18 rêxistinên civakî yên Amedê şahiya Newrozê li dar xistin

Bi pêşengiya Rêxistinên Sivîl ên Amedê li oteleke navçeya Sûrê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Bi pêşengiya Rêxistinên Sivîl ên Amedê li oteleke navçeya Sûrê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin. Serok û nûnerên rêxistinên sivîl, siyasetmedarên kurd, rêvberên partiyên siyasî, gelek rewşenbîr û bi sedan kes tevli resepsiyonê bûn. Di resepsiyonê de bi zaravayê kurmancî û zazakî yên kurdî û bi tirkî daxuyaniya hevpar a li ser navê 18 rêxistinên sivîl hat xwendin. Metn bi zazakî û kurmancî û tirkî hat xwendin. Piştî xwendina daxuyaniyê nûnerên 18 rêxistinên sivîl agirê Newrozê pêxist. Piştî daxuyaniyê Koma Ma Musicê derket ser dikê û stranên ji hev xweştir gotin. Beşdaran jî li ber stranan govend gerand. Resepsiyon bi stranan bi dawî bû.