10 partî û aliyên siyasî yên Başûr azadiya Ocalan xwestin
Li baregeha Hizba Zehmetkêşan Kurdistan ya li Silêmaniyê 10 hizb û partiyên siyasî yên başûr û rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyek hevbeş azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin

Li baregeha Hizba Zehmetkêşan Kurdistan ya li Silêmaniyê 10 hizb û partiyên siyasî yên başûr û rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyek hevbeş azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin
Endamê Komîteya Azadî ji bo Ocalan a Başûrê Kurdistanê, Şoreş Xidir destpêkê gotarek xwend û wiha got: “Bi pêşengiya Komîteya Azadî ji bo Ocalan, me daxwaznameyek derbarê azadiya birêz Abdullah Ocalan de, pêşkêşî aiyên siyasî kir. Ji ber ku ev ne mijarek hizb û kesiye. Mijarek netewiye, aliyên siyasî bi kêfxweşî pêşwaziyê dikin û ji bo vê mijarê jî pêwîstî bi yek dengî û yek helwestiyê heye.”
Piştî wê endamê hizba Zehmetkêşana Kurdistan Ehmed Xidir daxuyaniya hevbeş a 9 hizb û aliyên siyasî xwend û wiha got: “Di nava 23 salên borî de, birêz Ocalan di girtîgehê de di nava rewşên herî dijwar deye. Rastî îşkence hatiye û tecrîdek girankirî li ser tê meşandin. Raporên CPT’iyê jî vê rastiyê derxistiye holê. Li gorî CPT jî li Îmraliyê rewşek ne asayî heye. Her wiha Konseya Ewrupayê jî daxwaza zelalkirin ûzanyarî li ser rewşa birêz Ocalan kiriye.
Têkoşîna Rêber Ocalan û tevgera azadiya Kurdistanê PKK’ê, di bingeh de têkoşînek parastina rewa ye û ji bo çareserkirina pirsa Kurd e. Birêz Ocalan di nava 3 salên borî de gelek caran ji bo aştî û çareseriya demokratîk, proje pêşkêş kiriye. Gelek caran ji bo agirbest û dawî anîna tund û tujiyê, pêşengtî kiriye. Lê dewleta Tirk li şûna bersivek erênî bide, tecrîda li Îmraliyê girtantir kir û hemû mafên birêz Ocalan jî binpêkir. Li aliyê din jî şer dijî gelê Kurdistan û tevgera azadiyê da destpêkirin. Dixwaze bi siyaseta nokeriyê, qirkirin, koçberkirin û parçekirina gelê Kurd, dawî li gelê Kurd û doza rewa bîne.”
Di dawiya daxuyaniya hevbeş a aliyên siyasî de wiha hat gotin: “Îro ev rastî eşkere bûye, azadiya fizikî ya Rêber Ocalan, wê pirsa Kurd çareser bike û aştî û aramiyê bîne herêmê. Pêwîste hemû aliyên siyasî ji bo azadiya fizikî ya Ocalan bikevin nava hewldanan. Xelkê Başûrê Kurdistan û partiyên siyasî dikarin ji bo azadiya birêz Ocalan û çareserkirina pirsa Kurd, rolek girîng bigrin ser milê xwe.”
Navê partî û aliyên siyasî:
Hizba Zehmetkêşana Kurdistan şaxa Silêmaniyê
Hizba Komûnîst ya Kurdistanê
Tevgera Goran
Hizba Sosyalîst a Demokratîk ya Kurdistanê
Komele, Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komûnîst a Îranê
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan
Partiya Jiyana Azad ya Kurdistan
PADÊ
Partiya Sewz ya Kurdistan
Partiya Parêzgaranî Kurdistan.


