Bandora şerê cîhanî li Kurdistanê
Kurd, dikarin bi gelek aliyan re bi bandortir xebatên dîplomatîk bimeşînin, xwedî alternatîf bin. Heke li gorî planên ku tên xwestin ev pêvajo were meşandin, dikarin zûtirîn di nav xwe de hevsengiyê ava bikin û paşê tifaqên berfirehtir û micidtir bi derdoran re deynin.

Qewimîn ber bi rewşeke girîng ve diçin. Şerê cîhanê yê sêyemîn wekî pêlên avê bandora xwe li ser hemû herêmê dike. Bi taybetî li navenda şer, li Rojhilata Navîn. Qeyrana di navbera DYA û Îranê de her ku diçe dixitime. Lê wekî pîvana şer a dîrokî, serkeftin an jî pêşveçûn bi dorpêça berfireh ve girêdayî ye û ev pîvan îro jî girîngiya xwe diparêze. Lewma DYA û Îsraîl dixwazin milên axtapotê jêbikin anku Heyvrona Şîa bibirin.
Dibe ku hinek jî ji ber sendroma bandora şerê xistina Sedam Huseyîn û rewşa qeyranî ya li Iraqê, zêdetir hewldanên guherînan bi zagonan derket pêş. Lewra DYAyê di 2003yan de li Iraqê ezmûneke baş neda û destwerdaneke pêşîn a li wir dibe ku di şerê wekaletê de li hev sorkirina sunnî û şîayan ji holê rabike û rewşê vegerîne şerê îsewî û îslamê ku dê ev jî bi hesabê Îranê were. Ji ber vê yekê amadekariyên li Yemenê dihatin kirin ku Hûsî beriyê ketin tevgerê û şer li wir gur dibe. DYA, ji bo ku Hevpeymana Mekkeyê bi tevahî bike xizmeta xwe, vê gavê daxwazên alîkariyê yên Erebistana Siudî yên ji bo Yemenê bê bersiv dihêle.
Dewleta tirk ji vê rewşê ne xweş e û hewl dide ku li gorî berjewendiyên xwe tirsa ji kurdan anku pirsgirêka kurdî çareser bike. Birêz Ocalan jî hewl dide ku di demeke kurt de çareser bibe, lê ne li gorî berjewendiyên dewleta tirk. Gurbûna şerê Rûsya û Ûkraynayê, gefên Rûsyayê yên li Lîtvanya û Almanyayê, nakokiyên li deryaya Spî jî lezbûna rewşê zêdetir derdixe pêş. Di rewşeke wisa de danîa çekan a PKKê di rojevê de ye lê diyar e ku li ser xebatên siyasî û civakî yên ku PKK bimeşîne hîna lihevkirineke giştî pêk nehatiye. Her wiha asta mafên kurdan ên di zagonên nû de jî hîna mijara nîqaşan e.
Navenda şerê jeopolîtîk Tirkiye ye. Lê dibe ku bibe navenda şerê germ jî. Bes Tirkiye li aliyekî jî hewl dide ku di rewşeke xirabtir de wekî şerê cîhanê yê duyemîn, bibe sînorê di navbera hêzên şerker de û him xwe bi vî awayî biparêze, him jî heya cihekî derfetên gihîştina sînorên Mîsaqî Mîllî bi dest bixe ku ev jî bi kurdan ve têkildar e.
Di demeke wiha girîng de birêz Ocalan bêyî zagon derketina avahiya nû ya li Îmraliyê red dike. Rayedarên PKKê dîsa xetên xwe yên sor li pêşiya dewleta tirk rêz dikin û dixwazin ku dewlet gavan li gorî wê biavêje yan jî rêyên hevpar werin dîtin. Dewleta ku ev sed sal in civakeke nezan a şovenîst ava kiriye, li aliyekî xwedêgiravî dixwaze pirsgirêka kurdî çareser bike li aliyê din jî di vê rewşa qeyranî de hewl dide ku giyanê şovenîst ê civaka tirk biparêze ku ev jî li pêşiya demokrasî û çareseriyê asteng e.
Di rewşeke wiha de bi mehan e aloziyên tirkan ên derheqê neheqiyên li ser kurdan kêm nabin. Ev jî çareseriyê zehmetdar dike. Di ser de tevgera azadiyê ya kurdî cangoriyên xwe yên di şertên şer de ku nikaribû aşkera bike, ji raya giştî re aşkera kir û li bakurê Kurdistanê şînên wan hatin danîn. Xwedîderketina gel a li cangoriyên xwe û bi awayekî çandî û civakî danîna şînên wan, dewleta nejidil tirsand. Li cihê ku wê ji ber xirabkirina gorên wan, qetilkirina bi kîmyasalan, afirandina sedemên ku zarokên kurd derên çiyayan lêborînê bixwaze, ji danîna şînê gazincan dike ku ev jî jidilbûna wan radixe ber çavan. Di danîna şînan de hatina cem hev a civaka kurd, tirsa ji giyana neteweyî ya civaka kurd, jibîrnekirina têkoşîna zarokên xwe ya malbat û civaka kurd, di vê pêvajoya germ a dinyayê de dewletê veciniqand.
Di encamê de, ji aliyê Dêrezorê bi awayekî tarî ku avêtin ser eşîrên ereb, xortekî kurd revandin û bi awayekî hovane û namerdane li ber kamerayan qetil kirin, serê wî jêkirin. Di demeke ku li Yemenê şer kûr bûye de, ji bergeha Yemenê anku ji Dêrezorê êrişeke bi vî awayî senaryoyeke vekirî dixuyê. Dîsa diyar bû ku gelê kurd ê li hemberî vê hovîtiyê xwepêşandanên mafdar li dar bixe ku ev jî pêk hat. Di encamê de ji Helebê hatina HTŞê ya Kobanê û wekî aliyê hejar ê kurdan dîtina Kobanê û bi êrişan re di girtîgehê de şewitandina neh xortên kurd divê ku ji ber xwe nebe. Lewra girtîgeh, di şerê hovane yê li hemberî gelê kurd de cihê avêtina bîrên asîdê, kuştinên nediyar (diyar in) girtiye. Li gorî xwe di rewşeke bi vî awayî ya dinyayê de qaşo peyaman didin sazî û civaka kurd.
Li hemberî xetereyên bi vî awayî kurd dikarin çi bikin? Beriya her tiştî kongreya neteweyî saz bikin û yekîtiya xwe ava bikin. Misogeriya herî qewîn divê ku ev be. Ev rewş bi rastiya ku ewlehiya hemû Kurdistanê di bakurê Kurdistanê re derbas dibe re, dikare bibe sedem ku di serî de dewleta tirk, hêzên ku Kurdistanê di navbera xwe de par kirine micid nêzî kurdan bibin û ev pêvajo li gorî pêwistiyên wê were meşandin. Kurd, dikarin bi gelek aliyan re bi bandortir xebatên dîplomatîk bimeşînin, xwedî alternatîf bin. Heke li gorî planên ku tên xwestin ev pêvajo were meşandin, dikarin zûtirîn di nav xwe de hevsengiyê ava bikin û paşê tifaqên berfirehtir û micidtir bi derdoran re deynin.
Asêbûna bi çend aliyên çepgir ên marjînal ve ku di roja zor de pişta xwe didin kurdan, biratiya ku tê xwestin jî sûîstîmal dike. Çi dibe bila bibe, kurd xwedî wê zanînê ne ku hêzeke girîng li derinên cur bi cur ên Kurdistanê bihêlin. Dîsa kurd, dikarin kêmasiyên xwe yên xwebûnî (çand, ziman, sazî, yekîtî û hwd) derbas bikin, hêviyên neyaran ên di vî warî de ji bo pêşerojê bişikînin. Di van êrişên çend rojên dawî yên li ser Rojava de bi armancên tirkan re, çi qas pêçiya hêzên ku naxwazin pêvajo here serî heye? Mijara nîqaşan e; wekî Îran, Îsraîl û hwd…


