Avakirina nirxan
Fîlozofê alman Nietzsche di encamê de gotiye "xwedê mir, lê me ew kuşt" heke em jî weke civaka kurd bikaribin, nirxên li ser me hatî ferzkirin ji holê rakin anku nirxên netewe-dewletan bikujin, wê demê em ê bikaribin nirxên civaka xwe jî derxînin holê

Nirx yek ji hilberînên sereke yên civakî ye anku civak nirxan jî ava dikin û li ser wan nirxan berdewamiya xwe bi pêş dixin. Bêguman nirxên civakî di rojekê de çênabin anku ji bo avakirina nirxên civakî demeke dirêj pêwîst e. Nirxên civakî di encama têkiliyên mirovan de û di ezmûnên hevpar ên mirovan de tên avakirin. Ji bo ku nirxek bibe beşek ji jiyana rojane ya civakê pêwîstî bi dem, ezmûn, perwerdehî, gotûbêj û dubarekirina wê nirxê heye. Her wiha ji bo avakirina nirxên civakî divê civak xwedî vîn, deng, hilbijartin û gotin be. Anku divê civak di hilbijartinên xwe de azad be û ferzkirin li ser civakê nebe. Helbet ne tenê civak bi heman awayî mirov û takekes jî bikaribin azad tevbigerin da ku xwedî nirxên civakî derkevin.
Azadî û hilbijartin şertên sereke ne ji bo avakirina nirxan. Heke civak an jî mirov bi dilekî rehet û azad bikaribe nirxekê hilbijêre, qebûl bike, red bike, bipirse û rexne bike, wê demê ew nirx dibe malê hemû civakê. Bêguman ev di encama demeke dirêj de pêk tê. Ji ber vê yekê, azadiya civakê û azadiya takekesî di avakirina nirxên civakî de xwedî roleke girîng in. Civak bê azadiya xwe nikare nirxên xwe bi awayekî serbixwe ava bike. Her wiha heke takekes jî ne azad be, nikare bi awayekî rasterast nirxên civakî hilbijêre û bi pêş bixe. Li vir paradoksa mezin ev e, dema civakek ne serbixwe be, desthilat nirxên xwe li ser wê civakê ferz dikin. Bi demê re hinek parçeyên wê civakê van nirxên desthilatê wekî nirxên civakê qebûl dikin. Ev yek di nav civakê de dibe sedema nakokî, nîqaş û gengeşiyan. Ji bo ku civak nekevin dafika desthilatan, divê bikaribin nirxên li ser wan tên ferzkirin, baş analîz bikin û di bin bîra xwe ya civakî re deras bikin.
Fîlozofê alman Nietzsche bixwe jî ev yek kiriye û hemû nirxên civaka xwe ji nû ve nirxandine, ji bo vê di encamê de gotiye "xwedê mir, lê me ew kuşt" heke em jî weke civaka kurd bikaribin, nirxên li ser me hatî ferzkirin ji holê rakin anku nirxên netewe-dewletan bikujin, wê demê em ê bikaribin nirxên civaka xwe jî derxînin holê. Lewra divê weke civaka kurd em baş analîza van pirsan bikin, ev nirx ji ku derketine, berjewendiyên kê diparêzin û di bin kontrola kê de ne?
Li ser vê meseleyê, di vê serdemê de nasnameya neteweyî pir li pêş e û gelek tişt li ser vê nasnameyê tên pênasekirin, nirxên civakî jî para xwe ji vê girtine. Netewe-dewletan ji bo konsolîdekirina civakan nirxên neteweyî ava kirine. Ev nirxên civakî yên netewe-dewletan civakan bi hev ve girê didin. Dema êrîşek li ser van dibe, piraniya civakên di nav netewe-dewletan de heman bertekan nîşan didin. Quran ji bo misilmanan; her wiha al, welat, şehîd û ax ji bo hemû netewe-dewletan nirx in. Dema ku êrîşek li ser van çêdibe, bertekên zêde tên nîşandan. Ji ber ku desthilatiya kurdan a siyasî tune ye, van netewe-dewletan nirxên xwe li ser kurdan ferz kirine. Ji ber ku nirx li gorî çand, bawerî, civak û perwerdehiyê teşe digirin û ev jî bi awayekî di bin destên van dewletan de ne, nirxên civaka kurd jî li gorî van dewletan teşe girtine. Her çi qasî ku di van 50 salên dawî de ji hêla nirxên civakî de pêşketinek çêbûbe jî mixabin di van demên dawî de êrîşeke hovane li ser van nirxan heye. Van êrîşan jî, kurd bixwe di bin navê kurdayetiyê de pêk tînin. Li ser vê meseleyê, şehîd, şervan û newroz ji bo tevahiya kurdan bûbûn nirx, lê belê niha êrîş û heqaret li ser van jî tên kirin.
Di fîlozofiyê de dijberiya tiştan bi awayekî erênî tê nirxandin. Anku dijberbûna tiştan pêwistî ye. Bikaranîna medyaya civakî di hinek aliyan de erênî ye, lê belê di hinek aliyan de dubendî û dijbertiyê kûr dike. Îro di medyaya civakî de ya li ser kurdan tê ferzkirin jî ev e. Ji ber van gengeşî û nîqaşên dûrî nirxên civakî dubendî û dijberiya di nav kurdan de her zêde dibe. Bi vî zimanê tûj û qirêjî kurd wê çawa yekîtiya xwe ava bikin? Qaşo ew kesên xwe weke kurdistanî bi nav dikin, ji sibehê heta êvarê xeber û dûjin ji devê van dibarin. Bi piranî jî kesên ‘rewşenbîr’ û ‘hunermend’ vê yekê kûrtir dikin. Dema ku di nav civakê de nirxên hevpar nebin, her tişt rewa tê dîtin. Lewra heqaret û neheqî dibin gotinên rojane. Îro di nav kurdan de bi taybetî li ser medyaya civakî heqaret û neheqî wekî nan û avê berbelav in. Nebûna nirxên hevpar berpirsiyariya civakî jî ji holê radike. Anku takekes xwe li hemberî civakê berpirsiyar nebîne, lewra bi dilekê rehet êrîşî nirxên civakî dike. Têkiliya di navbera nirxan û sincê de ji hêla desthilatan ve ji holê hatiye rakirin. Jixwe ji ber vê yekê êrîş, derew û heqaret pir bi hêsanî tên berzkirin.
Bi kurt û kurmancî ji bo avakirina nirxên hevpar divê em nirxên li ser me hatî ferzkirin hilweşînin. Ji bo vê jî, divê civaka me li ser nirxên heyî bikeve nav lêpirsînê. Nirxên me yên hevpar tune ne. Lewra divê em kurd demildest ji bo yekîtî, azadî, Kurdistan û xwebûnê di çarçoveya nasnameya xwe de nirxên nû û hevpar ava bikin. Heke em bikaribin li ser bingeha rûmeta mirovahiyê, toleransê, rêzgirtina ji ramana cuda re, li şûna heqaretan bi rexneyên çêker û berpirsiyariya hevpar nêzîkî hev bibin, zimanê êrîşkar berdin, hingê em ê bikaribin nirxên hevpar jî ava bikin. A herî girîng jî, bêguman "em" û "hûn"a ku li ser me hatiye ferzkirin, divê demildest em vê ji nav xwe derxînin. Ji ber ku “em” û “hûn” tenê cûdabûna ramanan nîşan nade; carinan ew dibe sedema belavkirina civakê û avakirina dîwarên navbera me. Lewra pêwîstiya me bi “em”eke berfireh heye ku hemû ramanên cuda yên ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê di nav xwe de dihewîne, ne ku “em” û “hûn”eke ku me parçe dike. Anku pêwîstiya “em”ekê heye ku dikare rê li ber guftûgo û tekoşînê veke.


