Karayilan: Em ê li her derê sosyalîzma civakî ya demokratîk bi pêş bixînin

Di Kongreya Awarte ya 12emîn a PKKê de ku biryara fesihkirina avahiya rêxistinî ya PKKê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî hate wergirtin, axaftina dawî ji aliyê Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat...

•
4 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Karayilan: Em ê li her derê sosyalîzma civakî ya demokratîk bi pêş bixînin

Di Kongreya Awarte ya 12emîn a PKKê de ku biryara fesihkirina avahiya rêxistinî ya PKKê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî hate wergirtin, axaftina dawî ji aliyê Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karayilan ve hate kirin. Temamiya axaftina Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:

"Kongreya PKK'ê ya 12'emîn di dîroka têkoşîna me de weke lûtkeyekê bi serketî bi dawî bû. Ev kongre bi ked û hewldan, bang û amadekariya Rêber Apo pêk hat. Ji bo wê em careke din bi navê hemû hevalan, delegeyan Rêber Apo silav dikin. Di kongreyê de hem bi perspektîfên Rêber Apo, kûraniyek çêkir. Van hemûyan hişt ku kongreya me di xeta Rêber Apo de lêhûrbûn, kûranî û nîqaşên dewlemend bike. Li ser vê esasê, nîqaşên hatin kirin têrker û zelal bûn. Rast e, cûrbecûr nêrîn hebû, ji xwe ew jî xwezayiya civateke demokratîk e, lê belê zelalî hebû. Li ser wî esasî bi serketî bi dawî bû. Beşa kongreyê li milê Qendîlê jî bi heman rengî bi serketî dom dike, me hîn agahî negirtine, tam bi dawî bûye yan na, dibe ku bû be. Ew jî serketî ye. Ev kongre li ser esasê daxwaza Rêber Apo ji bo pêwîstiya pêvajoyê pêk bê, me bi derfetên xwe, bi mecalên xwe çêkir. Bi esasî şert û mercên guncaw ji bo kongreyê nehatin avakirin. Em di nava êrîşên dewletê de vê kombûnê çêdikin. Ji bo wê tedbîrên wê yên ewlekariyê em bi xwe girtine.

Biryara fesikirina PKK'ê ku PKK di dilê gelê me de, di dilê dilxwazên me de textek ava kiriye, cihekî xwe yê taybet heye. Li ber dilê her hevalî jî bi vî rengî ye. Fesixkirina wê ne tiştekî hêsanî ye. Beriya her tiştî îradeyekê dixwaze. Rêber Apo ev îrade danî holê. Kongre jî bi nîqaş û helwesta xwe îradeyek beyan kir. Ev biryar û îradebûna Rêber Apo erê kir û biryara fesixê fermî bû. Careke din biryara bidawîkirina stratejiya şerê çekdarî jî ne hêsanî bû. Bi taybetî ji bo me, em weke hevalên li vir, çend hevalên ji derve hatine, hevalên din bi giranî yên di nava xebatê şerê çekdarî de ne. Fermandariyê dikin, şer dimeşînin. Heval li vir hinekî axivîn. Ji nav şerê germ hatine vir. Û îzah kirin. Ji ber van rastiya civata me hevalên amade ev biryar ji bo me ne hêsanî bû. Ji ber ku em weke HPG, YJA Star ji kevneşopiya HRK'ê û ARGK'ê tên. Dîrokek me heye. 41 sal dîroka me heye. Û ev dîrok ji bo me bi hêsanî derbas nebû. Bi têkoşîneke pir bi ked û xwîn pêk hat. Ev dîrok di dîroka gelê Kurdistanê de bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Bi xwînê hatiye xemilandin. Şer û berxwedaneke destanî pêk hat. Me di vî şerî de heta niha derdora 35 hezar kadro, şervan, milîs şehîd da. Derdora 10 hezar welatparêz şehîd da. Bi giştî 45 hezar. Rast e, nêzî 50 hezar şehîdên me hene. Ji vana 89 heval endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê ne. Yanî PKK wisa bi rêveberiya xwe li pêşiyê meşiya û şer kir. Ev şer bi vî rengî hatiye meşandin. Em van şehîdên qehreman careke din bi rêzdarî bi bîr tînin. Wê her tim rêberê me bin. Şehîdên me taca vê tevgerê ye, ev tevger tevgera şehîdan e. PKK partiya şehîdan e. Niha PKK fesix bû, tevger ev kesên dimînin, Apogerî tevgera şehîdan e.

Hevalên hêja, hûn zanin di vê derbarê de, der barê biryara bidawîkirina stratejiya çekdarî de nîqaş çêbûn. Ji ber ku ji bo me biryareke ne hêsanî bû. Zor bû. Ji ber ku hîn jî di warê şerê çekdarî de, şerê gelê şoreşgerî de îdîaya me heye. Yanî îdîaya me ya serketinê heye. Her kadroyekî vê tevgerê, leşkerekî Rêber Apo ye, fedaiyê Rêber Apo ye. Em fikirîn, Rêber Apo madem wisa bi israr, bi biryar projeyeke nû pêşkêş dike, pêngaveke nû bi rê bixe, wê demê tê de tiştek heye. Me hewl da beriya kongreyê, di hundirê kongreyê de hewldan bi pêş ket ku em fêhm bikin û em li gorî wê tevbigerin. Ji xwe bi hemû hevalan re wisa pêşveçûn çêbû. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê jî erê bang çêbû ji aliyê dewleta Tirkiyeyê, lê belê tenê gotinin. Tiştekî pratîkî bi pêş neket. Hebin jî tiştên pir biçûk in. Ango tiştên berçav, ku bibin bingeha baweriyê, mirov bibêje vaye rast e di dewletê de guhertin heye, ti gaveke pratîkî ya bi vî rengî nehat avêtin. Ji bo wê jî fikar, şik, guman bi hevalan re hene. Li ser wî esasî di nîqaşên hatin kirin de