'170 girtiyên siyasî sirgûn kirin'
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê rapora binpêkirinên mafan a li bajarên bakurê Kurdistanê ya 2021’an bi raya giştî re parve kir. Rêveberên ÎHD’ê rapor li komeleyê bi civînê aşkere kirin.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê rapora binpêkirinên mafan a li bajarên bakurê Kurdistanê ya 2021’an bi raya giştî re parve kir. Rêveberên ÎHD’ê rapor li komeleyê bi civînê aşkere kirin.
Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD’ê Rehşan Bataray Saman di civînê de behsa binpêkirinên mafan kir û got: “Bakurê Kurdistanê bi şerekî qeter re rûbirû ye. “Binpêkirinan tabloyek mezin li pey xwe hiştiye. Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên li cem wî didome. Astengkirina hevdîtina li gel Ocalan û sê girtiyên binpêkirina mafê mirovan e. Em bang dikin. Bi lez tecrîdê rakin.”
Tûgluk û Ozkan serbest berdin
Saman bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tugluk û xwest Tugluk û Ozkan bên berdan.
Piştî axaftina Saman, Nûnerê ÎHD’ê yê bajarên herêmê Tahîr Saçaklidir jî hûrguliyên raporê parve kir.
Berfirehiya raporê wiha ye:
Herêmê bi OHAL’ê bi rêve dibin
“Em Komeleya Mafên Mirovan ji bo ku Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan ên sala 2021’ê yên Herêma Anatolyaya Başûrêrojhilat û Rojhilat eşkere bikin hatin cem hev.
Di herêma me ya ku bi aweyake fîîlî bi rejîma OHALê ve tê rêvebirin de; polîtikayên ku pêk tên di jiyana civakî de, di mijarên wekî; hiqûq, demokrasî û mafên mirovan de rûxandinên giran pêk anîne. Di vê pêvajoyê de li ser navê ewlehiyê û ‘’ têkoşîna li hemberî terorê'’ polîtikayên pevçûn û tundiyê hatine hilberandin ev yek di polîtikayên navîn û derve de Tirkiyeyê biriye bêîstîkrariyê. Li qeyrana demokrasî û mafên mirovan qeyrana aboriyê jî zêde kiriye.
Di sala 2021’ê de binpêkirinên mafên mirovan bi awayekî sîstematik berdewam kirine. Tundî û pevçûna ku zêdetirîn di herêma me de tê jiyîn bê navber berdewam dike. Di pevçûnên çekdarî yên operasyonên leşkerî û teqînan de her roj mirov jiyana xwe ji dest didin.
Ji ber israra rêbazên li derveyî diyalog û muzakereyan,îro li herêmê em li gel rewşeke şer û êşên giran ên ku di jiyana civakî de bandorên neyênî li ser me pêk tînin re rû bi rû ne. Dîsa ji ber operasyonên leşkerî û qedexeyan binpêkirinên mafên mirovan tên rojevê. Di pevçûnên ku di sala 2021’ê de jî berdewam kirine de leşker, polîs, mîlîtanên rêxistinê û gelek sîvîl jiyana xwe ji dest dane. Ji berê heta niha polîtîkayên pevçûn û tundiyan hatine ceribanin lê encam negirtine, ev yek mixabin li pişt xwe wendahiya mirovan dihêle û di civakê de birînên giran vedike.
Polîtikayên ku berpirsiyariyên xwe yên ku dispêrin peymanên navnetewî û makeqanûnî pişt guh dikin, bûne amûrên pêkanînên kêfî yên desthilatdariya siyasî. Kesên ku li hemberî pêkanînên antî-demokratîk ên desthilatdariyê sekinîne, yan hatine girtin yan jî ji mafên xwe yên civakî û aborî bêpar hatine hiştin.
Zordariyên li ser azadiya rêxistinbûyînê zêdetir bûne, binçavî û girtinên neheq bi zêdetir berdewam kirine. Bi taybet sîyasetmedarên Kurd û parazvanên mafan bi sûcdarkirinên ‘’ endamtiya rêxistinên dijqanûnî’’ kirina ‘’ propagandaya rêxistinên dijqanûnî’’ re tên binçavkirin û tên girtin. Zordariyên giran yên li ser ewlehiya kesan û li ser azadiya rêxistinbûyînê berdewam dikin.
Hişmendiya rêveberiyeke otorîter ku her pirsgirêkê dike mijara ewlehî û mijara bekayê,ev yek di Tirkiyeyê de riya sîyaseta demokratîk digire, jiyana ku azadî û mafên mirovan dike bingehîn tune dike. Kesên muxalîf nikarin li hemberî polîtikayên desthilatdariyê birêxistin bibin tim bi zordariyê dengên wan tên birîn. Mînaka herî şênber di sala 2021’ê de Serdozgeriya Dadgeha bilind ji bo ku Partiya Demokratîk a Gelan were girtin di Dadgeha Makeqanûnî de doz vekiriye. Erka daraziyê, ku ji hêla mijara xweser û bêalibûnê ve bûye nîvenda nîqaşan ji hêla rejîma siyasî ve hatiye siyasîbûyînkirin. Bi serîlêdana rêbaza girtina partiyeke siyasî pirsgirêka Kurdan jî bêçareserî dihêle. Di vê babetê de, em dixwazin bibîrbinin ku digel biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, hevserokên serdema berê yên HDP’ê û parlementer bi tayînkirina qeyûman ji peywirên xwe dûr hatine xistin ûhatine girtin. Polîtîkaya qeyûmê ku êdî wekî rêveberiya îdarî ya mayînde tê meşandin û hemû mafên bijarte û hilbijêrînê bi tevahî ji holê radike bi hemû pêkanînên xwe ve berdewam dike.
Her roja ku derbas dibe binpêkirina mafan zêdetir û mayînde dibe. Ev yek girêdayî polîtîka û rêgezên ewlêkariyê yên desthilatdariyê ye. Polîtîkaya bêcezabûnê dibe sedema pêkanîna sûcdariya peywirdaran. Li hemberî binpêkirina mafên mirovan yên ku berê hatine jiyîn em dibînin ku darêzgerî kiryaran bê sûc nîşan dide. Di vî warî de; doza JITEM’ê ku wekî doza Cizîrê jî tê zanîn 21 kes hatibûn revandin û kuştin 1emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeriyê heşt kesên ku kiryarên vê bûyerê bûn beraat kirin. Piştî ku di sala 2005’an de Pirtûkxaneya Umutê ya ku li navçeya Colemêrgê Şemzînanê bû hat bombekirin û kiryar hatin girtin. Ji hêla Fermandarê Bejayî yê wê demê Yaşar Büyükanıt ve wekî ‘’ zarokên baş’’ hatin pênasekirin, piştî vê yekê dadgeriyê di derheqê wan de biryara beraatê da. Ev yek nîşaneya israrkirina polîtîkayên bêcezabûnê ye.
Em dixwazin îfade bikin ku li Tirkiyeyê bi taybet di salên dawî de zimanê sîyasetê yê berberî di nav civakê de bi êrîşan xwe nîşan dide. Em dixwazin mekanîzmayên siyasî li hemberî van êrîşan ji bo giringiya jiyana aşîtiyane û mafên mirovan bangawaziyê bikin û bibêjin bila di qada darizayê de ev bûyerana ji hemû hêlan ve werin lêkolînkirin û zelalkirin.
Heke em bi kurtasî li ser hin binpêkirinên herêma Anatolyaya BaşûrêRojhilat û Rojhilat yê di sala 2021’ê de bisekinin; di sala 2021’ê de li herêma me di şerên çekdarî de 45 peywirdarên bazbend jiyana xwe ji dest dane û 53 heb peywirdarên bazbend jî birîndar bûne. 272 mîlitanên rêxistinê jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 2 milîtanên rêxistinê jî birîndar bûne. Di operasyona leşkerî ya hewayî ya li Herêma Gareyê ya li Herêma Kurdistana Federe/ Iraqê pêk hatiye de, 12 personelên bazbend ên ji hêla mîlîtanên PKK ve hatibûn desteserkirin û hemwelatiyekî Îraqî jiyana xwe ji dest dane.
Di sala 2021’ê de tevîpêvajoya pandemiya xedar jî binpêkirinên mafên ewlekarî û azadiya kesane, êrişên li gel mafên xwepêşandan û berhevbûnê kirinên miameleyên xirab û îşkence, binpêkirinên mafên ragihandina xizmetên tendûristiyê berdewam kirine. Herî kêm 151 hemwelatî li cihê binçavkirinê û di serdegirtinên malan û kolanan de, 156 girtî jî di girtîgehan de rastî îşkence û miameleya xirab hatine. Dîsa 15 hemwelatî ji hêla kesên xwe wek hêzên bazbend nîşan dane ve bi darê zorê li derveyî qeydan hatine binçavkirin û li wan sixurtî hatiye ferzkirin. 5 kes jî ji hêla bazbendan ve hatine tehdîtkirin. Ji bilî binçavkirin û li cihê binçavkirinê zêdebûna bûyerên îşkenceyê û miameleyên xirab ji raporê jî diyar dibe. Em dixwazin careke din bibîrbînin ku li gor qanûna bingehîn û peymanên navnetewî ku Tirkiyeyê jî qebûl kiriye îşkence teqez hatiye qedexekirin. Divê demildest ev rêbazên dijmirovahî werin dawîkirin, kesên ku van rêbazan bikartînin ji peywirên xwe werin girtin û derkevin hemberî dadgeran û werin cezakiri


