Alparslan Kuytul û hevjîna xwe hatin binçavkirin
Wezîrê Edaletê Akin Gurlek di derbarê lêpirsîna ku li dijî Weqfa Furkanê hatibû destpêkirin de daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo 32 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn û ji bo 5 şirketan jî qeyûmê rêveberiyê hat tayînkirin.

Di lêpirsîna li dijî Weqfa Furkanê de, Alparslan Kuytul û hevjîna wî Semra Kuytul jî di nav de gelek kes di saetên sibehê de hatin binçavkirin. Wezîrê Edaletê Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal de daxuyaniyek da û diyar kir ku lêpirsîn ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Adanaye ve hatiye destpêkirin. Gurlek got: "Li gorî daxuyaniyên gilîker û şahidan, analîzên darayî, tevgerên bankayê, materyalên dîjîtal û delîlên din; di çarçoveya sûcên avakirin û rêveberiya rêxistina sûc, endametiya rêxistinê, revandina milkên ku ji sûc hatine bidestxistin, sextekariya xedar, sextekariya di belgeyên fermî de û dijberiya Qanûna Prosedûra Bacê de ji bo 32 gumanbarî pêvajoya edlî hat destpêkirin."
Qeyûm dan ser 5 şîrketan
Gurlek diyar kir ku di çarçoveya lêpirsînê de li 6 bajaran bi ser 49 navnişanan de hatiye girtin û ev îfade bi kar anîn: "Ji bo 5 şirketan qeyûmê rêveberiyê hat tayînkirin, di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 349 hesabên medyaya dijîtal ku hatibû tespîtkirin di berjewendiya rêxistinê de fealiyetê dimeşînin, biryara astengkirina gihiştinê hat dayîn."


