Astengî çek in an hişê dewletê ye?
Tirkiye îro dikare dîroka xwe dubare bike an jî qonaxeke nû ava bike. Eger yekperestiya nasnameyê bibe bingeha siyaseta neteweyî, pirsgirêk dê bi navên nû vegere. Lê eger bingeh bibe pirrengî, wekhevî, azadiya nasnameyê û jiyana hevpar, wê demê kurd û tirk wek du gelên hevpar ên civakeke demokratîk dikarin bijîn.

Îro Tirkiye li ber qonaxek dîrokî radiweste. Mijar êdî tenê rawestandina çekan nîne. Mijara bingehîn ev e ku Komara Tirkiyeyê dê di pêşerojê de bi gelê kurd re bi kîjan zîhniyetê têkilî deyne?
Ji ber ku têkiliya dewletê bi gelê kurd re tenê bi operasyonên ewlehiyê, zagon û siyasetên ewlehiyê nayê pîvanîn. Pêwîstiye ku dewlet biryar bide: Gelo dewlet gelê kurd çawa dibîne? Weke pirsgirêkek ewlehiyê? Weke civakek ku divê bê bişaftin? An jî wek gelek ku wek hemû hemwelatiyên din xwediyê mafên wekhev in?
Li vir têgeha “völkisch” derdikeve holê.
Völkisch têgihek e ku li Almanyaya sedsala 19an derket û “volk”, ango gel, bi dîrok, çand, nasname û giyanê bixwîn û nijadê ve girêdide. Divê ev têgih rasterast bi nazîzmê re neyê wekhevkirin. Lê Hîtler hinekî ji van hest û ramanên “volk”ê hêzê girt û wan bi nijadperestî, antîsemîtîzm, dijberiya li hember demokrasî û dewleta totalîter re girê da.
Ji ber vê yekê Hîtler bi tenê negot “em gel in”, ew gihîşt wê astê ku got “em gelê rast in”. Li vê derê nasname ji çandê derbasî kategoriyeke siyasî ya nijadî bû.
Têgeha “völkisch” mirov dikare ji bo nirxandina dîroka Tirkiyeyê jî bikar bîne. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de gelek siyaset û pratîkên ku li ser yekperestiya neteweyî, yek ziman û rêveberiya navendî hatine avakirin, dikarin wek hêmanên siyaseta homojenîzekirinê bên nirxandin. Pirsgirêka kurdî bi siyaseta netewdewletê, navendîkirin û homojenîzekirina nasnameyê re girêdayiye.
Li Tirkiyeyê pirî caran pirsa kurdî bi pirsa “dewlet dê pirsgirêka kurdî çawa çareser bike?” tê pirsîn. Ev pirs şaş e. Divê ji bo çareseriyek demokratîk pirsa “kurd û tirk wek hemwelatiyên wekhev dê çawa bi hev re bijîn?” were pirsîn. Ev her du pirs ne heman tişt in. Di pirsa yekemîn de dewlet dibe xwediyê pirsgirêkê û kurd dibin objeyên çareserkirinê; di pirsê duyemîn de kurd û tirk her du jî dibin kirdeyên siyasî. Ev cudahî bingehîn e. Ji ber ku kurd ne “pirsgirêkek” in ku dewlet wan çareser bike. Kurd gel e.
Ji bo ku aştiyek rastîn were avakirin, nasnameya wan, zimanê wan, çanda wan û îradeya wan a siyasî divê di çarçoveya demokrasiya wekhev de bê parastin.
Birêz Abdullah Ocalan di bangawaziya “Aştî û Civaka Demokratîk” a 27ê sibata 2025an de, bang li bidawîanîna serdema şerê çekdarî û derbasbûna qonaxeke nû ya demokratîk kir. Di vê bangewaziyê de “entegrasyona demokratîk” wek alternatîfa rêbazên cudaker û bişaftinê hat pêşniyarkirin.
Ev bangawazî ne taktîkek nû bû. Di bin vê bangawaziyê de pirsek dîrokî hebû: Pirsgirêka kurdan û dewletê wê bi avakirina dewleteke nû were çareserkirin, an bi demokratîzekirina jiyana hevpar?
Di perspektîfa Ocalan de bersiv zêdetir ber bi aliyê duyemîn ve diçe. Komara demokratîk, demokrasiya herêmî, azadiya jinê, ekolojî, pirrengî û civaka xweser ji hêmanên girîng ên vê perspektîfê ne.
Lê bi rastî divê heman prensîb ji dewletê jî were xwestin. Dewlet jî dest ji polîtîkayên înkarkirina nasname û çanda kurdî, polîtîkayên bişaftinê, qedexekirina zimanî û nêzîkatiya ewlehîparêz berde.
Îro qonaxeke nû dest pê kiriye.
Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê di 5ê tebaxa 2026an de çarçoveyeke zagonî ji bo pêvajoya teslîmkirina çekan û fesixkirina PKKê pejirand. Ev gav dikare ji bo bidawîanîna şerekî ku pêncî sal domandiye bîne. Lê ev zagon gelek kêmasiyan di nav xwe de dihewîne û statuya hiqûqî ya birêz Ocalan çareser nekiriye. Tenê rawestandina çekan bi xwe re demokrasiyê nayne.
Eger çek bê rawestandin lê şertên siyasî yên ku bûne sedema pirsgirêkê neyên guherandin, pirsgirêk dikare bi awayên din bijî. Ji ber vê yekê aştiya rastîn bi tenê ne çekberdana PKKê ye, aştiya rastîn divê; çek bê rawestandin û dewlet jî divê demokratîk bibe.
Kurd divê bikaribin nasnameya xwe bê tirs bijîn, zimanê kurdî divê bibe zimanê jiyanê, demokrasiya herêmî xurt bibe, îradeya hilbijartiyan divê bê parastin, mafê azadiya derbirînê û rêxistinkirinê bê misogerkirin, daraz divê ji siyaseta rojane serbixwe be, hemû hemwelatî, di hêla zagonî de wekhev bin. Ev ne îmtiyaz, şertên bingehîn ên civakeke demokratîk in.
Rojhilata Navîn jî Tirkiyeyê ber bi vê guherînê ve dibe.
Li Iraqê federalîzm û herêma Kurdistanê heye; li Sûriyeyê kurd, ereb û gelên din di nav pêvajoyên nû yên siyasî de ne; Îran jî di bin gefên hilweşîne de ye.
Ji ber vê yekê Tirkiye li ber du rêyan e. Rêya yekemîn; kurdan wek metirsiyek ewlehiyê bibîne, ya duyemîn jî; kurdan wek hevparên siyasî û demokratîk bibîne. Rêya yekemîn dikare Tirkiye bi hêzê ragire, lê nikare pirsgirêkê bi temamî çareser bike. Ya duyemîn dikare Tirkiye ji hundir ve xurtir bike. Ji ber ku hêza Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn tenê ji artêş û aboriya wê pêk nayê. Hêza wê ji demokrasî û baweriya civakê ya navxweyî jî tê.
Tirkiye îro dikare dîroka xwe dubare bike an jî dikare qonaxeke nû ava bike. Eger “volk” yanî yekperestiya nasnameyê dîsa bibe bingeha siyaseta neteweyî, pirsgirêk dê bi navên nû vegere. Lê eger bingeh bibe pirrengî, wekhevî, azadiya nasnameyê, îradeya azad û jiyana hevpar, wê demê kurd û tirk ne wek du aliyên dijmin bin, lê wek du gelên hevpar ên civakeke demokratîk dikarin bijîn.
Armanc ne ew e ku kurd bibin tirk, ne jî ew e ku tirk bibin kurd. Armanc ev e: Kurd bikaribin wek kurd bijîn, tirk bikaribin wek tirk bijîn û her du jî bê tirs û bê serdestî bi hev re bijîn.
Ev e wateya jiyana hevpar a bi îradeya azad, ev e wateya civaka demokratîk.


