Başaran: Gel di Newrozê de nîşan da ku rêya çareseriyê Ocalan e

Gelê kurd li Kurdistanê û Tirkiyeyê tevî hemû astengiyên rayedarên dewletê bi coş û girseya herî mezin Newroz pîroz kir. Bi milyonan kurd daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman.

•
3 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê

Gelê kurd li Kurdistanê û Tirkiyeyê tevî hemû astengiyên rayedarên dewletê bi coş û girseya herî mezin Newroz pîroz kir. Bi milyonan kurd daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Li gel berf û baranê, li gel astengiyên polîsan bi milyonan kurd li Cizîr, Şirnex, Amed, Wan, Êlih, Gever, Şemzînan, Riha, Stenbol û Îzmirê daketin qadan û girêdana xwe ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re anîn ziman. Gel bi cil û bergên xwe rengê xwe daketin qadan û got ‘Em hene’. Têkildarî Newroza îsal Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran pirsên me bersivandin.

Tu dikare hinekî qala tabloya Newroza îsal bike?

Kelecana Newrozê demek dirêj e dest pê kiribû. Ji 8’ê Adarê dest pê kiribû. Bi pirozbahiyên 8’ê Adarê ev kelecan di nava gel de bêtir belav bû. Di 8’ê Adarê de pîrozbahiyên pir xurt hatin li darxistin. Li Amed, Şirnex, Êlih, Stenbol, Îzmîr û gelek navêndin din pîrozbahiyên xurt pêk hatin. Me li Kurdistanê bi TJA’yê û Meclisa Jinan re 8’ê Adarê pîroz kir. Li bajarên Tirkiyeyê jî me bi rêxistinên jinan ên çepgir û femînîst re 8’ê Adarê pîroz kir. Ew kelecan û coş herikîn qadên Newrozê jî. Me pîrozbahiyê Newrozê li Elkê di 15’ê Adarê de dest pê kir. Li gund û taxan dest pê kir û li bajaran belav bû. Her sal cejna Newrozê û Newroz di nava gel de kelecanek û coşekê ava dike. Lê îsal cudahiyek wê hebû. Gelê kurd demek dirêj e bi tundî û êrîşan re rû bi rû dimîne. Di vê Newrozê de jî ev hestê gel ên li dijî êrîş û tundiyan derket pêş. Hestê li dijî desthilatdariyê, li dijî dewletê û li dijî desthilata AKP-MHP’ê pêş ketibû herikî qadên Newrozê. Hestên neteweyî li dijî van polîtikayan pêş ketibû me li qadên Newrozê dît. Li her qadê jin, ciwan û zarok bi cilên neteweyî xwe qemilandin û hatin qadên Newrozê. Hêj beriya pîrozbahiyên Newroz dest pê bike amadekariyên wê hatin kirin.

Gel xwe bi xwe xwe rêxistin kiribû?

Me xebatek xurt meşand. Lê gel jî xwe bi rêxistin kiribû. Xebatek jî qet nehata kirin û belavokek jî qet nehata belavkirin,dê gel dîsa Newroza xwe pîroz bikiraya. Beriya ku deklerasyona Newrozê bê parvekirin û bang bê kirin jî gel û civakê Newroza xwe pîroz dikir. Li hev kom dibû, agirê Newrozê pêdixist û govend digerand. Li dora agir daxwazê xwe dianî ziman. Demek dirêj e li dijî gel êrîş heye. Lê gelê me di vê Newrozê de ev êrîş vala derxist. Gel bi pêşengiya jin û ciwanan û bi tevlêbûna Newrozê ev êrîş pûç kirin. Dewletê di 2014’an de plana hilweşandinê amade kiribû. Digot em ê gelê kurd têk bibin. Em ê wisa belav bikin ku carek din nikaribe xwe bi rêxistin bikin û werin cem hev. Daxwaz û hestê xwe bîne ziman.” Lê me di vê Newrozê de dît ku plana dewletê hilweşiya û têk çû. Helwesta gel li qada Newrozê ya Amedê ji sedî sed xwe nîşan da. Lê beriya wê ev helwest li bajarên din jî derket holê. Di aliyê hewayê de jî sermayek pir zêde hebû. Berf û baran hebû. Lê li gel vê sermaya berf û baranê gel disa qad dagirtin. Gel serma nas nekir. Berf nas nekir. Gotin ‘Em ê di bin berfê de li dora agirê Newrozê goven