ZIMAN-DERê 1emîn kongreya xwe pêk anî
ZIMAN-DERê li Colemêrgê kongreya xwe ya 1emîn li dar xist.

Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand û Ziman (ZIMAN-DER) kongreya xwe ya 1emîn a asayî li salona civînan a KESKa Colemêrgê bi coşeke mezin pêk anî. Beşdarên kongreyê dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” berz kir. Endam û rêveberên saziyên sivil û gelek welatî tev li kongreyê bun. Kongreyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê komîsyona amadekar Naif Beyter axivî û diyar kir ku armanca bingehîn a avakirina ZIMAN-DERê ew e ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî têne meşandin têkoşînê mezin bikin.
Hevberdevkê Komîsyona Çand, Huner û Ziman ê DEM Partiyê Heval Dilbahar jî diyar kir ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî bi hezaran kes têkoşiya ne û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane û got: “Rêber Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve heta niha her dem girîngî daye zimanê me yê zikmakî. Dema em dibêjin zimanê me xeta me ya sor e, em vê yekê her carê nû dikin. Îro zimanê Kurdî li tevahiya cîhanê tê nasîn. Dewlet bi rê û rêbazên cuda polîtîkayên li dijî zimanê Kurdî dimeşîne, dixwaze zimanê Tirkî mezin bike û Kurdî kêm bike. Ji ber van polîtîkayan zarokên me di malên xwe de jî dest bi axaftina Tirkî kirine.”
Heval Dilbahar anî ziman ku li dibistan, tax û mizgeftan li şûna perwerdeya kurdî perwerdeya tirkî tê dayîn û wiha berdewam kir: “Armanca me ew e ku em li her derê perwerdeya Kurdî bidin. ZIMAN-DER berpirsiyar e ku berî her tiştî hemû siyasetmedar û saziyên me zimanê Kurdî di jiyana xwe de bi kar bînin. Pêşketina zimanê me tenê ne bi saziya me ve girêdayî ye, ev berpirsiyariya hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl e. Divê em ji malên xwe dest pê bikin û her derê bikin ‘Kurdigeh’. Ji ber wê em dibêjin, ‘Bê kurdî jiyan nabe’.”
’Em ê li her derê xebatan bimeşînin’
Metîn Can ku bû namsetê Hevserokatiyê jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwazin saziya xwe li her derê belav bikin û got: “Ji bo ku zimanê Kurdî dîsa li her derê bête axaftin û zarokên me bi zimanê xwe biaxivin, em ê têkoşînê bikin. Em ê li gundan, taxan û dibistanan li her derê xebatên xwe bimeşînin.”
Piştî axaftinan hilbijartin hat kirin û Evîn Temel û Metîn Can wekî Hevserokên nû yên ZIMAN-DERê hatin hilbijartin.


