Ber bi înşaya azadî û demokrasiyê
Serkeftina pêvajoyê û bidestxistina çareseriyeke mayînde bi çar stûnên sereke ve girêdayî ye: nûavakirina baweriya civakî, misogeriya hiqûqî, reforma qanûnî û destûrî, û demokratîkbûna tevahiya welat

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, di bingeha xwe de, ne tenê hewldanek ji bo rawestandina şer e; ew projeyeke berfireh e ku armanc dike pirsgirêka dîrokî ya kurd bi rêyên siyasî çareser bike û bingeha komareke nû û demokratîk dîne. Serkeftina pêvajoyê û bidestxistina çareseriyeke mayînde bi çar stûnên sereke ve girêdayî ye: nûavakirina baweriya civakî, misogeriya hiqûqî, reforma qanûnî û destûrî, û demokratîkbûna tevahiya welat. Gava em van xalan di bin ronahiya geşedanên siyasî de dinirxînin, derdikeve holê ku ev gav ne daxwazên demkî ne, lê şertên bingehîn ên veguherîneke civakî û siyasî ya kûr in.
Stûna yekem û herî jiyanî, ji nû ve avakirina baweriya di navbera aliyan de ye. Bêyî ku rêyên diyaloga siyasî yên domdar û bi bandor bên vekirin, her gavên din di xetereya hilweşînê de dimînin. Di vî warî de, avakirina komîsyona di bin sîwana meclisê de gavake stratejîk e. Ev mekanîzma pêvajoyê ji destê monopola yekalî ya hikûmetê derdixe û dihêle ku hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl û dînamîkên civakî di biryardan û şopandinê de bibin xwedî berpirsiyarî. Bêbaweriya ku ji derengxistin û taktîkên siyasî çêdibe, di nava civakê de kûrtir dibe û baweriya bi aştiyê dişikîne. Ji ber vê yekê, destpêkirina xebatên komîsyonê bi awayekî zelal û vekirî ne tenê pêwîstiyeke teknîkî, lê şertekî bingehîn e ji bo parastina hêviya civakî.
Stûna duyemîn, afirandina zemîneke bi misogeriya hiqûqî heye. Rola kesayeta navendî ku koordînasyona siyasî ya pêvajoyê bi rê ve dibe, divê bi qanûnan bê parastin da ku bikaribe peywendiyan deyne, diyalogê bimeşîne û nerînên xwe yên çareseriyê ragihîne. Rejîma awarte û dorpêça heyî divê bi temamî bê terikandin û ji bo hemû aktorên siyasî ewlehiya hiqûqî ya demokratîk bê mîsogerkirin. Feraseta "pêşî çek, paşê maf" di vî warî de astengiyeke mezin e; ev nêzîkatî pêvajoyê hêdî dike û gumanan kûr dike. Qanûna Çarçoveyê, herçend hêviyek çêkiribe jî, bi tenê têrê nake; ji ber ku gelek kadro û rêveberan li derveyî sîstemê dihêle. Çareserî di afirandina mercên hiqûqî yên zelal de ye; belavkirina propaganda û gotegotên magazînî li ser mercên jiyanê, li şûna ku deriyan vekin, tenê rê li ber provokasyonan vedikin.
Stûna sêyemîn, reforma qanûnî û destûrî ye ku divê bi gavên pratîkî bê piştgirîkirin. Li pey qanûnên çarçoveyê, pêdivî bi guherînên kûr di destûra bingehîn de heye. Azadiya fikir û rêxistinbûnê divê bê berfirehkirin, nasname, ziman û çanda Kurdî bibe xwedî ewlehiya destûrî, siyaseta qeyûman bi temamî bi dawî bibe û mewzuata "têkoşîna li dijî terorê" li gorî pîvanên demokratîk ên navneteweyî bê sererastkirin. Ev reform ne tenê ji bo herêmekê, lê ji bo demokratîkbûna tevahiya welat pêwîst in. Di vê çarçoveyê de, beşdarbûna gerîlayan di jiyana siyasî ya sivîl de, vegera kesên li sirgûnê û berdana girtiyên siyasî ne mijarên muzakereyê yên duyemîn in, lê amrazên sereke yên veguherîna siyasî ne. Dema çek bêdeng bûn, divê dengê demokrasiyê bi awayekî gurr û eşkere bê bihîstin.
Stûna çaremîn û ya herî berfireh, guherîna zîhniyetê û demokratîkbûna tevahiya civakê ye. Pêvajo divê veguhere pênaseya Şoreşa Pozîtîf. Zîhniyeta kevneşopî ku şoreşê tenê wekî şîdet, rûxandina dewletê û bidestxistina desthilatdariyê dibîne, li gorî rastiya sedsala nû nîne. Şoreşa Pozîtîf inşakar e; ew ne rûxandina dewletê û ne jî afirandina civakeke ji sifirê ango ji bingehîn e. Armanca wê ew e ku civaka exlaqî û polîtîk bigihîne fonksiyona wê ya azad û siyasetê radestî xwediyê wê yê rastîn, ango civakê bixwe bike. Ev guherîn bo paşerojeke nediyar nayê paşxistin; "Kêliya Azadiyê" kêliya niha ye. Avakirin ji jêr ber bi jor ve ji kesekî, li kolanê, ji gundekî despê dike û bêyî bendewariya îcazeta navendên desthilatdariyê bi îradeya xweser pêk tê. Mîrasa zêdetirî nîv sedsalî di qadên jin, ciwan, perwerde, ziman û aboriyê de zemînekî xurt amade kiriye da ku ev enerjiya civakî bibe bingeha avakirina civaka demokratîk.
Di vê meşê de, rola jinan, dayikan ciwanan xwedî nirxekî stratejîk û pêşeng e. Ev beşê civakê, wekî kesên ku girantirîn êş û berdêlên şer dîtine, di refên herî pêş ên têkoşîna aştiyê de cih digirin. Daxwaza wan ne aşitiyeke ji rêzê, lê aşitiyeke birûmet e ku maf û hiqûqa gelan nas dike. Li gorî felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî", azadiya jinê hêmana bingehîn a azadiya giştî ya civakê ye. Ji ber vê yekê, serkeftina pêvajoyê rasterast bi îrade û beşdariya faal a jinan ve girêdayî ye.
Lê belê, divê neyê jibîrkirin ku pêvajoyên bi vê rengî rastî bertek û êrişên derdorên nijadperest û desthilatdar tên. Kampanyayên reşkirinê, manîpulasyonên medyayî û hewldanên daxistina mijarên dîrokî ji bo rojevên erzan, hewldanên astengkirina çareseriyê ne. Kesên ku ji rawestandina şer aciz dibin, ne ew in ku bedela mirovî û civakî dane, lê ew in ku berjewendiyên xwe di berdewamiya alozî û şer de dibînin. Nerazîbûnên demokratîk ên gel û israra li ser mafên rewa yên wekî perwerdeya bi zimanê dayikê nîşan didin ku îradeya civakî bi zext û tirsê paşve nakişîne.
Di encamê de, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê bi bêdengkirina çekan an jî bi derxistina qanûneke çarçoveyî naçe serî. Pêvajo pêdivî bi feraseteke nû, reformên kûr ên hiqûqî û veguherîneke civakî ya rastîn heye. Veguherîna civakî nayê paşxistin; kêlîka wî kêlîka niha ye. Bi nûavakirina baweriyê, mîsogerkirina statu û ewlehiya hiqûqî, reformên destûrî û pêşengiya dînamîkên civakî, ev pêvajo dikare rê li ber avakirina civakeke azad, exlaqî û demokratîk veke.


