KCK’ê ji bo çalakiya Mehmet Akar peyamek weşand
Ciwanê kurd Mehmet Akar di şeva 16’ê çileyê de li Sûr a Amedê bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe şewitand.
Her wiha KCK'ê, di peyama xwe de diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pir bi zelalî destnîşan kiriye ku qîmetê dide vê vînê lê van kirinan napejirîne û ev bang û hişyarî kir: "Li şûna van çalakiyan divê çalakiyên afirînertir û cudatir bên kirin. Divê gel û ciwanên vî tiştî weke talîmat bibînin û li gorî wê tevbigerin.”
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi tevahî wiha ye:
“Meagahî stend ku ciwanê Kurd ê bi navê Mehmet Akar ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo li ser sûrên Amedê bedena xwe şewitandiye û şehîd bûye. Em di şexsê Mehmet Akar de careke din hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û em soza serkeftin û serfiraziyê ya ji şehîdan, dubare dikin. Heval Mehmet Akar di nameya beriya şehîdbûnê de diyar kiriye ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo ev çalakî li dar xistiye. Çend roj berê heval Veysî Taş jî çalakiyeke wiha kir û şehîd bûbû. Erka me ya gel û tevgerê ye ku em bîranîna van şehîdên ku evîna mezin a welat, têkoşîna azadiya Kurdistanê û dilsoziya bi Rêber Apo re temsîl dikin biparêzin û têkoşîna wan bigihînin serkeftinê.
Hikûmeta AKP-MHP'ê li dijî ciwanên kurd komployan dike
Tiştên ku hatine serê heval Mehmet Akar bi awayekî zelal derxistiye holê ku faşîzma AKP-MHP’ê çawa li dijî gelê Kurd provokasyonan dike û şerê taybet dimeşîne. Mehmet Akar ciwanekî Kurd ê xwedî hestên welatparêzî ye û sempatiya wî ji tevgera azadiyê hebû. Mîna her ciwanê Kurd ê welatparêz heval Mehmet Akar jî di nava hewldanan de bû ku li dijî mêtingeriya qirker têbikoşe û dixwest berpirsyariyên xwe zêdetir pêk bîne. Lê belê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku rejîma şerê taybet e, ji bo ciwanên Kurd bixe û ji têkoşîna azadiyê dûr bixe komplo û provokasyonan dike. Yek ji rêbazên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî ew e ku bi rê û rêbazên cuda bandorê li ser malbatan dike û pêşiya ciwanên Kurd ên welatparêz û dilpak bigire. Ciwanê Kurd ê welatparêz Mehmet Akar jî kirin yek ji wan kesên ku xwestin komplo û provokasyonan bînin serê wî. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê Mehmet Akar, bi rêbazên şerê taybet û bi provakosyona li ser malbatê xwest heval Mehmet Akar ji rê û têkoşîna wî vekişînin. Bi vê yekê re zemîna provokasyonê hate afirandin ku xwestin wisa nîşan bidin ku em ciwanan direvînin û vî tiştî bi rêya HDP’ê dikin. Lê belê hevalê Mehmet Akar diyar kir ku ev provokasyonek e ûji destpêkê ve malbata wî hatiye xapandin. Lê belê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi rêbazên şerê taybet ev rewş veguherandiye êrîşa li dijî HDP'ê. Lê di rastiya xwe de desthilatdariya AKP-MHP’ê xwedî feraseteke li dijî Kurd e û dixwaze Kurdan ji doza azadiyê vekişîne. Hemû rêbazên şerê taybet, provakasyon û operasyonên desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo vê armancê ne. Em careke din bang li derdorên ku bi manîpulasyonên faşîzma AKP-MHP’ê tevdigerin, dikin. Divê nekevin xefka desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê. Divê hikûmeta AKP-MHP û serokê wê yê şerê taybet Suleyman Soylu dev ji vê helwesta ku provokasyon e berde. Serokên faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP’ê bi taybetî Tayyîp Erdogan û Suleyman Soylu ne ji ber ku xema wan ciwanên Kurd in, ji bo ku Kurd dev ji doza azadiyê berdin, ziman, çand û nasnameya xwe neparêzin û qirkirinê qebûl bikin, serî li van lîstikan didin. Ji bo dev ji Kurdbûna xwe berdin û Tirkbûnê qebûl bikin ev polîtîka tên kirin. Ev polîtîkayên şerê taybet bi îstisma


