şehîdên me lê ye, dê teqes û teqes rêya me her gavê ronî bike. Ev hêst, bexet û exlaq deynê stûyê me ye. Heta dawiyê divê em xwedî li vê emanetê derkevin û xeyalên pakrewanên xwe bigihînin serkeftinê. Dê berê me her gavê li wê mabede be. Em bi hezaran carî minetdarê şehîdên xwe, Rêbertiya xwe, Tevgera xwe û civaka xwe ya xwedî bîr û baweriyên azadiyê ne.


