1001 ne tenê hejmarek e…

Hinek ji bo dijberiya pêvajoyê ne, lê hinek jî ji bo piştgiriyê xwe ji raya giştî re radigîhînin. Yek ji wan jî komkirina destnîşanan a bi navê “1001 destnîşan ji bo komareke demokratîk û aştiyê” ye

•
1 deqe xwendin
1001 ne tenê hejmarek e…

Bi hezaran salan e ku gelê kurd li ser axa xwe bi hebûn û çanda xwe dijî. Gelek caran bi êrişên derve yên ku erdnîgariya wî desteser kirine re rû bi rû maye. Ew dagirkerên welatê wî bi polîtîkayên xwe xwestine ku vê çanda qedîm ji holê rabikin, lê wî dev ji çanda xwe ya ku hebûna wî ye, bernedaye. Bi vê çandê heta îro dîrok û hebûna xwe di nav gelên cihanê de parastiye. Ev parastin ji aliyê kesayet, kom û komikên civakê, sazî û dezgehên wê û bi taybetî jî dayikan ve gihîştiye dema me. Çanda ku gelan heyî dike bi rêbazên fermî yan jî yên jiyana civakî xwe diparêze. Gelê kurd ji ber ku xwedî çandeke qedîm, dewlemend û xurt e, hebûna xwe ne bi rêbazên fermî, bi yên jiyana civakî û têkoşîna xwe ya bi her awayî parastiye. Di nav sînorên çar netew-dewletan de  bi nasname û neteweya xwe li ser piyan maye. Di sedsala bîst û yekê de hê jî bi êrişên tunekirinê yên van dewlet û desthilatdarên cihanî re rû bi rû ye. 

Kurd li van her çar dewletan bi rêbazên cuda, çi çekdarî û çi jî yên demokratîk bin, têkoşiyane û têdikoşin. Ev nêzî nîv sed salekê ye jî wan têkoşîna xwe bi şerekî çekdarî û di qadên din de li hember dewleta Tirkiyeyê domandiye. Êdî dem demeke wisa ye ku bi şer û pevçûnan encamên gerdûnî yên hemdem nayên bidestxistin. Ji bo wê jî rêxistina çekdarî ya kurdî dawî li rêbaza çekdarî anî û ew dixwaze xwe û civaka xwe bi rêya demokratîkbûnê ji nû ve bi rêxistin bike. Ya herî girîng jî ew e ku kurd xwestekên xwe bi hêza xwe ya civakî bikaribin bidin qebûlkirin. Heta niha mafên wan ên ku hatine binpêkirin, her gav ji desthilatdaran xwestine. Ev jî rastiyeke ku serdest û desthilatdar tenê ji bo berjewendiyên xwe polîtîkayan diyar dikin û dimeşînin. Rêbazên tunekirin û tunehesibandinê yên netewe-dewletan ev in û ti carê rêbazên demokratîk û aştiyane naxwazin bixin meriyetê. Ev jî dibin sedema alozî, şer û pevçûnên nav civakê.

Pêvajoya ku îro hatiye destpêkirin, hêviyek daye gel û baweriyan û di her beşên civakê de xebatên ji bo aştî û civaka demokratîk gav bi gav û pêl bi pêl xwe nîşan didin. Civînên gel, komxebat û civînên sazî û dezgehan tên lidarxistin. Platform, înîsiyatîf, kolektîf û komên cuda ava dibin. Hinek ji bo dijberiya pêvajoyê ne, lê hinek jî ji bo piştgiriyê xwe ji raya giştî re radigîhînin. Yek ji wan jî komkirina destnîşanan a bi navê “1001 destnîşan ji bo komareke demokratîk û aştiyê” ye. Ev hejmara mezin bi piştgiriyeke xurt a îmzeyan di demeke pir kurt de hat berhevkirin. Ev jî nîşan dide ku pêdiviya civakê çiqas bi pêvajoyek wiha heye. 

Kesên ku îmze kirine ji akademîsyen, nivîskar, hunermend, karsaz, bijîşk, mamoste û xwendekaran bigire heta kesên malnişîn, karkerên çandinî, paqijî û avahîsaziyê, jinên kedkar ên li malê, ji beşên cuda yên civakê ne. Gava ku encama vê çalakiyê ji raya giştî re hat aşkerekirin, gelek kesan xwest ku komkirina desnîşanan berdewam bike. Li ser vê daxwazê komîteya çalakiyê lînka destnîşanê ji nû ve vekir û hejmar her ku diçe zedê dibe.

Metna destnîşanê, ku navê xwe ji “çîrokên 1001 şevî” digire, bi çar xalan gelekî kurt û zelal hatiye nivîsîn. Rewş û jiyana Rojhilata Navîn a îroyîn di nav vê metna kurt de pir bi heybet dixuyê. Hatiye gotin ku “1001 ne tenê hejmarek e, ew sembola hêviya bêdawî ye, ya mifteyên ku bi sebir tarîtiyê vediguherîne ronahiyê û ya mucîzeyan e. Her çîrokên ku di wan şevên dirêj û tarî de dihatin vegotin rêyek ji bo parastina jiyan û aştiyê didan ber çavan. 

Di vê sedsalê de jî gel û baweriyên cuda di nav tarîtiyê de ji şer û pevçûnan pir êşên giran kişandin, êdî ew jî dixwazin wê tarîtiye veguherînin ronahî û aştiyeke mayînde ya civakî. Piştî evqas salên ku bi şer derbas bûn, îro ti kesî/ê bawer nedikir ku pêvajoyek aştiyê dest pê bike û kuştin û zext kêm bibin. Pêvajoya ku di navbera dewlet û kurdan de ev nêzîkî du salan e ketiye rojeva raya giştî hêvî daye tevahiya civakê ku aştî û ramî misoger bibe.

 Wekî ku em hemû dizanin eger kesek dev ji xeyal û hêviyên xwe berde, ew nikare xwedî li pêşeroja xwe jî derbikeve. Ji bo wê jî bawerkirin û xwedîlêderketina xeyal û hêviyan dibin sedema tiştên mûcizewî jî pêk werin.

Her çîrokek ku di 1001 şevan de dihat vegotin, rêyek ji bo parastina jiyan û aştiyê bû jî. Îro pêdiviya herî lezgîn a tevahiya civakan bi taybetî jî yên Rojhilata Navîn jî ev e. Dîsa ji metnê hevoka "Çîrok ne ji bo veşartina rastiyê tên vegotin, lê ji bo bi kurahî vekolîna rastiyê û jinûveavakirina wê tên vegotin", ji aliyê kesan ve pir bal kişandiye. Rastiya ku ser wê hatiye girtin hebûna gel û baweriyan bi taybetî jî ya kurdan û binpêkirina mafên wan ên herî xwezayî ye. Ji bo wê jî kesên ku piştgirî dane û van xalên jêrîn îmze kirine dibêjin “Em ji bo aştiya civakî, li dijî bêdengiya tarîtiyê, dabeşbûnê û pevçûnê, helwestê datînin” û diyar dikin: 

  1. Li Tirkiyeyê, di çarçoveya pêvajoya aştiyê de ku berdewam dike, em wekî gaveke yekemîn PIŞTGIRIYÊ didin rawestandina tundûtûjiyê, bêçekkirin û bi tevahî rakirina tundûtûjiyê ya ji rojeva welat û civakê.

  2. Bi zanîna ku koka pirsgirêkê di înkarkirina hebûna kurdan de ye, em PIŞTGIRIYA garantiya destûrî (qanûna bingehîn) ya hemwelatîbûna wekhev, naskirina mafên perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê, û bi vî awayî hewildanên ji bo sererastkirina neheqîyên dîrokî, dikin.

  3. Em PIŞTGIRIYÊ didin têkoşîn û hewildanên ji bo prensîbên azadî, demokratîk û serweriya hiqûqa li Komara Tirkiyeyê û her wiha piştgiriyê didin daxwazên ji bo cihbicihkirina tevahî ya biryarên DMMEyê.

  4. Li gorî pêwîstiya ku aktorên beşdar di çareserkirina vê pirsgirêkê de, ku bi qasî Komara Tirkiyeyê kevin e, bikaribin bi şert û mercên azad û wekhev danûstandinan bikin, û li gorî daxwaza Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û bendên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, em PIŞTGIRIYA bicihanîna prensîba mafê hêviyê dikin.

Ev daxwazên ku ji aliyê kes, gel û baweriyên ji beşên cuda yên civakê ve gelek caran tên kirin, bi piştgiriya van destnîşanên ku 1001 kesan dubare kiriye, pir girîng û watedar in. Ji bo wê bi israr û rik divê li her qadê ev daxwaz werin zimên.