Ahenga hev-tiyê û bîra civakî

Ev jiyana nû ya ku bi keda jinan ji Neolîtîkê heta roja îro hatiye û bi rêya tevgera azadiyê ji nû ve hatiye honandin, mîsogeriya herî mezin a siberojeke azad, wekhev û demokratîk e.

•
1 deqe xwendin
Ahenga hev-tiyê û bîra civakî

Dubendiya ku ahenga jiyanê ya di navbera jin û mêr de têk dibe, di heman demê de krîza bingehîn a aqilê ku jiyanê bi rê ve dibe jî diyar dike. Ev hişmendiya serdest ku hev-tiyê ji civakê qut dike û dike navenda qeyranan, di nav dîrokê de nirxên sincî û civakî tune kiriye. 

Pergaleke ku îstîsmar, newekhevî û desthilatdariyê kûr dike, bi rêya nexwestin û netehemulbûna dîrokî hatiye avakirin. Ev rewş di warê ol, felsefe û zanistiya civakî de bi hezarên salan di tevahî serdeman de hatiye meşandin; bi taybetî bi çîroka Adem û Hewayê û her wekî din, hebûna jinê di nav qalibên sînorkirî de hatiye tepisandin.

Lê belê, ji bo cîhan û jiyaneke baştirîn her tim mirov di nav lêgerîna civakî de bûne. Jinan barê giran ê vê têkoşînê hildane ser milên xwe. Ji ber ku rastiya jinê nîvê civakê û kilîta yekîtî û ahenga xwezaya wê ye, astengiya herî mezin e li pêşiya modernîteya serdestan jî têkoşîna azadiya jinê. Azadiya jinê ne tenê pirsgirêka jinan bixwe ye, ew deriyê sereke yê azadiya tevahiya civakê ye.

Di paradîgmaya nû de jin û siyaset

Di vê çarçoveyê de, azadiya jinê di têkoşîna giştî de xaleke vezîvirandinê ya dîrokî ye. Tevgera Azadiya Jinên Kurd nake armanc ku jinan bi pergala baviksalar re bike yek, berevajî vê yekê, armanc dike ku derkeve derveyî wê û jiyaneke azad û alternatîf ava bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotina “Bêyî azadiya jinan civak nikare azad bibe” rastiya vê xetê bi awayê herî zelal diyar kiriye.  

Di sala 2004an de bipêşxistina pergala hevserokatî û hevşaredariyê, pêngaveke şoreşger bû ku li dijî siyaseta baviksalar hate avakirin. Ev pergal ne tenê lêgerîna rêveberiyeke cuda ye, di heman demê de bersiveke xurt a felsefî û siyasî ye ji bo çareserkirina qeyranên civakî. Hev-tî têgiha beşdariya fîzîkî ya jinan derbas kiriye û wan kiriye biryarderên sereke yên dîrokî.

Pratîka hev-tî û astengiyên wê 

Pergala hevserokatî û hevşaredariyê di dîroka Rojhilata Navîn de pêngaveke yekemîn û pir wêrek e. Lê belê, ev pêngav di serî de bi tundiyê û zextên pergala serdest re rû bi rû ma. Ji xeynî astengiyên pergalê û mêrê serdest, di heman demê de di nav civakê de bandora “jina ku bi pergala baviksalar re hatiye girêdan” jî wekî dîwarekî li pêşiya vê guhertinê derket holê.

Normên baviksalar, bêparbûna aborî, kevneşopiyên desthilatdariyê, bikaranîna zayendê û civaka ketî xwestin ku ruhê vê pergalê pûç bikin û têgihên “hevserok-hevşaredar” bikin “serok-şaredar”. Bi qandî mêran, jinan jî li hember vê xetê rawestiyan û li ber xwe da û hev tehemûl nekirin. Tevî van hemû zehmetiyan jî, tevgera azadiyê di parastina vê pergala guhertinê de bi israr e; ji ber ku hevserokatî-hevşaredarî amûra herî bihêz a têkbirina siyaseta yekreng, mêrê serdest û jina ketî ye.

Ji keda nediyar ber bi têkoşîneke veguherîner ve

Di serdema neolîtîkê de jinan di nav jiyana komunal û sincî de roleke bingehîn lîstiye. Lê belê pênc hezar salên şaristaniya navend-dewletî ev dîrok ji rastiya wê qut kiriye û bi rêya koletiya jinê desthilata xwe li ser milê civakê ava kiriye. Hevserokatî û hevşaredarî hewldanek e ji bo sererastkirina vê qutbûna dîrokî.

Berevajî vê, pergala serdest bi alîkariya zayendperestiyê hewl dide ku îradeya xwebirêveberinê pûç bike. Ji aliyekî ve burokratîzm, ji aliyekî ve jî zîhniyeta kevneperest dixwazin vê pergala kolektîf tune bikin. Lê belê hev-tî wekî mekanîzmayeke demokratîk, vê zîhniyeta yekdest hildiweşîne û siyasetê ji bo civakê ji nû ve vedigerîne bingeha wê ya rastîn.

Ji bîra kolektîf a civakî ber bi jiyaneke nû ve

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike ku dîrok ne tenê têkoşîna çînî ye, di heman demê de pevçûna di navbera dewletê û komunê de ye. Bi derketina dewletê re civak ji eslê xwe hat dûrxistin. Ji ber vê yekê, jinûveavakirina komunên cewherî û herêmî, mifteya yekane ya azadiyê ye.

Îro, paradîgmaya konfederalîzm û modernîteya demokratîk, tenê bi rêya xwebirêveberiyên herêmî û pêkanîna hevserokatî-hevşaredariyê dikare pêk were. Her komuneke ku xwe dispêre vê felsefeyê, jinûveavakirina dîrokê û parastina nasnameyên civakî pêkan e.

Di encamê de; hevserokatî-hevşaredarî û komun bingeha sereke ya paradîgmaya konfederalîzm û modernîteya demokratîk in. Ev jiyana nû ya ku bi keda jinan ji neolîtîkê heta roja îro hatiye û bi rêya tevgera azadiyê ji nû ve hatiye honandin, misogeriya herî mezin a siberojeke azad, wekhev û demokratîk e.