Li Zanîngeha Sêçênovskî standa Kurdistan hat vekirin

Zanîngeha Sêçênovskî a bajarê Moskova a kû zêdetirî 18 hezar xwendekar ji çar aliyên cîhanê li zanîngehê dixwînin îsal jî festivala çand û huneri li darxist.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Zanîngeha Sêçênovskî a bajarê Moskova a kû zêdetirî 18 hezar xwendekar ji çar aliyên cîhanê li zanîngehê dixwînin îsal jî festivala çand û huneri li darxist.

Di zaningeha kû xwedî bernameyên perwerdehiya bingehîn wek lîsans di beşên hemşîretî, biyoteknolojî, xebata civakî, rêveberî; dadwerî - tenduristiya giştî ciwanên kurd ji çar perçeyên Kurdistanê tê da cîh digrin.

Di festivale de her netew bi cil û bergên xwe xwarinên neteweyî pêşkêşî mêvan û xwendekaran dikin. Ciwanên kurd standên xwe bi navê Kurdistan vedikin û hewl didin xwarin û cil û bergên çar perçeyê Kurdistanê peşkeş bikin.

Wekî her sal îsal jî eleqeyek mezin ji standa kurd û Kurdistanê re hebû.