Barbaros bû Komara herî ciwan a cîhanê
Girava Barbarosê bi tevlêbûna qrala Ingilîstanê 2. Elîzabeth bi merasimeke taybet wekî komara Barbaros hate îlankirin.
Girava Barbarosê bi tevlêbûna qrala Ingilîstanê 2. Elîzabeth bi merasimeke taybet wekî komara Barbaros hate îlankirin. Mersim li paytext Bridgertown pêk hat, Sandra Mason sond xwar û bi fermî bû serokkomar. Merasim di salvegera 55 a serxwebûna welat de hate îlankirin. Şiklê rêveberiyê yê 396 sale berdewam dike hate guhertin. Welîehdê Ingilîstanê prens Charles û hunermenda navdar a barbarosî Rîhanna jî tevli vê merasimê bûn. Ala qraliyeta Ingilîstanê hate daxistin û ala komara Barbarosê hate hildan.
Serokkomara Barbarosê, Sandra Mason di merasimê de axivî û wiha got: “Gemiya komara Barbarosê dest bi rêwîtiya xwe ya yekemîn dike, bi hêvîme ku sînga xwe bide ber pêl û bahozan û bi rengekî serkeftî me bigihîne siberojê."
Her wiha di merasimê de nîşana qehremana welat wekî xelat dan hunermenda xwe ya navdar Rîhanna.
Hêjayî gotinê ye ku nifûsa girava Barbarosê 287 hezar e û beriya belavbûna nexweşiya Covîd 19 her sal derdora milyonek kes wekî geştiyar dihatin serdana wê giravê.


