120 rewşenbîrên fransî ji bo PKK’ê bang li Biden kirin
Ji herêma Occîtanîe û Provence yên Fransayê 120 hilbijartî, sendîkavan, aktivîst, hunermend, rojnamevan û akademîsyenî bang li serokê Amerîkayê Joe Biden kirin ku PKK’ê ji nav lîsteya terorê were...
Ji herêma Occîtanîe û Provence yên Fransayê 120 hilbijartî, sendîkavan, aktivîst, hunermend, rojnamevan û akademîsyenî bang li serokê Amerîkayê Joe Biden kirin ku PKK’ê ji nav lîsteya terorê were derxistin.
Metna bangê di rojnameva La Marseîllaîse de hat weşandin.Rojnameya La Marseîllaîse di dema dagirbûna Fransayê de ji aliyê berxwedêrên fransî ve hat derxistin.
Metna bangê wiha ye:
"Serokê rêzdar ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê,
PKK niha di nav lîsteya terorê de ye, lê PKK tu caran êrişên netew û dewletan nekiriye. Tirkiye destekê dide rêxistina terorê yên wek DAIŞ'ê û dixwaze kurdan serkut bike, muxalîf û entelektuelan digire û li dijî Sûriyê, Iraq, Libya û Yewnanîstanê polîtîkayên emperyalîst pêş dixe.
Hêzên koalîsyonê yên ku amerîkî jî di nav de bûn bi kurdan re li dijî DAIŞ'ê şer kirin û hê jî vê didomînin. Bi deh hezaran şervanên ciwan ji bo ku vê rêxitina faşîst têk bibin jiyana xwe ji dest dan, li gel vê bi hezaran gaziyên wê yên şer hene .Li Şengalê li dijî DAIŞê, dîsa canê xwe dan û bi hezaran êzîdî xelas kirin.
Her wiha PKK li dijî polîtîkayên emperyal ên Tirkiyeyê şer dike. Li Tirkiyeyê kurd têne serkutkirin, wekîl, şaredar û hemû hilbijartiyên wan bi îdîaya ku terorîst in têne girtin. Kurd li dijî faşîzma Erdogan, ji bo demokrasî, mafê mirovan û aştiyê têdikoşin. PKK çareseriyeke siyasî dixwaze û gelek caran ji bo vê bang li hikûmeta tirk kir.
Dadgeha Îstînafê ya Belçîkayê 28'ê çileya 2020'an de got PKK li şerê nav sînorên Tirkiyê aliyekî şer e û ji ber vê nikare wek rêxistina terorê were dîtin.
Serokê rêzdar, kurd li Rojhilata Navîn li dijî DAIŞ'ê şerekî rastîn dan û hevalbendên we ne, wan tenê nehêlin. Em bi rengekî lêrawestiyayî bang li we dikin ku PKK'ê ji nav lîsteya terorê derxînin."
Ên ku metna hevpar îmze kirin
ABOURS Micheline Enseignante, historienne, BDR ; ALGRIN Guillaume , Infirmier, syndicaliste, BDR ; AMENDOLA Pierre artiste, peintre, Var ; APEL-MULLER Patrick, ancien directeur de la rédaction de l’Humanité; ARABIA Eulalie, Militante communiste. Gérante du Travailleur Catalan, Pyrénées Orientales ; ARGANT Thierry, Archéologue, Conseiller municipal à Décines-Charpieu (Rhône) ; ASCARIDE Ariane, comédienne, Paris ; AUBRON Cathy Mouvement de la Paix, BDR ; BACCHI Jéremy, sénateur, BDR ; BACHMAN Pierre Ingénieur retraité, syndicaliste BDR ; BARBANCEY Pierre grand reporter, Alpes Maritimes ; BARBERA BOYER Myriam, Journaliste honoraire, Députée honoraire ; BARROTIN Paul , instituteur retraité, Fontenay le Comte, Vendée ; BARTOLI Georges, Reporter photographe, Pyrénées Orientales ; BASTIDE Serge, Retraité SNCF, Perpignan, Pyrénées Orientales ; BERNIER Patrick Agent de Maitrise retraité. Ivry sur seine, Val-de-Marne ; BERZURO Louise syndicaliste secteur santé, BDR ; BLANC Hélène Militante PCF, Draguignan, Var ; BONNAUD Olivier Manipulateur en radiologie syndicaliste, BDR ; BOUFFARTIGUE Paul, sociologue, CNRS, BDR ; BRITTEN Claire, retraitée, BDR ; BRONCHU Alexandra présidente Femmes Solidaires,


