Zeynep Mûrad: Em ê mizginiya ji bo yekitiya kurd demek nêz de bidin

Hevseroka KNKê Zeynep Mûrad der barê pêvajoya li Rojhilata Navîn didome de nirxandin kir û bal kişand ser yekitiya kurd û got: “Em dîrokek diyarkirî nadin lê di demek kurt de em ê mizginiya ji bo yekitiya kurd bidin.”

•
1 deqe xwendin
Zeynep Mûrad: Em ê mizginiya ji bo yekitiya kurd demek nêz de bidin

Bi şerê ku li Rojhilata Navîn her diçe giran dibe re, hevsengiyên hêzên cuda jî derdikevin holê. Têkoşîna gelan a li dijî van hevsengiyên hêzê didomin û ji bo statuya Kurdan li her çar parçeyê Kurdistanê xebat didomin. Bi banga Aştî  û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd re li Tirkiye û her çar alî Kurdistanê deriyên pêvajoya nû vebûn.

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad der barê geşedanên li Rojhilata Navîn û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji JINNEWSê re axivî.

Zeyneb Mûrad da zanîn ku li Rojhilata Navîn guherînên mezin tên jyîn û ev rewşên 100 sal berê tîne bîra mirovan û ev tişt anî ziman: “Dîzaynên yekemîn û duyemîn şerê cîhanê tîne bîra mirovan. Di wê pêvajoyê de netew dewlet hatin avakirin û statu û maf nedan kurdan. Bi Lozanê kurdan parçe kirin.  Lê rewşek cuda ya kurdan heye. Di vê pêvajoyê de ji bo kurdan rîsk heye lê ligel vê derfetên mezin jî hene. Kurdên 100 sal berê û yên niha ne yek in. Îro kurd di siyaseta cîhanê û erdnîgariya xwe tên nasîn. Kurd her çar alî rola pêşeng dilîzin. Li Rojava li dijî DAIŞê şer kirin û zîhniyeta DAIŞê dan rawestandin. Li Bakur pêşengiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin. Li Rojhilat bi serhildana ‘jin jiyan azadî’ pêşiya siyaseta demokratîk vedikin. Li Başûr tevî hemû kêmasiyan pêşengiyê dikin.”

‘Rolek mezin dikeve ser kurdan’

Zeyneb Mûrad di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de rolek mezin dikeve ser milên kurdan û wiha domand: “Em dikarin rolek çawa bilîzin? Divê em li vê bifikirin. Ji çar parçeyê Kurdistanê yek bi tena serê xwe nikare tiştekî bike. Divê her sê parçeyên din piştgiriyê bidin. Em wek KNK divê xebatên xwe bimeşînin. Em xebatên dîplomasiyê dimeşînin. Ev pêvajo wê bandor li hemû parçeyan bike. Ne tenê Kurdistan wê bandor li hemû  Rojhilata Navîn bike. Dem dema yekitiyê ye.”

‘Me wek KNK lez daye xebatên xwe’

Zeynep Mûrad der barê xebatên KNKê yên dîplomasiyê ku li Rojhilata Navîn, Ewropa û welatên din tên meşadin de jî axivî û wiha bi lêv kir: “Demek dirêje xebatên dîplomasiyê tên meşandin. Me wek KNK di kongreya xwe de proje pêşkêş kir. Me got divê helwesta neteweyî bê afirandin. Belê li hemû welatan kurd tên axaftin lê kurd ne tevli ne. Qadeke ku xwe îfade bikin nehatiye afirandin. Ji ber vê jî me wek KNKê lez dane xebatên xwe.  Hewldanên me yên hiqûqî û dîplomasiyê hene. Di heman demê de der barê pêvajoya li Bakur didome de agahdarî hat kirin. Em bi dostên kurdan re di têkiliyê de ne.” 

‘Kurdan xwe îspat kirine’

Zeyneb Mûrad li ser biryara ‘kurd wê di vê sedsalê de bê statu nemînin’ ya di kongreyê de hatibû girtin sekinî û wiha bi lêv kir: “Kurdan xwe îro îspat kirine. Di alî siyasî, leşkerî û dîplomasî de xwe nîşanê cîhanê dane. Bi têkoşîna li dijî DAIŞê dane xwe nîşanê cîhanê dan. Ev gavek mezine. Li Rohilata Navîn hevsengî diguherin. Divê kurd di vê de cih bigirin. Şerê li Îranê didome. Divê li Rojhilat gel bibe xwedî statu. Kurd bi Lozanê bê statu hatin hiştin. Lê niha kurd dengê xwe didin bihistin. Ev jî bixwe re statuya kurdan wê sedsala 21ê de çibe diyar dike.”

 ‘Em di nokteya yekitiya kurd de hatine astekê’

Zeyneb Mûrad di dawiya axaftian xwe de di mijara statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  de jî nêrînên xwe anîn ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga 27ê Sibatê deng da. Bi vê re guherîn pêk hat. Di serî de ji KNK û hemû saziyên din yên xebatên dîplomasiyê dimeşîne re deriyê nû vekir. Heyeta Îmraliyê bi Rojava û Başûr re hevdîtin kirin. Hinek peyam dan. Bi vê re li Rojava konferansa neteweyî pêk hat. Di hevdîtinên li Başur de peyamên ji bo yekitiya kurdan hatin dayîn. Banga Abdullah Ocalan zemîna Yekitiya Kurd afirand. Divê em destê Birêz Ocalan xurt bikin. Divê em ji bo statuya wî têbikoşin. Di salvegera Lozanê de konferansek mezin hat kirin. Hinek biryar hatin girtin. Bang hat kirin. Em niha di nokteya yekitiyê de hatine astekê. Em nikarin dîrokekê bidin lê demek kurt de dê di nokteya Yekitiya Kurd de em ê mizginiyê bidin gelê xwe. Ev ya bi kongre yan jî wê bi konferansê pêk bê.”