Avakirin
Heke gel bi xwe li her tax, gund û bajarî xwe rêxistin neke, li dora hev kom nebe û nebe xwedî biryar, ti peyman û yasa nikarin azadiyê biparêzin. Hêza herî mezin ne destxetên li ser kaxizan in, hêza herî mezin xelk û gelê birêxistinbûyî ye.

Li welat û herêma me bûyer pir bi lez û bez diqewimin. Derya xilxilî ye û her hêz hewl dide ku di nav vê alozî û şerî de zirarên xwe kêm, qezencên xwe zêde bike. Dewletên mezin û yên herêmê bi şer, siyaset û aboriyê dixwazin di berjewendiya xwe de dirûv û teşe bidin rewşê. Di nav vî agirî de, Tevgera Azadiya Kurdistanê jî bi stratejiyeke nû ya siyasî têkoşîna xwe didomîne. Ji ber ku kurd êdî bûne hêzeke mezin, kes nikare li herêmê bêyî hesabkirina daxwazên gelê kurd gavekê biavêje.
Lê pirs ev e: Ev pêvajoya nû wê çawa bi ser bikeve? Carna xelk wisa difikire ku ev pêvajo tenê bi hevdîtinên li Îmraliyê wê çareser bibe. Ev nêzîkatî kêm e û rastiyê nîşan nade. Ji ber ku ev şansê dîrokî bi xwebexşî nebûye; bi ked û berdêlên mezin ên zêdetirî 50 salan çêbûye. Dewletê her tişt ceriband, çekên giran û qedexekirî bi kar anîn, lê dîsa jî nekarî ku vê berxwedanê bişikîne. Di esasê xwe de ne tenê berxwedana 50 salan dewletê li Kurdistanê ti berxwedanekê nekariye bişikîne. Ji ber ku her tevger û bizav li ser mîrasa berxwedanên berî xwe dest bi têkoşîna xwe kirine. Heke îro rêya diyalogê hatibe vekirin, ji ber wê ye ku polîtîkaya zorê û şer bi ser neket.
Îcar di vê qonaxê de heke em li mifteya sereke ya serkeftinê binêrin wê ji me hemûyan ve xuya bibe ku ev encax bi rêxistinbûna gel û avakirina civakeke demokratîk mimkun e. Yanî têkoşîn bi formeke nû wê dewam bike.
Heke gel bi xwe li her tax, gund û bajarî xwe rêxistin neke, li dora hev kom nebe û nebe xwedî biryar, ti peyman û yasa nikarin azadiyê biparêzin. Hêza herî mezin ne destxetên li ser kaxizan in, hêza herî mezin xelk û gelê birêxistinbûyî ye. Civaka ku ne birêxistinkirî be, nikare destkeftiyên xwe biparêze û nikare siyasetê jî ber bi çareseriyê ve bikişîne.
Qanûna ku vê dawiyê derket tenê derî vedike. Derbasbûna ji wî deriyê û jiyana li baxçe yan jî li nav malê wê bi têkoşîneke hîn bihûrgilî pêk were. Ji bo ku ev dergeh bi temamî veguhere aştî û azadiyê, pêdivî bi xebateke mezin a civakî heye. Siyaseta azad jî gav bi gav bi pêşketina azadiya raman û rêxistinbûnê ve girêdayî ye. Gava ku mercên xebatê yên Rêber Apo bên guhertin û ew bi xwe bi zanyar, rewşenbîr û nûnerên gel re rasterast bikeve têkiliyê, wê rol û bandora civakê jî zêdetir bibe.
Ji bo vê yekê jî barê herî giran dikeve ser milê hêzên demokrasiyê, rewşenbîran û bi taybetî jî gel bixwe. Çareserkirina pirsa kurdî ji bo tevahiya Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê jî deriyê guherîneke mezin e. Lê ji bo ku em bigihîjin wê rojê, divê em li benda kesî nesekinin û lavayan nekin. Divê em li her derê civaka xwe ya demokratîk gav bi gav ava bikin. Şansê me yê serkeftinê tenê bi yekê pêkan e.


