Ava wê tehl e, lê li me xweş helal e
Piştî ku me çend rojan xwe da ber pêlên behra zimanê yekgirtî, me gelek çem û rûbar di ser hev re qulibandin, me dil û hinavên xwe li peyvsaziya kurdî rihet kir, îcar min berê xwe da welatê Serhedê da ku ez hinekî dil û giyanê xwe bi ava hênik sermest bikim.

Belê gelî xwaher û biraderan, îsal min jî lingê xwe li lingê maqûl û malmezinan girt û min berê xwe da ber qeraxê behra delal û zelal.
Hinekî xwe ragirin gelî maqûl û efendiyan, hema yekser xwe dîn û şêt nekin, ez neçûme ber behra xelkê, min berê xwe daye Behra Wanê anku dilê Kurdistanê.
Di destpêka meha tîrmehê de piştî ku me çend rojan xwe da ber pêlên behra zimanê yekgirtî, me gelek çem û rûbar di ser hev re qulibandin, me dil û hinavên xwe li peyvsaziya kurdî rihet kir, îcar min berê xwe da welatê Serhedê da ku ez hinekî dil û giyanê xwe bi ava hênik sermest bikim.
Şêxê Şêxan Şêx Ehmedê Xanî di dîbaceya Şahkara xwe Mem û Zînê de li ser sedema nivîsandina bi kurmancî ev tişt gotine:
Qelbê me nekir qebûlê hîle
Qet bo xerezê nebû wesîle
Dîn çû, neket bi dest me dînar
Paşê ji neçarî bûyne seffar
Sifrê xwe yê xef me aşkera kir
Qirtasiye bû, me lê dua kir
Da’wet geriya bi sidq îcabet
Bû wasîteyê qezayê hacet
Ev pûli eger çi bêbuha ne
Yekrû ne û saf û bêbuha ne
Bê hîle û xurde û temam in
Meqbûlê miamela ewam in
Kurmancî ye sifr e, bê guman e
Zêr nîn e bibên “spîde man e”
Sifrê me yê sor e aşîkar e
Zîv nîn e bibên ku “kêm eyar e”
Neqdê me mebêje, “kêm eyar e”
Bê sîkkeyê şahê şehrewa ye
Dema ku ez û ava Behra Wanê bûn yek ceste, hingî ev malikên Xanî Baba ji dev min ji xweber herikîn, pê re jî rondik û hêstir ji çavên min hatin, bi hêviya ku ava behra me jî wekî behrên xelkê bi hêstirên çavên min şor bibe. Piştî min hêviya xwe ji şorbûna ava me ya tehl biriya, ev malik yekser ji devê min derketin:
Heçî hinekî ava wê tehl e
Malê me ye, li me xweş helal e!
Heke Xwedê da me aqil û hiş û quwwet
Hingî ava me dibe şîr û şekir, cih û war jî dibe cennet
Em ji Xwedayê xwe bi hêvî ne
Em ne mişk û mar û rovî ne
Belkî em kenarî û gelekî kovî ne
Lê em ewende nezan û hovî ne
Me danî hîmê şar û şaristanî
Bes e ev qas zilm û karistanî
Em jî dixwazin bijîn bi azadî û dostanî
Hinek jî birinca bi goşt û li ber jî dew û bostanî
Hûn jî bibêjin, amîn! Gelî xwaher û biraderan.


